Newroz li Mûşê bi girseyî hate pîrozkirin

Newroz li Mûşê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate pîrozkirin. Girseya gel bi xurtî li ber tecrîda li Îmraliyê rabû.

Bernameya Newrozê ya li Stasyona Gar a Mûşê hate lidarxistin. Di Newroza ku parlamenterên HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Omer Ocalan weke axivîner cih girtin de qad bi alên HDP’ê û Partiya Çep a Kesk hate xemilandin. Girseya ku bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” kete qadê, bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan. Di bernameya ku bi rêzgirtinê dest pê kir de her tim dirûşmeyên “Hikumet îstîfa” hatin berzkirin.

Hevserokê HDP’a Mûşê Savci Arslan ê bal kişand ser krîza aborî û civakî ya li welat, destnîşan kir ku desthilata AKP’ê û MHP’ê wê di hilbijartinên di pêşiya me de bişînin û wiha got: “Em soz didin ku em ê di hilbijartinan her sê parlamenteran û şaredariyê bi dest bixin.” Axaftin her tim bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Newroz pîroz be” hate birîn.

Rêveberên HDP’ê, Partiya Çep a Kesk û DBP’ê welatî silav kirin. Pişt re helbesta Newrozê ku Erol Yalvarci bi kurdî nivîsandî hate xwendin.

Parlamentera HDP’e ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî destnîşan kir ku Newroz di bin siya êş û hilweşînê de tê pîrozkirin û wiha got: “Mifteya Tirkiyeyeke demokratîk, wekhev û azad di destê kurdan de ye. Kedeke mezin a birêz Ocalan ê em heta vir anîn û kirin xwedî nasname heye. Em ji vir ragihînin; Newroza te pîroz be Birêz Ocalan.”

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan jî diyar kir ku li dijî zaliman û Dehaqan Kawa sed sal in li ber xwe didin û destnîşan kir ku li dijî desthilata AKP’ê û MHP’ê bi hezaran Kawa cih digirin. Ocalan bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Dixwazin li 4 parçeyên Kurdistanê gelê kurd bê statu, bê vîn û bê nasname bihêlin. Madem li vî welatî hiqûq heye, çima ji bo Birêz Ocalan derbasdar nîne û nayê sepandin? Çima li ser Birêz Ocalan polîtîkayên tecrîdê tên meşandin? Çima rê li ber hevdîtina bi Ocalan re venakin?"

Polîsên piştî axaftina parlamenteran ketin qadê, 3 ciwan destgîrkirin. Ji destgîrkirinê re parvekirinên medyaya dîjîtal weke hincet hate nîşandan. Ciwanên li qadê nerazîbûn nîşanî rewşê dan.

Piştre hunermend Baran Bozyel derket ser dikê. Girseyê ji bo hunermend Mîr Perwer ê Mûşî ku li Parîsê hate qetilkirin dirûşm berz kirin. Bozyel jî wiha axivî: “Mîr Perwer bi rêzdarî bi bîr tînim. Ji ber em Kurd in hunera me tê astengkirin.”

Piştî gotina stranan a Bozyel bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Newroz” agirê Newrozê hate vêxistin.