NPG'ê hêzên gerîla yên li Xakurkê pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) gerîlayên li herêma Xakurkê pîroz kir, ji ber çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker.

Peyama Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) li malpera HPG'ê hate weşandin. Peyam wiha ye:

"Çalakiya ku hêzên we yên eyaletê li Neqeba Elî Dirêj li dijî hêzên dagirker ên Tirk roja 31'ê Gualna 2018'an kirin, ji aliyê wêrekî û taktîkê ve çalakiyeke serketî bû. Vê çalakiyê careke din nîşan da; eger hunera xurt a manewrayê û taktîkên dewlemend ên gerîla bi şêweyekî afirîner bên bikaranîn, pêkane ku hêz û teknîka dewleta faşîst-mêtinger bê qelskirin û bêyî dayina windahiyan, derbên kujer û giran li hêzên dijmin bên xistin.

Di vê çarçoveyê de bi rêbaza çalakiyê û ruhê serdemê li Neqeba Elî Dirêj a Lêlîkanê hêzên we hedefa xwe îmha kirin, bi ser dijmin ve çûn û çek û alavên leşkerî ji ser wan rakirin. Bi navê rêveberiya tevgera me, em hemû hevrêyên fermandar û şervanên tevlî vê çalakiyê bûn pîroz dikin û hêvîdar in ku wê timî serketî bin.

Hemû hevalên çalakger, we û hemû hêzên li eyaletê bi hezkirin û rêzdarî silav dikin. Di têkoşîna şoreşgerî ya pîroz de hêvîdar in ku hûn ê timî serketî bin."