NPG'ê gerîlayên li Avaşîn û Girê Cûdî pîroz kir

Fermandariya Biryargeha NPG'ê fermandar û şervanên li Avaşîn û Girê Cûdî şer dikin, ji ber çalakiyên xwe yên serketî pîroz kir.

Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) de wiha hate gotin:

"Dewleta Tirk van herdu salên dawî bi berfirehî êrîşî Başûrê Kurdistanê dike ji bo dagir bike. Berxwedana destanî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, pêkanîna gerîlatiya serdema nû û asta bicihanîna rêbaza şer a bi tîmên bi tevger û tunelan, bû astengiya herî mezin li pêşiya vê armanca dijmin. Gerîla bi berxwedana xwe ya fedaî û performansa xurt a şer, di heman demê de encamên girîng jîa firandiye.

Di vê çarçoveyê de, çalakiya ku tîmên bi tevger ên li Avaşînê di 8'ê Îlonê de li Mamreşo bi ruhê fedaî yê Apoyî lidar xistin, çalakiyeke serketî ya bi rêbaza lêdanê ya taktîka demê ye. Yekîneyeke dagirkeran destpêkê hate kontrolkirin, piştre bi çalakiya gerîla ya koordîneyî ji sê baskan ve derbên xurt lê hate xistin, 8 dagirker hatin cezakirin û bêyî ku windahî bê dayin, çalakî hate pêkanîn. Ev yek serketineke girîng e. Bi vê çalakiya we re careke din hate dîtin ku dema rêbaza şerê tîmê bi tevger bi rengekî rast tê bi afirîneriya taktîkên demê tê pêkanîn, encameke çawa bi dest dixe. Ji ber ku ev çalakiya we ji bo hilanîna tola hevrêyên me yên li Girê Sor hate lidarxistin, ku bi çekên kîmyewî bi namerdî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin şehîdxistin, çalakî hîn bêhtir bi wate kir. Di serî de hemû tîmên bi tevger ên tevlî vê çalakiyê bûne û fermandar û hevalên şervan ên keda wan di nava çalakiyê de hen, ji ber vê serketinê pîroz dikin.

11'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, dagirkerên ku hewl dan bikevin hundirê tunelên şer, destpêkê hatin kontrolkirin, piştre kemîn li ber wan hate danîn û bi taktîkên sabotajê, êrîşê û sûîqestê li wan hate xistin. Ev çalakî çalakiyeke gelekî serketî ye. Ev çalakiya koordîneyî ya li Girê Cûdî ya bi tîmên tevger û tîmên li tunelan, ku bi taktîkê demê bi profesyonelî hate kirin, mînakeke baş e ji bo şerê koordîneyî. Lewma hatiye dîtin ku gava rê û rêbaza demê di cih de bi rengekî rast û afirîner bê bikaranîn, encamên xurt bi dest dikeve. Di vê çalakiya koordîneyî de herî kêm 12 dagirker hatin cezakirin ku yek ji wan payebilind bû, navê 10 ji dagirkeran hate tespîtkirin, bi raya giştî re hate parvekirin û careke din derseke dîrokî ji artêşa Tirk re hate dayin. Artêşa Tirk û medya şerê taybet ku bêyî li ber xwe bikeve windahiyên xwe eşkere nake, tenê li çar kuştiyên xwe mikur hat, lê eşkere bû ku gelek leşker hatine kuştin û cenazeyên wan jî di encama êrîşên artêşa Tirk de îmha bûne. Ji ber vê yekê careke din eşkere bûye ku artêşa Tirk a di bin fermana Tayyîp Erdogan û Hûlûsî Akar de ye ku ji bo berjewendiyan çavê wan sor bûye, ne tenê li hemberî gerîla sûcê şer dike û êrîşên li dijî mirovahiyê dike; di heman demê de leşkerên xwe dişîne mirinê û xwedî li cenazeyên wan jî dernakeve. Fermandar û hevalên me yên şervan ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ku ev çalakiya serketî lidar xistin, rastiya şer raxistin pêş çavan, derewên dijmin eşkere kirin û encamên girîng afirandin. Lewma jî di serî de tîmên bi tevger û tîmên li tunelan em hemû fermandar û şervanên keda xwe di vê çalakiyê de heye, pîroz dikin.

Bi vê wesîleyê di şexsê hevrêyên li Avaşîn û Girê Cûdî de hemû hevalên ku di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê û Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de bi ruhê fedaî û fedakariyeke mezin şer dikin, silav dikin û serketinê ji wan re dixwazin."