Nûçegihanê NRT'ê 3 roj e hatî binçavkirin

Rêveberê kanala NRT'ê Awat Elî têkildarî nûçegihanên wan ê li Kifrî hatin binçavkirin banga serbest berdanê kir.

Rêveberê kenala NRT'ê Awat Elî, îro ji bo balê bikişîne ser rewşa nûçegihanê wan ê bi navê Aram Bextiyar ê li bajarokê Kifrê ya Germiyanê hatî binçavkirin û nameyek ji bo rêxistinên netewî, rêxistinên mafê mirovan ên navneteweyî û serokatiya hikûmeta Herêma Kurdistanê nivîsand.

Di nameya ku di malpera fermî ya NRT'ê de hat belav kirin de, hate diyarkirin ku Bextiyar beriya 3 rojan li Kifiyê dema nûçe dişopand hatiye binçavkirin û wiha hate gotin: “Ji bo televîzyona me nehatiye diyarkirin ku çima nûçegihanê me hatiye binçavkirin. Em tenê wê dizanin ku nûçegihanê me ji bo nelirêtiya li herêma ku kirîn û firotina şîr û berhemên şîr dihat kirin çêkiriye, hatiye binçavkirin.”

Elî destnîşa kir ku dadgeha Kelarê jî ew ji bo îfade bide vexwendiye û wiha pêde çû: “Ji bo min jî binçav bikin rojnamevanê me di bin çavan de tê ragirtin. Ez her demê amademe ku biçim dadgehê. Ji beriya niha ji ber dosyayên cuda çûbûm dadgehê. Pirsa ku di demkî ku ez têm gefkirin de çûna min a Germiyanê wê kî bikare min biparêze? Gelo wê dadgehê vê berpiryariyê hilgire” kir.

Elî di dawiya nameyê de jî vê bangê dike: “Divê serokwezîr, cîgir, rêxistinên mafê mirovan û rêxistinên çapemeniya navneteweyî, li hember van bêhiqûqiyan bêdeng nemînin. Ji bo nûçegihanê me bi lezgîn bê berdan, bikevin nava hewldanan.”