Nobeda xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê 59 roj in dewam dike

Xelkê Şengalê ku ji bo xwedîderketina li asayîşa xwe 59 roj in li binê konê li ber asayîşê nobedê digire, dibêje "Çawa ku zarokên me xwedî li me derketin, em ê jî wan biparêzin."

Ji 9'ê Cotmeha 2020'î dema ragihandina lihevkirina Hewlêr-Bexdayê a li ser Şengalê û vir ve, ku bêyî xelkê Şengalê hate amadekirin, nerazîbûna şêniyên herêmê dewam dike. Xelkê Şengalê ku vê peymanê weke hewldanek ji bo tunekirina nirx û saziyên Şengalê dibînin, beriya 59 rojan li ber Navenda Asayîşa Êzidxanê kon vedan û xwedî li asayîşa xwe derdikeve.

Çalakî bi dirûşma "Em hemû asayîş in" dest pê kir û rojane bi tevlîbûna şêniyên ji gund û bajarokên Şengalê dewam dike. Herî dawî xelkê Dahola û Borikê nobed girtin.

Ji çalakgeran Tewrê Xelef ji Jinnewsê re axivî û got, "Divê asayîşa me ji aliyê hikumetê ve bê naskirin... 7 sal in zarokên me me diparêzin. Em jî li ber xwe didin û xwedî li asayîşa xwe derdikevin."

Gulistan Xidir jî got, "Civaka Êzidî ne weke ya beriya fermanê ye, xwe nas dike û bi rêxistin kiriye. Divê xelkê Êzidî bi yek carî di nava berxwedanê de be."