Nûnerên darbeya siyasî: Qeyûm

Desthilatdariya AKP-MHP'ê û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ku di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adara 2019'an de nekarî şaredariyên li Kurdistanê werbigirin, doh bi darbeyeke siyasî dest danîn ser Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê.

Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê bi fermana Wezareta Karên Hundir a Tirk careke din ji aliyê AKP'ê ve hatin desteserkirin. Qeyûmên AKP'î ku sala 2016'an jî şaredarî desteser kiribûn, li gel polîtîkayên li dijî Kurdan şaredarî xistibûn bin deynan.

Êrîşên qirkirinê yên desthilatdariya AKP-MHP a faşîst ên li dijî gelê Kurd didomin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ku di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adara 2019'an de nekarî şaredariyên li Kurdistanê werbigirin, doh bi darbeyeke siyasî dest danîn ser Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê. Polîsên Tirk doh serê sibehê avahiyên şaredariyan dorpêç kirin. Wezareta Karên Hundir a Tirk ragihand ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan ji wezîfeyê hatine dûrxistin.

Piştî desteserkirina Şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê polîsên Tirk deriyên avahiyên şaredariyan şikandin û ketin hundirê avahiyan. Piştî operasyoneke siyasî nêzî pênc sed kes hatin destgîrikrin. Gelê Kurd daket qadan û darbeya li dijî îradeya xwe şermezar kir. Gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl li dijî dagirkirina şaredariyan raewstiyan. Li Amed, Mêrdîn û wanê parlamenterên HDP'yî, hevşaredar, rêveberên partiyê û bi hezaran kesî desteserkirina şaredariyan şermezar kirin.

Ji gelê ku desteserkirina şaredariyan şermezar kir bi dehan kes hatin destgîrkirin. Piştî ku hevşaredar ji wezîfeyê hatin dûrxistin waliyên dewleta Tirk ên li Amed, Mêrdîn û Wanê şaredarî desteser kirin. Talankerê AKP'î walî Hasan Basrî Guzeloglû ku dest danî ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, karê xwe yê destpêkê dûrxistina 29 karmend, 8 karker û 2 şêwirmendên şaredariyê bû.

ŞAREDARÎ VEGUHERANDIN QEREQOLÊ

Ev yek ne darbeya yekemîn a siyasî ye ku desthilatdariya AKP-MHP'ê li dijî îradeya gelê Kurd dike. Di 11'ê Îlona 2016'an de bi hinceta Rewşa Awarte bi biryarnameyê di serî de 3 Şaredariyên Bajarên Mezin 10 Şaredariyên Bajaran, 63 Şaredariyên Navçeyan, 22 Şaredariyên Bajarokan bi giştî 95 Şaredariyên DBP'î bi rêya qeyûman hatibûn desteserkirin. Tevî vê yekê derdora 15 hezar karker û karmendên Kurd ên li cemaweriyê û şaredariyan dixebitîn, her wiha 300 keya ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û parlamenter Selma Irmak, Îdrîs Balûken, Gulser Yildirim, Sebahat Tûncel, Ferhat Encu, Abdullah Zeydan, Çaglar Demîrel, Sirri Sureyya Onder, 93 hevşaredar, bi sedan endamên meclîsa şaredariyan û meclîsa giştî ya bajaran, bi hezaran endamên partiyê yên bajar û navçeyan hatin girtin.

Qeyûmên talaneker bi lez û bez dest bi polîtîkayên xwe yên tinekirinê yên asîmîlasyonê kirin. Mal û milkên şaredariyan pêşkêşî hevkarên xwe kirin û tenê di nava 2 salan de şaredarî xistin bin deynan. Qeyûmên talanker di rantê de mîna ku ketine pêşbirkê xebitîn û bênavber talan kirin. Karê destpêkê yê qeyûman jî daxistina tabelayên şaredariyan ên ji gelek zimanan bû. Avahiyên şaredariyan veguherandin qereqolê. Êrîşî nirx û qadên çandî û dîrokî yên Kurdan kirin.

Li şaredariyên Wan, Mêrdîn, Êlih û gelek bajar û navçeyan gelek kreş û saziyên piştevaniya perwerdeyê yên bi zimanê dayikê perwerde pêşkêş dikirin bi biryarên kêfî yên qeyûman hatin girtin an jî naveroka wan hatin valakirn. Kreşên Zarokistan û Xalxalok ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin guhertin û naveroka wê kirin Tirkî. Navendên çandê yên ciwanan, saziya têkoşîna li dijî madeyên hişber, navendên çalakiyên civakî û piştevaniyê yên ji bo ciwanan û saziyên piştevaniya perwerdeyê hatin girtin.

SAZIYÊN JINAN HATIN GIRTIN

Bi desteserkirina şaredariyan re sîstema jinê ya rêveberiyên xwecihî bû hedef. Saziyên jinan ên ku ji sala 1999'an û pê ve hatin avakirin hatin tasfiyekirin. Qeyûmê talanker hewl da têkiliya têkoşîn û destketiyên jinan ên bi rêveberiyên xwecihî re tine bike. Di vê çarçoveyê de xebatên 43 saziyên jinan hatin rawestandin.

MALÊN CEMAWERIYÊ PÊŞKÊŞÎ ALÎGIRÊN XWE KIRIN

Qeyûmên talanker malên şaredariyên DBP'î mîna malên wan bi xwe ne bi kar anîn. Qeyûmê talanker ê li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tenê ji bo kirîna mobîlya meqamê 750.000 TL xerc kir. Tevî vê yekê bi 350 hezar TL'î deriyê ji pola û camên ku fîşek pê re naçin, ji bo parêzvanên xwe jî bi 250 hezar TL'î pîkap kirî. Ev hemû jî bi pereyê gelê Amedê kir.

Qeyûmên talanker welê kirin ku şaredarî hemû xistin bin deynan. Li gorî hatineyên Şaredariyan, qeyûmên talanker Şaredariya Peyasê bi rêjeya 71 ji sedî, Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi rêjeya 25 ji sedî, Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi rêjeya 18 ji sedî di sala 2017'an de xistin bin deynan.

DU PÎVANÊN BINGEHÎN ÊN WERGIRTINA KAR: TIRKÎTÎ Û NOKERÎ

Şaredariyên hatin desteserkirina veguherîn qereqolan. Bi bendên polîsan hatin dorpêçkirin û li gel hatin qedexekirin. Xebatkarên şaredariyan ji kar hatin dûrxistin û li gorî pîvana 'Tirkîtî û nokeriyê' yên alîgirê xwe tevlî kar kirin. Li Şaredariyan û îdareyên taybet ên bajêr heta Adara 2018'an 4 hezar 170 xebatkar ji kar hatin dûrxistin.