Newroza Amedê tirs berda dilê desthilatdariyê: Lêpirsînê dest pê kir
Pîrozbahiyên bi heybet ên Newroza îsal bû tirs û kete dilê desthilatdariya AKP-MHP'ê. Têkildarî pîrozbahiya li Amedê lêpirsînê dest pê kir.
Pîrozbahiyên bi heybet ên Newroza îsal bû tirs û kete dilê desthilatdariya AKP-MHP'ê. Têkildarî pîrozbahiya li Amedê lêpirsînê dest pê kir.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê, bi hinceta "propaganda rêxistinê hatiye kirin", têkildarî pîrozbahiya Newrozê ya li Amedê dest bi lêpirsînê kir.
Di nava rojê de jî polîsan li bendên kontrolê yên li aliyê Zemrût Kent, Yenîhal û Rezan ên Parka Newrozê, gelek kes destgîr kirin.
Ji kesên di nava rojê de hatin destgîrkirin, 13 kes hînê li Midûriyeta Polîsan a Amedê dîlgirtî ne.