Nobeta malbatan dewam dike: Daxwazên me ji bo her kesî ye

Xizmên girtiyan ên li ber Saziya Tipa Edlî ya li Amedê li hev civiyan, gotin "Daxwazên me civakî ne" û bang li raya giştî kirin.

Nobeta Edaletê ya li Amedê, ku xizmên girtiyên nexweş û girtiyên ku li gel bidawîbûna cezayên wan nayên berdan, di roja 177'an de li ber Saziya Tipa Edlî dewam kir. Endamên HDP, DBP, TJA, MED TUHAD-FED, TUAY-DER, MEBYA-DER'ê jî tevlî çalakiyê bûn.

Ji xizmên girtiyan Herdem Merwanî diyar kir ku pirsgirêkên li girtîgehê her roj girantir dibin û got, "Eger ji bo welatekî wê qala demokrasiyê bê kirin, divê li rewşa girtîgehan bê temaşekirin." Herdem Merwanî got, bi mehan e ew çalakiyê dikin, lê belê daxwaz û bangên wan bi cih nayên anîn.

Merwanî bang li Wezareta Edaletê kir ku daxwazên wan bibihîze, çareseriyekê peyda bike û got, "Berdana bi kontrol divê êdî ji bo hemû girtiyan derbas bibe. Bila partiyên siyasî guh bidin dengê me. Êdî bes e. Daxwazên me civakî ne, ji bo tevahiya mirovahiyê ne."

WAN

Li Wanê jî malbatên girtiyan xwestin li pêşiya Saziya Tipa Edlî daxuyaniyê bidin çapemeniyê, lê belê polîsan dor li wan girtin û nehiştin daxuyaniyê bidin. Malbatên girtiyan jî ev helwest û biryar şermezar kirin.