Nobeta Edaletê ya malbata Senyaşar di bin dorpêçê de berdewam dike

Malbata Şenyaşar Nobeta Edaletê ya ku li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin di bin dorpêça polîsan de didomîne.

Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrîşê de birîndar bû, nobeta xwe ya edaletê dewam dike. Nobeta ku 9'ê Adara 2021'ê li ber edliyeya li Rihayê destpê kir, îro di roja xwe ya 533’yemîn de ye. Malbat serê sibehê ji mala xwe ya li Pirsûsê hat ber edliyeyê.

Malbata Şenyaşar ku ji 8’ê Tebaxê û vir ve bi ‘biryara dozgeriyê’ ji aliyê polîsan ve li ber siya edliyeyê rûniştina wan tê qedexekirin. Dayik û kurê wê beriya nobet dest pê bike ketin edliyeyê û xwestin bi dozgerê dozê re hevdîtinê bikin. Lê belê tevî ku li dozgeriyê li ser kar bû jî nexwest bi malbatê re hevdîtinê bike.Li ser vê yekê malbatê nobeta xwe li ber deriye edliyeyê di bin siye de da destpêkirin.Tevî ku polîsan bi hinceta biryara dozgeriyê xwest malbatê asteng bike jî Emîne Şenyaşar nobeta xwe berdewam kir. Li ser vê yekê polîsan dest danîn ser doşeka ku Emîne Şenyaşar lê rûniştibû. Piştî wê dayik û kurê wê ji aliyê bi dehan polîsan ve hatin dorpêçkirin.

Emîne Şenyaşar nerazîbûn nîşanî dorpêçê da û got, "Em du kes man e, werin me jî bikujin. Kesê ku dengê me bibihîze tune ye gelo? Ev çi dewlet e, ev çi edalet e? Êdî nikarim vê êşê rakim. We malbata min qetil kir, bila her kes li dijî vê zilmê rabe, êdî bes e! Ev çi bêwijdanî ye, çima edalet pêk nayê. Hûn çima wekîlê xwe diparêzin.”

Polîsan ji parêzerên ku hatine ber avahiya edliyeyê re gotin “Malbatê îqna bikin û ji vir rakin, an em ê wan destgîr bikin” û gef li malbatê xwarin.Parêzerên malbatê hewldanên xwe yên ji bo hevdîtinê bi Alîkarê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê re didomînin. Hewara Emîne Şenyaşar a di bin dorpêça polîsan de ye, li ber edliyeyê deng vedide.

Polîsan xwest rojnamevanên ku dixwazin nobetê bişopînin asteng bikin. Polîsan nasnameya nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Emrûllah Acar girt û ji bo kontrola nasnameyê ji GBT’ê re derbas kir.