NPG'ê gerîlayên li eyaleta Serhedê pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG), Fermandariya Eyaleta Serhedê ji ber serketina li dijî artêşa Tirk bi dest xist, pîroz kir.

Fermandariya Biryargeha NPG'ê peyamek weşand û wiha got: "Weke parçeyek ji operasyonên tasfiyekirin û tinekirinê yên dewleta AKP-MHP a faşîst li dijî gelê Kurdistanê dimeşîne, di navbera 27-30'ê Îlona 2017'an de li hemberî Çiyayê Agirî ku warê berxwedana dîrokî ya li eyaleta we ye, operasyonek hate kirin. Berxwedana hêzên we ya bi wêrekiya mezin, afirînerî û taktîkên dewlemend, encamên gelekî girîng afirandiye. Berxwedana ku di nava 4 rojên vê operasyonê de hat kirin, nîşan dide ku dema gerîla bi taktîkên cihêreng û rêabzên rast li dijî dijmin şer bike, çawa bi ser dikeve. Bi rengekî vekirî îspat kiriye, ku rêbaza tevgera rast û afirînerî dikare her şêwe teknîka dijmin bitevizîne û hemû êrîşan têk bibe.

Ji ber vê serketina mezin, di şexsê fermandariya we de, em hemû hevrêyên ku tevlî vê pêvajoyê bûne û keda wan di nav de heye, bi navê rêveberiya tevgera xwe pîroz dikin û dixwazin her serketî bin.

Ev encama ku li hemberî operasyona berfireh a bi teknolojiya pêşketî ya artêşa Tirk, bêyî dayina windahiyan bi dest hatiye xistin, ne tenê derba herî giran a salê li dijmin xistiye, di heman demê de raxistiye pêş çavan ku şerê psîkolojîk ê dijmin dimeşîne, şerekî çiqasî derewîn e. Artêşa Tirk li vê derê li pêşberî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê têk çûye û ji hev ketiye. Dema ku ji aliyê rûdan û encamên xwe ve bê nirxandin, wê were dîtin ku Berxwedana Agirî ya 27-30'ê Îlonê weke destaneke lehengiyê li dîrokî neqişî ye. Weke şopdarên fermandarê mezin ê berxwedana Agirî ya dîrokî Îhsan Nûrî Paşa, bersiva ku diviyabû bihata dayin, hate dayin. Artêşa Tirk ku beriya niha 2 caran li Tendurekê bi heman rengî têk çû, vê carê li Çiyayê Agiriyê heman bersiv dît. Wateya vê taybet e.

Li ser vê bingehê, em hemû hevrêyên di Berxwedana Agirî ya 27-30'ê Îlonê de performanseke bilind a leşkerî nîşan dane, bi hezkirin û rêzdarî silav dikin û ji hemû hevrêyan re ji niha û pê ve jî serketinên mezin dixwazin."