Navendên nû yên asîmîlasyonê, kaleokûl!
Li Cizîrê dibistanên wekî kelehan tên avakirin û ji ber ku mîmariya wan wekî ya qereqolên kelehî (qalekol) ne, jê re kaleokûl tê gotin. Ligel kêmasiyan wê dibistan îsal dest bi perwerdehiyê bikin.
Li Cizîrê dibistanên wekî kelehan tên avakirin û ji ber ku mîmariya wan wekî ya qereqolên kelehî (qalekol) ne, jê re kaleokûl tê gotin. Ligel kêmasiyan wê dibistan îsal dest bi perwerdehiyê bikin.
Li kaleokûlan (dibistanên kelehî) ên ku di dema qedexeya derketina derve de hatibûn avakirin, ligel kêmasiyan wê îsal perwerdehî were dayîn. Tê îfadekirin ku ev kaleokûl wê bibin navenda polîtîkayên asîmîlasyonê.
DIBISTAN WÊ JI BO OPERASYONAN JÎ WERIN BIKARANÎN
7 lîseyên li gundê Kûştepe yên ku ji jor ve li bajêr dinihêrin, jê re kaleokûl tê gotin. Mîmariya van dibistanan wekî qereqolên li herêmê ye. Li ser banê dibistanê yê ku derdorê hemû dibîne, wekî qereqolan qûleyên çavdêriyê jî hatine avakirin. Tê diyarkirin ku dema ku pêdivî pê hebe wê dibistanan teslîmî leşker û polîsan bikin.
POLÎS WÊ LI VÊ DERÊ PEYWIRDAR BE
Xwendekarên ku wê herin dibistanê wê her roj ji ber benda polîsan derbas bibin. Li hemberî dibistanan qereqolek jî tê avakirin û gelek polîs wê li vê derê peywirdar bin. Polîsên li qûle û li odeyên nêzî polên xwendekaran wê werin bicihkirin jî wê polîsên ‘Têkoşîna li Dijî Terorê’ bin.
WÊ TÊKEVIN ŞÛNA YÎBOYAN
Li van dibistanên kelehî de wê temamiya rojê perwerdehî were dayîn. Wê xwendekaran bi serwîsan bînin dibistanê û heta êvarî wê li dibistanê bin. Ji ber vê jî wê xwendekar ji bajêr dûr bin. Ji bo mayîna bi şev jî wargehên nû tên avakirin. Tê diyarkirin ku ev wargeh wê têkevin şûna YÎBO’yan.
*Kaleokûl di Tirkî de tê wateya dibistanên kelehî. Piştî ku qereqolên wekî kelehan (qaleqol) ava kirin, niha jî hewl didin dibistanên wekî kelehan ava bikin.