Necmedîn Kerîm: Ti hikmê biryarê nîne

Li ser ji erkê girtina Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ji ofîsa Necmedîn Kerîm daxuyaniyek nivîskî hate dayîn û hate gotin: “Ti hikmê vê biryarê nîne.”

Têkildarî biryara Serokwezîrê Iraqê Heyder El Ebadî ya ji erkê girtina Weliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm a li parlementoyê hate erêkirin, ji ofîsa Necmedîn Kerîm daxuyaniyek nivîkî hate dayîn. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Biryara Parlemetoya Iraqê, li gorî qanûnan ti hikmê xwe nîne.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li gorî qanûnên Iraqê ji erkê girtina Waliyê Kerkûkê tenê di destê Meclîsa Bajarê Kerkûkê de ye û wiha hate gotin: “Li gorî madeya 21’an a parêzgehên girêdayî (Hikûmeta Navendî) a Bexda ya Iraqê, biryarekî bi vî rengî li bajarên Kurdistanê pêk nayên.

Di dewama daxuyaniyê de bi hinceta Kerîm “Li Kerkûkê hildana Ala Herêma Kurdistanê” û “Biryara referandûmê standiye” ji erkê hatiye girtin hate bibîr xistin.