NPG'ê Fermandariya Eyaleta Zapê pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG), Fermandariya Eyaleta Zapê ji ber çalakiya li Çelê pîroz kir.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel têkildarî mijarê ev daxuyanî da:

"Çalakiya ku we di 30'ê Gulanê de li qada Tepê Hakan a navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî hêzên dagirker ên mêtingeriya Tirk bi rêbaz û taktîka xweberdana nava hêzên dagirker pêk anîn, çalakiyeke encamgir û serketî bû. Li qadeke ku dijmin lê ji xwe gelekî bawer bû û xwe lê ewle didît, çalakiya ku we di nava rojê de kir, ketin heta nava kozikên dijmin, çek ji ser wan rakir û bi rengekî serketî xwe vekişand, bû çalakiyek ku dijmin hejand.

Ji ber vê çalakiyê ku ji aliyê taktîk û teknîkê ve çalakiyeke serketî ya encamgir bû, em fermandariya we, di şexsê fermandariya we de hêzên eyaleta Zapê û yekîneya ku ev çalakî pêk anî ji ber vê serketina girîng pîroz dikin û hêvî dikin ku gavên we yê serketî bidomin.

Di vê dema girîng a dîroka me ya têkoşînê de em di wê baweriyê de ne ku hêzên we yê eyaletê wê serketinên mezin bi dest bixin, li ser vê bingehê hezkirin û hurmetên xwe pêşkêşî we û hêzên eyaletê hemûyan dikin û serketinê ji we re dixwazin."