Nehiştin ku endamên meclîsa şaredariyê yên HDP’yî têkevin şaredariyê!
Li Cizîr û Hezexê polîsan nehiştin ku endamên meclîsa şaredariyê yên HDP’ê têkevin şaredariyê.
Li Cizîr û Hezexê polîsan nehiştin ku endamên meclîsa şaredariyê yên HDP’ê têkevin şaredariyê.
Li Cizîr û Hezexê endamên meclîsa şaredariyê yên HDP’ê xwestin tevlî civîna mehane ya şaredariyê bibin. Ev şaredarî hatibûn desteserkirin û li ser wan qeyyûm hatibûn wezîfedarkirin. Dema endamên meclîsê xwestin têkevin avahiyê, polîsan pêşiya wan girt. Polîsan diyar kirin ku ew ê nehêlin endamên meclîsa şaredariyê yên HDP’yî têkevin nava şaredariyê.
Li Cizîrê endaman xwestin bila hinceta vî tiştî were eşkerekirin û daxwazname dan gerînendetiya karê nivîsan.
HEZEX
Li Hezexê jî polîsan nehiştin ku endamên meclîsê têkevin şaredariyê. Polîsan diyarkirin ku derbarê civînê tu teblîkat nehatiye kirin û ji ber vê jî ew ê nehêlin ku endamên meclîsê têkevin şaredariyê.
Li Qosera Mêrdînê jî destûr nehatibû dayin ku endamên meclîsê têkevin şaredariyê.
n