Navê berxwedan û fedayîbûnê: Serhat Giravî

Li Mamreşo Fermandar Serhat û hevrêyên xwe yên di encama berxwedaneke 10 rojî de heqîqetek ji bo cîhanê ragihandin û şehîd bûbûn, peyama ‘Em şervanên Reşîd Serdar in, em li Zagrosan rê nadin dagirekaran!’ dabûn.

AMARGÎ ARHAT BA

Li dijî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a 23’yê Nîsana 2021’ê li dijî Eyaleta Avaşîn dabû destpêkirin, Mamreşo yek ji eniyên herî zor ên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê ya li dijî dagirkeriyê bû. 7 gerîlayên li çeper û tunelên şer ên li Girê Şehîd Mûnzûr a girêdayî devera Mamreşo li ber xwe didan, li diî bi hezaran leşkerên artêşa Tirk, teknîk, xazên jehrî û kîmyewî şer kirin. 10 rojan li dijî her cûre şerê bê exlaq û ji pîvanên şer dûr, bê dudilî li hemû eniyan li ber xweda gerîla Fermandar Kamûran Alpsar bi nasnav Serhat Giravî bû.

Serhat Giravî sala 1989’an li Colemêrgê hatiye dinê, yek ji ewladên leheng ê eşîra Giravî ku tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûbû. Sala 2011’an tevlî gerîla dibe, hema bêje tevahî jiyana xwe ya gerîlatî li Zagorsan li lûtkeyan derbas dike. Di nava van salan de bi taybet di şer û têkoşîna li Avaşîn tê kirin, tim li eniyên pêş bû. Li Zagrosê fêrî berxwedan, fêrî derb li dijmin dayîn, di şertên zehmet de fêrî jiyana gerîla bûbû û bûbû fermandar Serhat. Çawa ku her kes bi demê re karekterê erdnîgariya lê dijî digire, Fermandar Serhet jî mîna Zagrosan serî blind û bihêz bû, mîna erdnîgariyê jî berxwedêr bû. Serhat Giravî di her gava diavêt de, her guleya li dijmin dida, hê zêdetir bûbû Zagorsî, Zagors jî her roj zêdetir di himêza xwe de cih dikir.

QEDERA PÊNGAVÊ GUHERAND

Dema ku artêşa Tirk 23’yê Nîsana 2021’ê li qada Avaşîn dest bi operasyonê kir, Serhat Giravî li devera Mamreşo fermandarê herêmê dikir. Dema ku artêşa Tirk leşker danî devera Mamreşo, Serhat Giravî li ser cîhaz ji bo hêzên li eyaleta Avaşîn ev tişt got: “Wê Mamreşo ji bo dijmin bibe goristan”. Serhat hê bi vê biyardarî û îdîayê hê di gava yekem de rewşa operasyon û qedera pêngavê dabû guherîn. Serhat li aliyekê şerê li tunelan tê kirin kordîne dikir, li aliyê din moral dida hemû hêzên gerîla yên têkoşîn dikirin. Fermandarê berxwedêr û efsanî  Serhat û gerîlayên di bin rêveberiya wî de Sarya Diyar, Rûken Zagros, Kamûran Amed, Canfeda Hesekê, Zafer Tolhildan û Xebat Aso di şerê 10 rojan ên li çeperên Şehîd Mûnzûr kombûna vîna ji pola û ruhê Apoyî bû.

BÊÇARETIYA ARTÊŞA TIRK

Artêşa Tirk li ber berxwedana bi pêşengtiya Fermandar Serhat bê çare ma. Bi hemû rêbazên ku heta niha dibe di tu şeran de pêk neanîbe, ji bo gerîlayên li tunelan de li ber xwe didan teslîm bigire, ceriband lê dîsa jî ser neket. Artêşa Tirk li ber şerê devê tunelan tarûmar bûn, sûcê şer kir û xaza kîmyewî bikar anî. Di encama vê berxwedana bi heybet a 10 rojan de Fermandar Serhat û hevrêyên wî heqîqetek ji bo hemû cîhanê qîr kirin û peyama; “Em şervanên Reşîd Serdar in, em li Zagrosan rê nadin dagirekaran!’ dabûn.