Nobeta Edaletê ya li Êlihê di roja 66’an de ye

Li Êlihê Nobeta Edaletê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di roja 66’an de didome.

ÇALAKIYA NOBETÊ

Nobeta Edaletê ya li avahiya Rêxistina Êlihê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatî destpêkirin, di roja 66’an de ye. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên bajêr ên DBP û DEM Partiyê û rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî nobetê bûn.

Ji çalakvanan Horî Acar diyar kir ku heta agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girtin, ew ê çalakiya xwe bidomînin û got: “Deriyên girtîgehan vekin, bila ti kes li wir nemire. Zilmê ji holê rakin. Edaletê pêk bînin.”

Horî Acar bang li dayikan kir û got: “Her dayika li dijî bêmafiyê, divê li dora me be.”

Çalakiya nobetê bi stran û dirûşmeyan bi dawî bû.