‘Ne mimkûne ku Ozkan di girtîgehê de bimîne’

Şaxa OHD’ê ya Amedê, Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re ya Amedê, Nûnertiya Wexfa Mafê Mirovan a Tirkiye diyar kirin ku wê şopdarê serlêdana ji bo înfaza cezayê Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî giran nexweş e.

Şaxa Komeleya Ji bo Hiqûqnasan Azadî a Amedê, Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re ya Amedê, Nûnertiya Wexfa Mafê Mirovan a Tirkiye daxuyaniyek hevpar dan, bal kişandi ser rewaş girtiyê giran nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Her roja diçe rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan girantir dibe. Li gel şewbê û pêkanînên tecrîdê rewşê girantir û dîsa dermankirinê zehmetir dike. Hema bêje her hefte li girtîgehan girtiyek jiyana xwe ji dest dide. bangên rêxistinên civaka sivîl û raya giştî bê bersiv tên hiştin.

Demê dawî dîmenên derdikeve çapemeniyê rewşa Memet Emîn Ozkan ê 83 salî ku xwedî gelek nexweşiyên kronîk e, her diçe giran dibe û dest kelepçekirî tên sewqkirin. Tevî rapora Saziya Tipa Edlî ya ji sedî 87 astengdar e, nikare li girtîgehê jî bimîne, lê li girtîgehê tê ragirtin. Li gorî qanûnê cezayê girtî Mehmet Emîn Ozkan ku bê taloqakirin, ne mimkûne ku li girtîgehê bimîne.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku demê dawî rewaşa girtî Ozkan giran bûye û di nava hefeyê de 2 carî hatiye sewqkirin û bi dermankirina bi kelepçekirî erênekiriye û got: “Me bi rêveberiya girtîgehê re civiyane. Tevî hemû hewldanan jî daxwaza me ya bê kelepçekirinê ya dermankirinê nehate qebûlkirin.

Li gorî dîmenên derketin girtî Ozkan rewşa tenduristiya wî û dîsa bi tena serê xwe nikare derbas bike. Tevî rewaş giran a nexweşiyê jî li girtîgehê tê ragirtin. Ev yek li gorî madeya 3’an a Peymana Mafê Mirovan a Ewropa û li gorî Qanûnên Standart ên Asgarî ya Neteweyên Yekbûyî ya Daîreya Nêzîkatiyên li Girtiyan bi vekîr nêzîkatiya der mirovî li girtî Mehmet Emîn Ozkan tê kirin.

Ji îro û pêve daxwaznameya ji bo înfaza Mehmet Emîn Ozkan ê ji aliyê saziya me ve tevî rapora ji sedî 87 nikare di girtîgehê de bimîne bê taloqkirin, serî li dozgeriyê dane. Saziya me ji roja yekem a serlêdan û vir ve bûye şopdar û wê ji bo taloqkirina înfazê jî şopdarê pêvajoya hiqûqî bin.”