Çalakiya Malbata Şenyaşar dewam dike

Malbata Şenyaşar ji bo xizmên xwe yên hatin qetilkirin, li pêşiya Edliyeya Rihayê nobeda 'edaletê' dewam dike. Îro roja 100'î ya çalakiyê ye.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê sala 2018'an ji xaliyê xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di êrişê de birîndar bû, çalakiya nobedê dewam dike.

Malbata Şenyaşar beriya dest bi çalakiya xwe ya roja 100'î bike, bi rêya telefonê bi Fadil Şenyaşar re axivî ku di êrişê de birîndar bû û piştre hate girtin.

Malbata Şenyaşar piştre hate ber bendên ji beton ê li ber avahiya edliyeyê û dowîza bi nivîsa "Dayikek 100 roj in li ber Edliyeya Rihayê ji bo edaletê nobedê digire. 2 zarokên wê û hevserê wê li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. Ji ber ku di nava komkujiyê de parlamenter heye, 3 sal in doz nayê vekirin" hilda.