Nîşaneyên paş gavavêtina Barzanî ya ji bo referandûmê

Di hevdîtinên Barzanî ya bi nûnerên DYA, Îngilîstan û NY’yê re hate kirin de, nîşaneyên paşxistina ji referandûmê daye.

Barzanî di hevdîtinan de gotiye: “Paşxistina referandûmê ne biryarede di destê min tenê de ye, biryarekek bi serokên partiyên din ên siyasî re hatiye girtin” parlemento nîşanda.

Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî di hevdîtina li gel nûnerên DYA, Îngilîstan, Neteweyên Yekbûyî (NY) re pêk anî de, nîşaneyên paşxistina ji referandûmê da.

Piştî hevdîtinên Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li Dijî DAIŞ’ê yê DYA’yê Brett McGûrk a bi Serokwezîrê Iraqê Heyder El Ebadî, Yekîtî Nîştîmanî Kurdista (YNK), Tevgera Goran, Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re, îro li Dihokê bi Mesûd Barzanî re hevdîtinek pêk anî.

Heyeta ku ji McGûrk, Nûnerê NY Jan Kûbîs, Sefîrê Bexda yê DYA Doûglas Sîllîman û Sefîrê Bexda yê Îngilîstanê Frank Baker pêtên di hevdîtina bi Barzanî re pêk anîn hat diyarkirin ‘Ji bo paşxistina referandûmê rêyên alternatîf hatine pêşkêşkirin.”

BARZANÎ PARLEMENTO NÎŞAN DA

Barzanî ev gotiye: “Biryara paşxistina referandûmê ne di destê min de ye, biyareke ji aliyê serokên partiyên din ên siyasî ve hatiye girtin.” Parlemetoya Herêma Kurdistanê ku tê plankirin wê sibe bê vekirin, nîşan da. Barzanî ji heyetê re gotiye: “Piştî hevdîtina li gel partiyên din û şûnde ez ê biryarê eşkere bikin.”

Dûh piştî ku McGrûk li Silêmaniyê li gel Tevgera Goran hevdîtin kir û şûnde, Endamê Odeya Dîplomasiya Tevgera Gorna Wişyar Omer gotibû: “McGûrk ji bo me gotiye, DYA ji sedî sed li dijî pêkanîna referandûmê ye.

JI DYA 3 PÊŞNIYAR

McGûrk di serdana xwe ya ji bo Başûrê Kurdistanê ya têkildarî referandûmê 3 pêşniyar ragihandibû. Pêşniyarên McGûrk wiha ne: “Bexda divê têkildarî pirsgirêkên bi Başûrê Kurdistanê re gav bavêje”, “DYA, Îngilîstan, Fransa li gel Hikûmeta Navendî ya Bexda ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên Herêma Kurdistanê, heyetekê ava bike” û “Divê referandûm bi biryara parlementoyê bê paş xistin”

PARLEMENTO SIBE VEDIBE

Deriyê Parlementoya Herêma Kurdistanê ya ku 12’ê Cotmeha 2015’an hatibû giritn û li bendê bû ku îro bê vekirin wê sibe bê vekirin. Li Hewlêrê piştî hevdîtina sê alî ya navbera PDK, Goran û YNK’ê de hate kirin û şûnde biryar hate girtin ku ji nû ve parlemento bê vekirin.