Ne yê ku gendelî kirî lê yê ku nûçeya wê çêkirî hate darizandin

Nûçegihan Oktay Candemîr û Mehmet Dûrsûn ji ber ku gendeliya Şaredarê AKP’yî Ozgokçe kirin nûçe hatin darizandin.

Nûçegihan Oktay Candemîr û Mehmet Dûrsûn piştî nûçeya ‘Îdîaya 40 trîlyon gendelî ya Şaredariya Tûşbayê’ ku di ANF’ê de weşiyabû, ji hêla Şaredarê AKP’yê yê Tûşbayê Fevzî Ozgokçe ve bi îdîaya ‘buxtan û kêmkirinê’ doza hate vekirin, rûniştiya pêşî ya dozê li Dadgeha Cezayê Giran ê 4. ê Wanê hate dîtin.

Di rûniştinê de Candemîr û Dûrsûn diyar kirin ku nûçe rast in û ji bo sûda gel e, îdîayên li ser xwe qebûl nekirin û xwestin ku gendelî werin lêkolan.

Dadgehê ji bo ku îdîayê gendeliyê werin lêkolan biryar da ku nivîsek ji Dozgeriya Komarê re werin şandin û her wiha biryar hate dayin ku Şaredarê AKP’yî Fevzî Ozgokçe di rûniştina bê de tevlî rûniştinê bibe. Rûnişti taloqî 19’ê Îlona 2017’an bû.

RED NEKIRIBÛ

Fevzî Ozgokçe di axaftina xwe de ku li Meclîsa Şaredariyê kiribû, gotibû hin karmendan zarî îmzeya wî kirine, gendelî kirine û wan mijar biriye darazê.

Her wiha Ozgokçe bi daxuyaniyeke çapemeniyê gef li nûçegihan Candemîr xwaribû.