BI DÎMEN

'Ne hedê Yildirim e ku biryarê bide bê PKK'ê li ku bimîne'

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah nerazîbûn nîşanî daxuyaniya hevpar a Serokwezîrê Tirk Yildirim û Serokê PDK'ê Barzanî da, ku Yildirim ji PKK û PYD'ê re got 'terorîst'. Abdullah got, "Derxistina PKK'ê ji Şengalê ne maf û hedê dewleta Tirk e."

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah mijar ji ANF'ê re nirxand û got, "Serokwezîrê Tirk bi daxuyaniya xwe ya li Başûrê Kurdistanê re vê mesajê dide: Xwediyê vê derê em in. Em çi bixwazin, em ê wê bikin. Yên li vê derê jî karmendê me ne."

'DIVIYABÛ BERSIVA YILDIRIM BIHATA DAYÎN'

Abdullah bêdengiya Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî li pêşberî gotina "PKK û PYD terorîst in" a Yildirim nirxand û got, "Mixabin ew bêdengî rewşeke xeternak bû. Şermezar dikim. Yên di dema daxuyaniyê de li wir bûn, diviyabû li ber vê daxuyaniyê rabûna û bersiva Yildirim bidana wî."

Abdullah bibîr xist, ku PKK bi dehan salan e li dijî terora dewleta Tirk a li ser gelê Kurd li ber xwe dide, ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşe û got, "Li Rojavayê Kurdistanê jî PYD li dijî qirkirina gelê me û hemû gelên li wir, têdikoşe. Hemû rêxistinên terorîst ê li wê derê li dijî gelê Kurd şer dikin, pişta xwe dispêrin Tirkiyeyê. Dewleta Tirk tevî vê yekê jî tê li Hewlêrê ji PKK û PYD'ê re dibêje 'terorîst'. Ev ne ya qebûlkirinê ye."

'BÊDENGIYA PARTIYAN NE YA QEBÛLKIRINÊ YE'

Hevserokê Tevgera Azadiyê Mihemed Abdullah diyar kir, hewl tê dayîn desthilatdariya şexsekî ya li Tirkiyeyêi li Başûrê Kurdistanê bê avakirin û got, "Her du alî jî, yek jê hewl dide desthilatdariya malbatê, ya din jî desthilatdariya partyê serdest bike. Ev her du malbat hewl didin bi têkiliyên aborî û siyasî yên navbera xwe e desthilatdariya xwe zexm bikin û her kesî bêdeng bikin."

Abdullah daxuyaniya "Eger pêwîstî pê hebe, ji bo derxistina PKK'ê ji Şengalê em ê li dijî PKK'ê hêza çekdarî bi kar bînin" a Nêçirvan Barzanî bibîr xist û got, "Dema ev daxuyanî hat dayîn, diviyabû partiyên din helwest nîşan bidana. Ji ber ku ev axaftin li ser navê hikûmetê hat kirin. Di heman demê d gava li Hewlêrê gotin, 'Ji bo PKK ji Şengalê bê derxistin em ê têkoşîneke hevpar bimeşînin', diviyabû helwest bihata nîşandan."

'DIVÊ GELÊ ŞENGALÊ BIRYARÊ LI SE SIBEROJA XWE BIDE'

Abdullah da zanîn, ji aliyê her kesî ve tê zanîn, yên ku Şengal parastin û nehiştin qirkirin mezin bibe gerîla û û şervan in û got, "Pêwîstiya Şengalê bi ji nû ve avakirinê heye. Lê belê beriya her tiştî divê vînbûyîna mirovên li Şengalê bê avakirin. Ji ber ku qirkirineke mezin li wan hat kirin. Pêwîstiya wan mirovan bi wê heye ku ji aliyê psîkolojîk ve xwe komî ser hev bikin. Alîkariya herî rast ev e.

Ji xwe di rewşa heyî de vînek li wir tê afirandin. Mirovên Şengalê hewl didin vîna xwe serdest bikin. Yên dibêjin 'Bila PKK ji Şengalê derkeve û dewleta Tirk, ji vê rastiya Şengalê ya vînbûyînê ditirsin. PKK li pêşiya avakirinê ne asteng e. Li Şengalê rêveberiya herêmî, sîstema xweser tê afirandin. Ev yek di ser Şengalê re xwe digihîne Başûrê Kurdistanê. Ya rast, dîktator, hêzên antî demokratîk û neteweperest ji vê ditirsin. Lewma bi vî rengî tevdigerin."

'NE HEDÊ YILDIRIM E'

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah destnîşan kir, ku ne ya qebûlkirinê ye dewleta Tirk li Şengalê, li Başûrê Kurdistanê, li Rojava yan jî li devereke din a Kurdistanê bibe hêza biryardayînê û got, "Ev ne maf û ne jî hedê dewleta Tirk e. Ji ber ku ev meseleya navxweyî ya Kurdan e. Divê Kurd di nava xwe de nîqaş bike û vê pirsgirêkê çareser bike. Divê Kurd li hev bicivin û biryarê bidin bê hêza li wir pêwîste yan na. Eger pêwîste çima pêwîste, ne pêwîste çima ne pêwîste? Yên biryara vê bidin Kurd in."

'XETERIYA LI SER ŞENGALÊ DEWAM DIKE'

Abdullah bal kişand ser xeteriya li ser Şengalê, ku hê dewam dike û got, "Gelê Şengalê hê ji destê çeteyên DAIŞ'ê nehatiye rizgarkirin. Hê mirovên koç kirine, venegeriyane. Ev xeteriyên mezin e. Pirsgirêka Şengalê pirsgirêka navxweyî ya Kurdan e. Armanca dewleta Tirk a di vir de, dagirkerî ye. Ya li dijî vê bê kirin, çareserkirina vê pirsgirêkê di nava Kurdan de ye. Weke Tevgear Azadî em di vî warî de dikarin bibin navbeynkar. Em dikarin aliyan li hev bicivînin û rêyeke çareseriyê peyda bikin."

Abdullah herî dawî ji bo çareserkirina pirsgirêkan bal kişand girîngiya pêkhatina kongreya neteweyî, ku KCK'ê banga wê kiriye.