NPG: Em ji her demê bêhtir amade ne

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) peyama Newrozê ji hêzên HPG'ê re şand û destnîşan kir ku ji bo dawî li rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst bînin, ew li her qadê ji her demê bêhtir amade ne.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) cejna Newrozê li gerîlayan hemûyan pîroz kir û ev peyam da:

"Em bi navê hemû gerîlayên azadiya Kurdistan cejna Newrozê li Rêber Apo pîroz dikin. Silav, dilsozî û rêzdariyê xwe pêşkeş dikin. Em cejna Newrozê li tevahî gelê Kurdistanê, li tevahî gelên herêmê li tevahî hevalan, xebatkaran û li dostan pîroz dikin. Bi taybet em cejna Newrozê li tevahî dayikên şehîdan pîroz dikin. Di ev roja girîng û pîroz de tevahî şehîdên Newrozê û tevahî şehîdên Kurdistan di şexsê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan de bi bîr tînin. Me sozê dayî wan em di ev roja pîroz de dubare dikin. Em ê şopdarê wan bin. Em ê bîranîna wan di bilindkirina têkoşîna azadiya Kurdistan de, di geş kirina agirê Newrozê de bidin jiyankirin. Di vê derheqê de têkoşîna heta niha hatiye meşandin ruhê agirê Newrozê çawa ku geş kiriye di serdema me de jî wê agirê Newrozê geş bibe û wê wisa dilê tevahî şehîdan şad bibe. Soz û peymana me ev e. 

Tevgera me wekî tevgereke Medya nû ketiye rê. Rêber Apo di Newroza 1973’an de derketina xwe ya dîrokî bi civîna yekem bi rê xist. Em wekî tevgera Newrozê ne. Bi rêkeftina roja Newrozê civîna çêbûyî; bûye destpêka tevgera me, destpêka têkoşîna azadiya Kurdistan. 

Bêguman Serok Apo bi vê wateyê di roja Newrozê de civîna yekem a Newrozê bi rê xistiye. Serokatî Newrozê ne jirêzê wek rojeke miladî girtiye dest. Hîn di destpêkê de Serok Apo roja Newrozê wekî roja îsyanê, wekî roja berxwedanê û wekî roja destpêka serkeftina tevgera Medya digirt dest û girîngî didayê. Ji bo vê Rêber Apo civîna yekem a tevgerê di roja Newrozê de li dar xist. Dûvre jî di qonaxê têkoşînê de her tim agirê Newrozê û roja Newrozê di têkoşîna me de cihek xwe taybet hebû û Serokatî wisa Newroz nûjendî kir. Berê Newroz wekî rojeke cejnê ku mirov klaman bibêje û pîroz bike dihat destgirtin. Lê wekî rojeke berxwedanê û bilindkirina têkoşînê bi tevgera me re wateyek nû qezenç kir. Newroz di hundirê dîrokê de cihê xwe heye, lê bi tevgera me re hat nûjendî kirin. 

KELEHA ZILMÊ VEGUHERÎ KELEHA BERXWEDANÊ

Di têkoşîna me de cihê berxwedana zindanan pir dîrokî ye. Li zindana Amadê îşkence û zilm mezin bû. Li hemberî ev zilma mezin rêheval Mazlûm Dogan, di roja Newrozê de îsyan destpêkir. Çalakiyaka xwe ya dîrokî di roja Newrozê de pêk anî. Rêheval Mazlûm Dogan wisa bû Kawayê Hemdem. Tevgera Newroza nû wisa birêkeft ew zindana Amedê ku bûbû kela zilmê fertilî bû kela berxwedanê.

Wekî tê zanîn zindana Amedê bû kela berxwedanê û dijmin di wir de têkçû. Ew derketina Kawayê Hemdem bi xwe re wisa dilê Newrozan, dilê berxwedanê geş kir û bi ser keft. Rêber Apo ji bo ku tevgera Medya hîn bi berfireh pêş bixe ket hewildanên pir berfireh û girîng. Li ser vî esasî di pêşengtiya fermandarê hêja rêheval Egîd (Mahsûn Korkmaz) de pêngava 15’ê Tebaxê di sala 1984’an de bi rê keft. Wisa tevgera Medya ji ser çiyayê Kurdistanê li tevahî Kurdistanê belav bû. Di pêşengtiya Mazlûm û Mahsûnan de agirê Newrozê geş bû.

HEFTEYA QEHREMANIYÊ WÊ LI GORÎ KEVNEŞOPIYA XWE BÊ PÊŞWAZÎKIRIN

Şehadeta hevalê Egîd di 28’ê Adara 1986’an de ye. Şehadeta Mazlûm Dogan û yê Mahsûn Korkmaz di navberê de hefteyek heye. Ango ji 21’ê Adarê heta 28’ê Adarê sekin û berxwedaniya van hevalana vê hefteyê kir hefteya qehremaniyê. Hefteya qehremaniyê di têkoşîna me de wek bilindkirina berxwedanê, jiyankirina bîranîna Mazlûm û Mahsûnan tê destgirtin û wisa bûye sedema pêşxistina têkoşînê. Di dîroka têkoşîna me de hefteya qehremaniyê her tim roleke wisa leyîstiye. Niha jî li pêş me hefteya qehremaniyê heye. Bêguman divê em hefteya qehremaniyê li gorî kevneşopiya wê pêşwazî bikin û wisa beşdar bibin.

KONSEPTA DIJMIN A TINEKIRINÊ LI BIN KET

Têkoşîna me bi rastî jî di qonaxeke dîrokî re derbas dibe û dikeve saleke pir girîng. Dagirkeriya Tirkiyê; rejîma faşîst a AKP-MHP û Ergenekonê ev demeke li hemberî tevgera me bi hemû derfetên xwe yê hundir û derve êrîş dimeşîne. Cardin bi piştevaniya Gladio Nato teknîka serdemê hemû bi dest xwe xist. Bi vê xwest ku li hemberî têkoşîna agirê Newrozê, tevgera Medya encam bigre. Ji bo vê li Îmraliyê sîstema îşkenceyê kûr kir, tecrîd giran kir li ser wî esasî êrîş bir ser gerîla, êrîş bir ser qada siyaseta demokratîk, êrîş bir ser gelê me, êrîş bir ser jin û ciwanên Kurd, cardin êrîş bir ser hemû destkeftên gelê Kurd. Xwestin li Bakurê Kurdistan tevgera azadiyê tesfiye bikin. Xwestin li Başûrê Kurdistan, li Rojavayê Kurdistan û li Şengalê jî destkeftiyên gelê Kurd ji holê rabikin. Konsepta wan wisa bû. Lê bi ser nekeftin. Li hemberî ev êrîşên wan ê giştî berxwedaneke dîrokî bi rê keft.

QEYRAN Û ALOZIYA HUNDIR Û DERVE YA LI NAVA REFÊN DIJMIN KÛRTIR BÛ

Bi kurtahî dijmin di şerê li hemberî me de encam negirt. Vê yekê jî di nav refên dijmin de ango di hundirê sîstema mêtîngerî û qirker de qeyran û alozî kûr kir. Alozî û krîza siyasî, ya civakî, aborî û ya leşkerî îro di hundirê sîstemê de pir kûr bûye. Dijmin ji bo ev krîza xwe bibihurîne tek çareyek li pêş heye. Ew çi ye? Divê şer bike.

Rejîma faşist ji bo salê wisa bi derfet bikaribin pêşwazî bikin xwestin ji mecalê zivistanê sûd werbigrin. Di Bakurê Kurdistan de operasyonên di bin navê Eren de birêxistin. Li hemû eyaletên Bakur operasyon dan destpêkirin. Lê di operasyonên xwe de zêde encam negirtin.

'BERXWEDANA LI GARÊ BI RUHÊ KAWAYÊ HEMDEM MAZLÛM DOGANAN BI SER KET'

Herî dawî ev operasyonên xwe yê zivistanê li Bakur bi rêxistî îcarê li ser xeta herêmên Medya jî xwestin encam bigrin. Di 10’ê sibatê de li Garê bi piştevaniya hêzên herêmê û hêzên hegomonîk di cephê Başûr de xwestin ji nişka de êrîş bikin. Wekî derketineke surprîz çêbikin û encam bigrin. Wisa ji bo quwetê xwe, ji bo rejîma xwe moralek qezenç bikin, xwe li cihekî wekî Garê bicih bikin û heman demî ji bo serweriya xwe pêşî herkesî bikin û bibêjin; ‘me esîrê xwe yê di destê PKK’ê de rizgar kir’ û wisa lingekî xwe di navenda Garê de bicih bikin û wisa derbe li navenda gerîla bixin êrîş kirin. Wekî salvegera 22’emîn a komploya navnetewî de wekî komplo zindî bikin wekî komplo bigêjînin asteke hîn bilindtir derbe li tevgera me bidin û wisa bikaribin moral qezenç bikin û ji bo di salê de serkeftî bin vê êrîşê dan destpêkirin. Wekî hemû heval dizanin ev planê dijmin bi berxwedaneke dîrokî re rû bi rû hat. Di pêşengtiya fermandarê hêja rêheval Şoreş Bêytûlşebab de berxwedana li Garê pêşketî bû berxwedaneke dîrokî. Derbeyek girîng li dijmin xist û ruhê ku di şexsê rêheval Şoreşan de di berxwedana Garê de pêşketî wekî ruhê Kawayê Hemdem Mazlûm Doganan e. Di şexsê xwe de wê mirov çawa liberxwe bide û zaferê misoger bike ji bo vê nimûneyeke nû û zindî avakirin. 

FORSA DIJMIN LI GARÊ ŞIKEST

Berxwedana di pêşengtiya Şoreşan, Rojhatan û Seyfiyan de pêşketî bi taybet li Siyanê berxwedana Şoreş, Cudî, Bawer, Erdal, Argêş û Avareşan pêşxistî wekî nûkirina ruhê 14’ê Tîrmehê ye. Ev berxwedan destana qehremaniyê ye. Ev berxwedanî dijmin têkbir. Dijmin xwest di vir de encam bigre ji bo ku di salê de hakim be. Di nava salê de bi ser bikeve. Lê li hemberî vê Destana Berxwedaniya Garê forsa wan şikest. Karîzmaya rejîma Tirk hat xêzkirin.

MÎLADA 'BERÎ Û PIŞTÎ GARÊ'

Lewra berxwedaniya Garê li ser pêvajoyê bandorek mezin çêkir. Ji ber ku ew dîmenê ku mêtîngeriya Tirkiyê di nava raya giştî de çêkirî eşkerebû ku ne wisa ye. Dema li hemberî wan îradeyek derbikeve hêza wan ne çi hêz e û teknîka ku wan pişta xwe lê girêdayî nikare çi encam bigre. Vêya wisa bi ev berxwedana Garê re eşkere bû. Ji bo vê niha herkes vî tiştî şîrove dike êdî dibêjin ‘beriya Garê, û piştî Garê.’ Niha herkes wekî piştî Garê pêvajo û rewşa Tirkiyê şîrove dike. 

Niha Erdogan li ber Serokê Misir Sîsî digere ku tek têkiliyek pê re çêbike. Niha li ber Suudî Erebîstan digere heta xwe li pêş wan wekî sifrê raxistiye ji bo tek têkiliyek çêbikin. Bi mehan e li bendê ye ku serokê Emerîka yê nû hatiye bijartin bi telefonê lê bigere, lê telefon nayê. Ango wisa hem di hundir de alozî kûr bûye û hem jî derve. Jixwe her anketan çêdikin dibînin ku her diçe derdidin. Her wiha di derve de Tirkiye di tecrîdekê de ye. Bêguman vana hemû bi berxwedana Garê pêk nehat, lê berxwedana Garê ev pêvajo hîn bi lez kir.

AGAHIYA NÛ: KOORDÎNEYÊ OPERASYONA GARÊ ALBAY NECMÎ ARMAN HATE KUŞTIN

Artêşa Tirk leşkerên xwe yê herî bijare yên hêzên taybet ku girêdayî serfermandariya giştî bû anîn me dît li Garê ketin çi halî. Agahiyeke nû hatiye berdestê me û em dixwazin bi hevalan parve bikin; dijmin di Garê de windahiyên pir cidî daye. Rast e, dijmin hinek windahiyên xwe yê payebilind eşkere kir. Feqet di berê de jî tê zanîn dijmin windahiyê xwe vedişêre. Jixwe di şerê Garê de jî windahiyên xwe negotin. Heya niha tenê 3 kuştiyên xwe eşkere kirin. Lê li gorî agahiyeke misoger ku gihiştiye ber destê me koordîneya giştî ya operasyona Garê jî hatiye kuştin. Navê wî Albay Necmî Arman e û di 13’ê sibatê de ango roja dawî ya operasyonê de hatiye kuştin. Ev albaya kesê esasî ku operasyonê koordine dikir û berpirsyarê giştî yê operasyonê bû. Di berxwedaniya Garê de ev kesa jî hat kuştin. Rexmê ku dijmin quwetê xwe yê herî bijare anî lê derbeyek giran xwar. 

'EM DIXWAZIN HEFTEYA QEHREMANIYÊ BIKIN BINGEHA PÊNGAVEKE GIRÎNG A DÎROKÎ'

Em dixwazin di vê çarçoveyê de hefteya qehremaniyê bikin bingehê lêhûrbûnê û bikin derketina girîng ya dîrokî."