Nûnerên DÎSK'ê serdana Malbata Şenyaşar kirin

Nûnertiya Herêma Amedê ya DÎSK'ê serdana Malbata Şenyaşar kir ku ji bo edaletê li ber xwe dide.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, çalakiya xwe ya ji bo edaletê dewam dikin.

Ji Nûnertiya Herêma Amedê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) serdana Malbata Şenyaşar hate kirin.

Nûnerê DÎSK'ê yê Amedê Hasan Eroglû di dema serdanê de axivî û got, "Li hemberî malbatê bêhiqûqî û bêwijdaniyeke mezin heye. Yên ku bi pêkanîna edaletê wezîfedar e, daxwaza malbatê bi cih neanîn. Êdî bes e ji vê bêedaletî û bêhiqûqiyê re. Bila daxwaza malbatê bi cih were anîn. Daxwaza malbatê daxwaza me ye. Em dixwazin edalet bi cih bê anîn."

Heyetê demekê bi malbatê re nobed girt.