Newroza Geverê: Daxwazên zindaniyan daxwazên me ne

Li Geverê bi beşdariya bi hezaran kesî Newroz bi rengekî bi heybet hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de hate xwestin ku tavilê hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê kirin û berxwedana li zindanan hate silavkirin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi hezaran kes di pîrozbahiya bi heybet a Newrozê de li hev civiyan. Ji bo pîrozbahiyan ku li stada Yenî Şehîrê pêk hat, bi hezaran kes serê sibehê bi rê ketin. Ji sê nuqteyên cuda derbasî nava qada pîrozbahiyê bûn ku bi alên HDP'ê hatibû xemilandin. Di pîrozbahiya îsal de ciwan li pêş bûn. Ciwanên ku bi alên HDP'ê ketin qadê dirûşmên "Em bi Gergerlîoglû re ne", "Bijî berxwedana zindanan" û "HDP gel e, gel li vir e" hatin qîrîn.

Polîsan gotin ku tenê 1500 kes dikarin bikevin qadê. Lê gelê paş ve gav neavêt.

Girseya gel li ber stranan govend gerand û bi dirûşmên "HDP gel e, gel li vir e" nerazîbûn nîşanî doza girtina HDP'ê da.

Hevseroka Şaredariya Silopiyayê ya HDP'î Adalet Fîdan li qada pîrozbahiyê silav da gel.

'DIVÊ TAVILÊ HEVDÎTIN BÊ KIRIN'

Parlamenterê HDP'ê Saît Dede ji gel re axivî û got, "Ji bo gel û baweriyan li ber hev rakin erdnîgariya Kurdistanê veguherandin gola xwînê. Gelê me bi hêza ji Newrozê wergirtî li dijî faşîzmê li ber xwe da, hîn jî li ber xwe dide."

Dede bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, li Rojhilata Navîn, li Tirkiyeyê aramî, demokrasî wê neyê. Divê tavilê hevdîtin bi Birêz Ocalan re bê kirin. Birêz Ocalan şexsek nîne, ew lîderekî polîtîk e ku muxatabê pirsgirêka Kurd e. Hevrêyên me yên li girtîgehan bi rojane di greva birçîbûnê de ne. Daxwazên hevrêyên me yên li girtîgehan daxwazên mirovên li vê derê ne, divê tavilê bi cih bên anîn."

Di pîrozbahiyê de herî dawî Rezan Şîrvan derkete ser dikê. Li dora agirê Newrozê demeke dirêj govend hate gerandin.