Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê berdewam dike

Nobeta Azadiyê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ya ji bo fîzîkiya Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 169’an de bi koma 34’an berdewam dike.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Nobeta Azadiyê hatibû destpêkirin. Nobeta Azadiyê di roja 169’an de bi koma 34’an berdewam dike.  

Merasîma dewrkirina koma çalakiyê bi kombûna çalakvanan û xelkê wargehê ya li Saziya Ciwanan bi deqeyek rêzgirtinê ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 33’yemîn Seedî Aloşî axivî. Seedî Aloşî di destpêka axaftinên xwe de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kir û wiha got: “Em bang li hemû kesên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin dikin ku li Rêbertiya me xwedî derbikeve û Serokê me ji bin vê tecrîdê derbixin. Em azadiya fîzîkî ya Serokê xwe dixwazin û em serkeftinê ji hemû gelê Kurd yê bindest re dixwazin.”

Nobeta Azadiyê bi dirûşmeyên ”Bê Serok jiyan nabe” û ”Bijî Serok Apo” dewrî koma 34’an hate kirin.