'Nobeta Dadê' ya Malbata Şenyaşar kete roja 100'î - 1

Malbata Şenyaşar ku 3 kes ji wan ji hêla xizmên Ibrahîm Halîl Yildiz ê AKP'yî ve hatin kuştin ev 100 roj in nobetê digire. Dayik Emîne Şenyaşar biryardar e ku heta dadmendî pêk were berxwedana xwe bidom

Emîne Şenyaşar a ku ji gundê Aşme ye û Hacî Esvet Şenyşar ê ji gundê Tilhûkê piştî ku sala 1976'an dizewicin dibin xwedî 7 zarokan. 1990'î ji ber şertên aborî bêgav dimînin ku koçî navçeya Pirsûsê ya Rihayê bikin. Li vir ji ber helwesta wan a welatparêzî û desteka wan a li malbatên hejar di demeke kurt de bi rengê 'Malbata Şenyaşar''an têne naskirin û her kes ji wan hez dike. Payiza 2014'an ji ber êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê dema ku Kobanî ji bêgavî malên xwe berdidin deriyên xwe ji wan re vedikin. Hacî Esvet Şenyaşar ji bo ku Kobniyan seferber dibe, di demeke kurt ji derdorê bi rih û can dixebite û alîkariyê komî ser hev dike.  Şenyaşar bi vê jî namînin, kesên ku ji bo destekê bidin berxwedana Kobanê hatibûn ber sînor bi mehan diezimînin.

Raya giştî ya Kurdistanê û Tirkiyê piştî ku bi fermana Halîl Yildiz ê AKP'yî komkujî kirin, malbata Şenyşar nas kirin. Malbata Şenyaşar ku li Pirsûsê têne naskirin û ev 40 sal in esnafî dikin, 14'ê Hezîrana 2018'an bi fermana endamê Lijneyeya Rêveberiya Navendî ya AKP'ê û namzetê wekîltiyê Ibrahîm Halîl Yildiz êrîş çûbû ser malbatê. Yildiz ku bi çarçoweya xebatên hilbijartinê li esnafan digere dikeve dikana Şenşaran û dipirse, ''Daxwaziyeke we heye?'', Şenyaşar jî qesta wan kesan dikin û bi Yildiz re digerin û dibêjin, ''Dengê xwe li yên xwe bikin. Şêniyên  navçeyê tacîz dikin. Gotinan ji jin û keçan re dikin. Bila bêhna me teng dikin.'' Li ser vê, namzetê AKP'ê Yildiz dema ku ji derî derdikeve bi çavê xwe îşaret dike û fermana 'êrîş'ê dide. Xizmên Yildiz ê AKP'yî û alîgirên wî Fadil, Adil, Muhamed, Mehmet, Ferît û Celal Şenyaşar ên li dikanê birîndar dikin. Şenyaşaran bi birîndarî radikin nexweşxanê, xizmên Yildiz li vir bi rengekî hovane wan qetil dikin.

Hecİî Esvet û Emîne Şenyaşar dema ku rûdanê dibihisin li navenda navçeyê digihin hev û diçin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Dema ku diçin nexweşxanê dibînni ku hemû xizmên Yildiz ê AKP'ê li wir in. Xizmên Yildiz dema ku Şenyaşaran dibînin êrîşê dibin ser wan. Emîne Şenyaşar dikişînin nav jinan û dibêjin, ''Ev jin e. Bila jin vê bikujin'' û Hecî Esvet Şenyaşar dikin nav xwe, bi kêr û çekan dikujin.

Bav û kur Celal û Adil Şenyaşar li wir têne kuştin. Fadil Şenyaşar ku birîndar bûyî ji ber gefên xizmên Yildiz ê AKP'yî ji nexweşxaeyan Pirsûsê rakirin ya Rihayê û ji wir jî rakirin ya Amedê. Piştî rûdanê bi 3 rojan bi hinceta ku bira û zêrevanê Yildiz kuştiye Fadil dixin girtîgeha Xarpêtê. Li gel ku di ser rûdanê re 16 meh derbas bûne jî dozgeriya Rihayê dosya venekiribû û li Xarpêtê li odeyeke yek kesî hatibû hiştibûn. 27'ê Kanûna 2019'an îdîanem hatibû hazirkirin û danişîn 24'ê Adara 2020'an bû. Lê ji ber sedema ku daxwaza neqilkirina dosyayê hatibû qebûlkirin dosya şandibûn Meletî. Malbata Şenyaşar dibêje ji ber ku qeydên komkujiya li nexweşxaneya Pirsûsê  jê birine 16 mehan îdîaname nehatiye hazirkirin û doz di cihê xwe de dimîne.

Dosya piştî ku şandin Meleyî danişîna pêşî 15'ê Nîsana 2020'an pêk hat. Danişîn bi hinceta vîrûsa koroanyê ji bo tevdîrê li şûna Dadgeha  Cezayê Giran a 3'an a Meletî li Dadgeha Cezayê Giran a 4'a a Meletî çêbû.  Parêzerên Fadil Şenyaşar bi rêya onlîne axivîn, gotin di îdîanameyê de cih nedana bûyera li nexweşxanê û ev bi rûdanê re qut e. Parêzeran gotin îdianame dive dîsa li dozgeriyê were vegerandin , ji bo miwekîlên wan girtîbûn bûye rêbazeke cezakirinê û xwestin ku Fadil Şenyaşar were berdan.  Dadgeha nobedar ti daxwaz qebûl nekir, danişîn taloqî Tîrmeha 2020'an kir. Wekîlên HDP'ê Ayşer Surucu û Omer Faruk Gergerlîoglu û Hevserokê Rihayê Mikalîl Goek   ji bo ku danişîna 2'yan bişopînin çûbûn dadgehê lê nehiştibûn ku ew bikevin edliyê.

Li Danişînê Emîne Şenyaşar dema ku behsa serhatiya xwe kirî piranî caran giriyaye û gotiye, ''Dema rûdanê neviyekî min  xeber da min. Wê gavê dema ku ber bi dikanê ve diçûm jinên li taxê nehiştin ku biçim dikanê û gotin ,''zaroyên te kuştin.'' Gotin,''Neçe, wê te jî bikujin''. Min hewl da ku biçim cihê kar, polîsan cihê rûdanê dorpêç kiribûn, nehiştin ku biçim dikanê. Ez jî li wesayitekê siwar bûm û çûme nexweşxanê. Wê gavê min dît ku hevserê min kêr kirine. Li ber çavê min Hecî rakirin nexweşxane. Wê demê fersenda min çênebû ku zaroyên xwe yên birîndar bibînim.'' Danişîn taloqî 20'ê Mijdara 2020'an bûbû.

Di danişîna 3'yan de nehiştin wekîl û nûçegihan têkevinhêwanê, Fadil Şenyaşar û Enver Yildiz ku di êrîşê de birîndar bûbûn ji girtîgehê bi rêya onlîne tevlî danişînê Bûn. Di danişînê de ji bo Ferît Şenyaşar 150 sal ceza hate xwestin ji bo Enver Yildiz jî 12 sal ceza. Dadgehê daxwaza berdana Şenyaşar û Evner Yildiz qebûl nekir û danişîn taloqî 25'ê Kanûna 2020'an kiribû.

25'ê Kanûnê jî ti biryarek nehatibû standin û danişîn taloqî 12'ê Adarê bûbû.

Şahdi Murat Kaya ku danişîna dawî dadgehê biryar li ser dabû ku lê were guhdarîkirin bi rêya onlîne tevlî Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Rihayê bû. Kaya ku piştî êrîşê îfade dayî, piştî bi 2 sal û nîvan biryar li ser hate standin ku were dadgehê. Kaya got, berevajî gotinên wekîlê AKP'yî Yildiz, ji Şenyaşaran kesî negotiye, 'Tu dizanî wekîlê me kî ye? Em ên rêxistinê ne'' û nîqaşeke wiha nebûye. Li ser vê parêzeran gotin îfadeyên Yildiz û xizmên wî derew in û xwestin ku Fadil Şenyaşar were berdan.

Parêzeran her wiha xwestin qeydên tapeyan ên Ibrahîm Yildiz li dosyayê werin zêdekirin, lêpirsîn were berfirehkirin, têkilî rûdanê daneyên derveyî û delîl bêne tespîtkirin, lêpirsîna kargeh û nexweşxanê bikin yek lê dadgehê ev daxwaz qebûl nekir û danişîn taloqî 2'yê Nîsana 2021'an kir.

Danişîna biryarê 2'yê Nîsanê bû û dadgehê bi sedema ku Mehmet Şah Yildiz kuştiye û hewl daye Abdurrahman Yildiz, Mustafa Yildiz, Nîhat Yildiz, Suleyman Yildiz, Kenan Yildiz bikuje û Engîn Şîmşek, Ahmet Çetîn briîndar kiriye û çek pê re hatiye girtin 37 sal û 9 meh ceza  da Fadil Şenyaşar ku bavê wî û du birayên wî hatibûn kuştin. 

Dadgehê 18 sal ceza da bersûcê dî yê girtî Enver Yildiz. Dadgehê biryar da ku herdu girtî bimînin. Parêzerên Malbata Şenyaşar gotin rêya îstînaf û dadgeha bingehîn vekiriye û heke îstînaf jî ceza qebûl bike ew ê dozê bibin dadgeha bingehîn.

Malbata Şenyaşar piştî ku dozgerê di şandeya dadgehê de muteleaya xwe da li ber Seroktiya Bajêr a AKP'ê û edliyaya Rihayê dest bi nobetê kir. Dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyşar ev 100 roj in nobeta xwe ya ji bo edeletê didomînin. Heta niha bi dehan caran hatine destgîrkirin, êşkence li wan hatiyek irin. Ferît û diya wî gelek caran rakirin nexweşxanê. Emîne Şenyaşar ji ber girî û strêsê hindik maye kor bibe, dibêjin, heta ku dadmendî pêk were ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

SIBE: Nirxandinên Ferît Şenyşar ên li ser nobeta wan a dadmendiyê.