Nîşeyên ji Başûrê Kurdistanê –ÇAVDÊRÎ

Li Kurdistanê rengên payîzê xwe ji hewaya çiyayan dide der. Her dem çiya xweş in lê rengên herî xweşik di meha Îlonê de xwe nîşan dide.

Li kolanên bajêr li gel navendên danûstandinê yên mezin gel hejîr, gûz û tiriyên ku ji gundên çiyê anîne li kolanan difiroşe. Gelek dîmen hene ku nîşanî me dide ku hejarî ne qeder e lê mirov hê jî hejar in. Lê ew dizanin ku sekinandina li ser piyên xwe, rûmet e.

Li Başûrê Kurdistanê rojeva siyaset û civakê gelekî zêde ye. Rojevên Kurdistanî êdî tenê li ser parçeyekî nameşe. Referandûma li Başûrê Kurdistanê, dîlgirtina endamên MÎT’ê, pêşveçûnên li Reqayê her tişt di rojevê de ye. Lê ka werin di nav evqas rojevan de ez ji we re qala kêşeyekê bikim  a ku dixwazin werin jibîrkirin. Krîza ekonomîk û hejarî.

Ji serê salên 2000’î û vir ve ez her salan hatim Başûrê Kurdistanê. Min hewl da çavdêriya hemû guherînên civakî, siyasî û ekonomîk bikim. Piştî mudaxeleya DYA’yê ya li Iraqê, rewşa li Başûrê Kurdistanê zêdetir girîng bû. Parlemento û avadaniya wê ya federatîf çêbû. Di warê siyasî de xwe cihê kir lê di warê ekonomîk de ne wisa ye. Avahiyên bilind, otêlên luks, erebeyên luks û navendên danûstendinê him bedewiya otantîk a Başûrê Kurdistanê xera dike û him jî berxuriyê nîşanî me dide.

Hewlêr û Silêmanî, du navendên cihê yên siyasî her ku diçin ji hev cuda dibin û reqabeta xwe bi avahiyen mezin re didomînin. Li Silêmaniyê malên Îranê, li Hewlêrê jî malên Tirkiyeyê hene. Di warê otomotîvê de jî Çîn. Tesîsên ji bo hilberînê ber bi çavên mirov nakevin. Piyaseya gastronomî, oto galerî û telefona destan gelekî geş e. Rayedarên polîtburoyên partiyên mezin ji van tiştan qezencên mezin bi dest dixin. Li Başûrê Kurdistanê tu fabrîqe tune ye ku têkeve rojevê yan jî qala çêkirina wê were kirin.

Ligel ax û ava zêde, berhem ji derve tên. Krîza ekonomîk hê jî didome. Bi veberhênan û pereyê di piyaseyê de hêrsa civakê hatiye kêmkirin û bi taktîka referandûmê rojev hatiye guherandin. Welatê ku bi çavkaniyên xwe nikare têra xwe bike û girêdayî welatên din be. Jixwe helwesta Îran û Tirkiyeyê û gotinên hikumeta Iraqê ya ku dibêje “heke pereyên van kesan were birrîn” her tiştî diyar dike.

Bêguman Kurdistana serbixwe û azad. Lê divê mirov bibêje ku heke nikare ekonomiya civakî têxe navenda hilberînê, polîtîkayên xwe avadaniyê bi kok û asas bike û di warê leşkerî de xwe mîsoger neke, wê rastî xetereyan were.

Di warê bikaranîna avê û çandinî û sewalkariyê de tu dev ji pêşveçûnê berde, xwe di nava têkiliyên rojane de bi sînor dike. Ev tişt ji bo dahatûya Kurdistanê sînyalên baş nade. Ciwanên li Başûrê Kurdistanê hê ku şer tune ye dixwaze bireve Ewrûpayê. Ji ber ku li ber wan tu dahatû tune.

Meseleyeke mezin e ku kesên li ser medyaya civakî xwe dikin Kurdonot zanibin ku Kurdistana rastîn naşibe nihêrîna ji ser maseyan. Kesên ku fenanî fanatîkên fûtbolê xwe bi partiyekê angaje dikin û dibêjin qey “neteweperestiyê” dikin, divê vê xalê baş bibînin. Divê bizanibe ku koça mejiyî, bêhedefiya ciwanan û çanda berxuriya zêde Kurdistanê tehdît dike.

Bi plazayên camê, bi otêlên mezin û çend otomobîlan serxwebûn nayê. Bi feraseta ku civaka xwe tevlî hilberînê dike û xwedî li ax, av, çiya û daristana xwe derdikeve, Kurdistan wê azad jî bibe û serbixwe jî bibe…