Niştecihên Çewlîgê: Bila tecrîd bi dawî bibe û kes nemire

Niştecihên Çewlîgê bal kişandin ser çalakiyên greva birçîbûnê gotin: “Êm ê bibin dengê berxwedana Leyla Guven û girtiyan. Em bang li dewletê dikin ku li gor hiqûqa xwe tevbigere. Bila tecrîd bi dawî bibe û kes nemire." 

Çalakiya greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger ku Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenli dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê KurdAbdullah Ocalan di 8'ê mijdara 2018'an de destpê kir, hem li hundir û hem li derve belav dibe û berdewam dike. Niştecihên Çewlîgê têkildarî çalakiyên grevên birçîbûnê ji ANF’ê re axivin.

‘BILA LEYLA GUVEN Û ÇALAGERÊN DI ÇALAKIYÊ DE BIJÎN’

Welatiyê bi navê Azîz Bazencir destnîşan kir ku tenê daxwazeke Leyla Guven û girtiyan heye, ew jî bidawîbûna tecrîdê ye. Bazencir da zanîn ku ew kesên di çalakiyê de ne tevahî zarokê wanin û got: “Em bi fikarin, bi mehane zarokên me di çalakiyê de ne û her kes li hemberî vê qîrînê bêdenge. Çar çalageran ji bo tecrîd bi dawî bibe canê xwe bexişandin. Ez bang li dewletê dikim ku bila hiqûqa xwe pêk bîne. Em li cem Leyla Guven in. Li Çewlîgê zextên dijwar li ser gel hene. Lê em ê bi ruhê berxwedana çalakgeran di 31’ê Adarê de bersivê bidin hikûmetê. Bila Leyla Guven û zarokên me yên li girtîgehan bijîn."

‘WÊ ÇALAKÎ LI HER DERÊ BELAV BIBE’

Jina bi navê Hatîce Kavran jî anî ziman ku daxwaza Leyla Guven û girtiyan daxwazeke rewa ye û tenê daxwazek wan heye, ew jî bidawîbûna tecrîdê ye. Kavran bilêv kir ku tecîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û wiha axivî: “Dewlet bi tecrîdê hiqûqa xwe binpê dike. Kî dibe bila bibe tecrîd li hemberî mirovan nayê pêkanîn. Tenê daxwazek çalageran heye ew jî pêkanîna hiqûqê ye. Çalakiya greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger di pêşengtiya Leyla Guven destpêkir li seranserî dinyayê belav bû. Eger daxwaza çalageran pêk neyê, wê ev çalaki li tevahiya civakê belav bibe. Çewlî xemgîne, ji ber ku kesên di çalakiyê de zarokê Çewlîgiyan e. Çewlîg heta dawiyê wê xwedî li nirxê xwe derkeve. Em weke xelkê Çewlîgê li gel Leyla Guven in. Divê li her derî her kes bibe dengê berxwedana girtiyan û Leyla Guven.Eger derve dengê xwe bilind bike wê rê li ber mirinan were girtin.”

‘EM Ê BIBIN DENGÊ WAN'

Welatiyê bi navê Nîhat Aksoy destnîşan kir ku li gel hemû zext û polîtîkayên cewisandinê yên hikûmetê Çewlîg li gel Leyla Guven û dilên azadiyê ne. Aksoy da zanîn ku xelkê Çewlîgê li hemberî AKP’ê bi berteke û ev tişt got: “Hikûmet li Çewlîgê polîtîkayên cuda dixwaze herêmê bixe dibin kontrola xwe de. Rojeva sereke ya xelkê Çewlîgê çalakiya greva birçîbûnê û tecrîde. Tecrîd sûçê li dijî mirovahiyê ye û çalakiyê greva birçîbûnê mafekî herî rewa ye. Divê dozê de me giyanên xwe winda kirin. Dema malbata heval Zulkuf serdana Leyla Guven kir û dîmenên serdanê derketin, dilê me tevahiyan hejiya. Em naxwazin tu kes jiyana xwe ji dest bide. Lê ev kevneşopiyek ya berxwedanê ye. Dema ku ji derve bêdeng bimîne, girtîgeh dikevin dewrê û rola xwe ya dîrokî dilîzin. Em ê ji bibin dengê Leyla Guven û çalakgerên di girtîgehan de di berxwedanê de ne.”

‘DIVÊ HER KES RABE LI SER LIGAN’

Welatiyê bi navê Selahattîn Kolû jî anî ziman ku tecrîd tenê ne li Îmraliyê li ser hemû gelê Kurd pêk tê û got: “Çalakiya Leyla Guven di roja 142’an de didome û çalakî li her derê belav dibe. Em weke xelkê Çewlîgê bifikar û xemgînin. Bêdengiya li hemberî çalakiyên greva birçîbûnê şerma dinayê ye. Divê rojek ji rojekê zûtir hikûmet bikeve dewrê û hiqûqa xwe pêk bîne. Li girtîgehan mirovên me jiyana xwe ji dest didin her kes bê denge. Ev bêdengî heta kengê wê bidome. Em dixwazin ev tecrîd bê şikandin. Ez bang li gelê Kurd dikim, divê ji bo serokatiya me her kes rabe ser lingan û pêwiste em vê tecrîdê bişikînin.