Navê qirkirina Kurdan: Enfal

Kurd li welatê xwe timî hatin qirkirin. Hêzên mêtinger her ku Kurd qirkirin, ji xwe re hinceta 'serî rakirin' anîn ziman. Ji ber ku hêzên navneteweyî ev hincetên mêtingeran maqûl didîtin, qirkirina Kurdan ti carî nehate dîtin.

Di gelek serdemên dîrokê de Kurd hatin kuştin, hatin qirkirin. Bi tyabetî ji sedsala 19'an û pê ve, di dema raperînên Kurdan de yên li dijî parçekirina Kurdistanê û yên ji bo azadiyê, hatin qirkirin. Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê para xwe ji van komkujî û qirkirina wergirtin. Yên ji ber qirkirinê man hatin sirgûnkirin. Hêzên navneteweyî ti ji van qirkirin û sirgûnkirinê nedîtin. Yên ku qir kirin weke ku qir nekirine qebûl kirin.

Di salên 1980'î de qirkeran vê carê dest pê kirin ku bi çekên kîmyewî û gazên bi jehr, Kurdan qir bikin. Di demekê de ku şerê Iraq-Îranê didomiya, Saddam Huseyîn bi çekên kîmyewî êrîş bir ser bajarê Helebçeyê yê Başûrê Kurdistanê. Li gorî hejmara fermî 5 hezar Kurd, li gorî hejmara nefermî jî 18 hezar Kurd hatin kuştin. Di serî de DYE, hêzên navneteweyî ev êrîş weke qirkirinekê qebûl kirin, lê ti carî lêkolîn nekirin ku çekên kîmyewî daye Saddam Huseyîn ji bo li dijî Kurdan bi kar bîne.

Tê gotin, qirkirina bi navê Enfalê li Başûrê Kurdistanê pêk hat, Adara 1986'an dest pê kir, Hezîrana 1989'an temam bû. Enfal navê sûreyeke Quranê ye. Wateya xwe jî 'jinûve fethkirin' e. Enfal yanî qirkirina Kurdan, berî Helebçeyê dest pê kir. Lê belê bi Helebçeyê re kete rojevê. Ji ber ku qirkirina li Helebçeyê hate kirin, welê mezin û li pêş çavan bû ku êdî kesî nikarîbû ji nedîtî ve bê.

Enfala li dijî Kurdan Ahmed Hesen Bekîr dest pê dike ku Saddam piştî wî bû desthilatdar. Ahmed Hesen Bekîr bi projeyên xwe yên gundên komî, di serî de Qendîl û Zap seranserê Behdînanê, gundên li Garê, Xakurkê, Xinêrê vala kir û gundî li kampên Hewlêr, Diyana, Silêmaniyê bi cih kir. Li Garê nêzî sed gund, li Behdînanê li herêma Zap û Geliyê zêdeyî sed û pêncî gund, li Geliyê Reş 50 gund, li geliyê Xakurkê sih gund, li Geliyê Xinêrê heyştê gund, li Qendîlê sed û pêncî gund hatin valakirin û gundî li kampan hatin bicihkirin.

Bi vê pêkanînê re ku sala 1978'an dest pê kir, bi giştî 4500 gund hatin valakirin. Kurdên ku ji gundên xwe hatin derxistin û li kampan hatin bicihkirin, piştî demekê ji gundan reviyan û li deverên nêzî gundên xwe bi rengekî veşartî bi cih bûn. Beşek jê jî xwe li gundên li herêmên sînor ên Rojhilatê Kurdistanê û herêmên sînor ên Bakurê Kurdistanê bi cih bûn. Sala 1979'an piştî ku Saddam Huseyîn bi darbeyê desthilatdariya Ahmed Hesen Bekîr hilweşand, Enfal hîn bi rêk û pêk domand.

Saddam Huseyîn, sala 1986'an vê carê Enfal bi rengê komkujiyên giştî meşand. Dema ku Saddam Huseyîn polîtîkayên Enfalê dimeşand di navbera Îran-Iraqê de şer diqewimî. Saddam sala 1986'an ji bo Kurdan li dijî Îranê bide şerkirin, di serî de eşîrên Herkî, Zêbarî, Bradost, Goran ji eşîrên li Başûr hemûyan tûgayên bi navê Fevc ava kir. Ev tûgah ji Deşta Heyatê, Xakurkê, Kelaşînê, Helgurd, Qendîl, Mamendê, Asosê dest pê bike heta bi Pencewînê li seranserê sînor bi cih kir. Saddam ku ji Kurdan tûgay ava kir û bi Îranê re da şerkirin, malbatên wan jî qir kir. Di heman salê de Enfalê yanî qirkirinê dest pê kir.

Qirkirina Kurdan a li Başûrê Kurdistanê ku ji aliyê rejîma Baas û dîktator Saddam ve hate kirin, berî Helebçeyê dest pê kir. Sala 1986'an dest pê kir û bi rêk û pêk li gelek deveran bi çekên kîmyewî komkujî hatin kirin. Qirkirin li Deşta Hewlêrê, Geliyê Balîsanê, herêma Sergelu-Bergelu ya Silêmaniyê, Şanexşê, Helebçeyê, Qeredax, herêma Germiyanê, li Ekserê pêk hat û sala 1989'an temam bû. Li gelek ji van herêman çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Di encama vê qirkirinê de 210 hezar Kurd hatin kuştin. Piraniya 210 hezar Kurdên hatin kuştin, li herêmên Ereban bi rengekî komî hatin veşartin. Agahî hîn jî ji 182 hezar Kurdên hatine kuştin nîne.

Piştî ku bajarê Helebçeyê bû hedefa çekên kîmyewî, yekser kete rojeva dinyayê. Bi vî rengî di qeydên fermî de jî cihê xwe girt. Yek ji herêmên ku qirkirineke giran lê hate kirin, Germiyan bû. Ji ber vê yekê, 14'ê Nîsanê roja pêkhatina qirkirina li Germiyanê li Başûrê Kurdistanê weke roja qirkirinê bi fermî hate ragihandin.

Enfal ji bo Kurdan ne tenê komkujiya li bajarekî, li navçeyekê, li bajarokekî ya jî li gundekî ye; ew polîtîkayeke demdirêj e. Tevî li gorî dîroka fermî Enfalê sala 1986'an dest pê kir û sala 1989'an temam bû, lê di rastiyê de sala 1978'an dest pê kir û hîn jî didome. Bi belgeyên li ser komkujiyên li Helebçe, Geliyê Balisan, Sergelu-Bergelu û gelek herêmên din ispat bû ku ev polîtîkaya komkujiyê hîn jî didome.