Nobeta Edaletê: Rewşa girtiyan xerab dibe

Xizmên girtiyan ên ku di Nobeta Edaletê de ne gotin “Rewşa girtiyan roj bi roj xerab dibe. Gelek girtiyan jiyana xwe ji dest dan.”

Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku‘cezayê’ wan qediyaye lê nayên berdan Nobeta Edaletê didomînin. Malbatan di roja 266’an de li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyanî dan. TÛAY-DER, MEBYA-DER, MED-DER Û Komeleya 78’yiyan piştgirî dan çalakiya nobetê.

Di nobetê de Herdem Merwanî axivî û diyar kir bavê wê Abdulhalîm Kirtay 30 sal in girtiye û û got “Divê qanûn ji bo hemû kesan be. Roj bi roj tendirustiya girtiyan xerab dibe. Gelek girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Divê hemû partiyên siyasî dengê me bibihîzin. Divê daxwazên me bi cih werin. Em bang li Wezîrê Edaletê dikin. Heta niha gelek qanûn hatine derxistin û gelek kes hatine berdan. Lê mixabin daxwazên me nabihîzin. Divê girtiyên nexweş werin berdan.”

Merwanî diyar kir li girtîgehan heqê fatûreya elektrîk û avê ji girtiyan tê stendin û xwest ev rewş bi dawî bibe.

Nobeta Edaletê bi sloganên ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Heq, hiqûq, edaletê bi dawî bû.