NPG’ê di salvegera 16’emîn de Pêngava Hezîranê pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) salvegera 16’emîn a Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an pîroz kir û diyar kir ku wê gerîla bi feraseteke pêngavî têkeve vê serdema nû.

Fermandariya Biryargeha NPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Pêngava 1’ê Hezîranê pîroz kir û got ku “Hêzên HPG’ê wê bibin gerîlayên modernîteya demokratîk. Wê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê di sedsala 21’emîn de gerîlatiya profesyonel nîşanî hemû dinyayê bide.”

Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) wisa ye:

“Pêngava 1’ê Hezîranê ya ku wekî gaveke dîrokî li dijî mêtinkariya qirker hatibû pêşxistin û vê serweriya qirker bersiva hewldanên Rêber Apo nedabû. Em salvegera Pêngava 1’ê Hezîranê li Rêber Apo, li gelê xwe, li mirovayetiya demokratîk û hemû rêhevalan pîroz dikin. Pêşengên qehreman ên vê pêngava dîrokî ji Erdal, Adil, Nûda, Reşît, Rojîn û heta Azd, Berçem, Bedran, Botan, Baran, Çetîn, Armanc, Kemal, Welat û ji wan jî heta Delal, Atakan, Dogan, Vedat, Bager, Cemşît, Têkoşer, Alî, Şevîn, Çîçek, Zîn û heta Zekî Şengalî, Helmet, Sînan, Cemîl û Demhat em hemû şehîdên qehreman ên vê pêvajoyê bi hurmet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna wan di meşa serfiraziyê ya Kurdistana Azad aû Rêbertiya Azad de bidin jiyîn.

Li hemberî konsepta îmhayê ya ku bi komploya navneteweyî derketibû holê, Pêngava 1’ê Hezîranê ya di sala 2004’an de, bersiveke xurt ji polîtîkayên tasfiye û îmhayê re hatiye dayin. Bi vê têkoşînê re di nav pêvajoyê de geşedanên girîng hatin avakirin û rêya rizgariya demokratîk hatiye diyarkirin. Pêngava 1’ê Hezîranê bi şerê gerîla û serhildanên gelê me yê welatparêz, çareseriya demokratîkbûn û doza Kurdan daniye holê. Heke em îro qala rojên nêzbûna azadiya Kurdan dikin, divê were zanîn ku bi helwesta watedar û dîrokî ya Rêber Apo ya li dijî pergala êşkenceya Îmraliyê û li ser bingeha Pêngava 1’ê Hezîranê, bi berxwedana destwanwerî ya şehîdên me yên qehreman û bi fedakariya gelê me pêk hatiye.

Têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê bi salvegera 16’emîn a Pêngava 1’ê Hezîranê, bi pêvajoyeke pêngavî didome. Li hemberî şerê qirker û mêtinger ê rejîma AKP û MHP’ê li ser esasê Şerê Gel ê Şoreşger têkoşîna me dikeve pêvajoyeke nû. Gerîlayên Kurdistanê alavên îstîxbarat û teknîkê yên di destê hêzên mêtinger de, bi teknîka afirîner ê hêza mirovan pûç dik. Gerîla ya ku xwe li ser bingeha felsefeya Apoyî ava kiriye, li hemberî alavên dijmin derfetên îstîxbarat û teknîkê li gorî serdemê baş bi kar tîne. Bi vê perspektîfê re projeya avakirina nû ya ku di 2 salên dawîn de di rojeva me de ye, heta asteke bilind pêk hatiye. Bi saya tecrube û keda heta niha gerîlayên azadiya Kurdistanê, wê xwe li ser xeta şehîdên qehreman û Rêber Apo xurttir bike û wê careke din îspat bike ku ew têk naçe.

Hemû hêzên HPG’ê yên ku wê bi têketina sala 17’emîn a Pêngava 1’ê Hezîranê, wê bibe gerîlayê modernîteya demokratîk. Wê li hemberî teknîka dijmin, teknîka mirov û aqilê mirov û teknolojiyê bîne ba hev û bi afirîneriyeke mezin şerê gerîla derbasî qonaxeke nû bike. Wê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê di sedsala 21’emîn de gerîlatiya profesyonel nîşanî hemû dinyayê bide.

Rewşa pandemiyê ya ku berhemeke modernîteya kapîtalîst e, careke din diyar kiriye ku paradîgmaya Rêber Apo tekane rê ye. Li hemberî modernîteya kapîtalîst îro îhtîmala serkeftinê ya modernîteya demokratîk a gelan zêdetir bûye. Li ser vî esasî bi zanebûna ku wê gerîlayên modernîteya demokratîk roleke mezin bi cih bîne, li ser esasê felsefeya Rêber Apo wê peywirên xwe bi fedakariyeke mezin pêk bîne.

Li ser vî esasî gerîlayên azadiya Kurdistanê yên ku bi mîsyoneke mezin salvegera 16’emîn a 1’ê Hezîraên pêşwazî dike, xwedî biryar e ku sala 17’emîn a Pêngava 1’ê Hezîranê bike sala serkeftinê. Rejîma AKP û MHP’ê ya ku li hemberî têkoşîn û berxwedana gelan ditengije, hemû hêviya xwe bi teknîk û argumanên psîkolojiyê ve girêdaye, bi heman demê xeta nokeriyê xistiye dewrê. Di vê serdema girîng a dîroka me ya têkoşînê de, wê gerîlayên azadiya Kurdistanê bi ruhekî fedaî yê Apoyî, bi tecrubeya kûr û danheva îdeolojîk wê xwe li ser xeta şehîdên me yên qehreman ava bike û peywirên serdema nû bi biryardariyeke mezin pêk bîne.

Em careke din Pêngava 1’ê Hezîranê li hemû gelê xwe, dostên xwe û li hemû rêhevalan pîroz dikin û di sala 17’emîn a Pêngava 1’ê Hezîranê de ji hemû şervanên azadiyê re yên ku wê meşa Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad pêk bînin û ji hemû hêzên têkoşînê re serkeftinê dixwazin.”