Nasnameya şehîdên Zapê hate eşkerekirin

HPG’e nasnameya 3 şehîdên Zapê eşkere kir û got “Em ê alaya şoreşê ya ku rêhevalên me dewrî me kiriye, bi biryardarî bigihînin serfiraziyê.”

Daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê wisa ye:

“Di 29-31’ê Gulana 2021’an de li Qada Cîloya Biçûk a herêma Zapê di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de şerên giran çêbûye. Di van şeran de hêzên me bi tarzeke fedaî li ber xwe dane û derbên giran li dijmin xistine. Artêşa Tirk a dagirker piştre ji mecbûrî vekişiyaye û qad bomberdûman kiriye. Di van şer û bomberdûmanan de hevrêyên me Melsa, Rustem û Çiyager bi îradeyek xurt şer kirine û şehîd bûne.

MELSA DÊRIK

Hevrê Melsa li bajarê Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Malbata wê hê di dema destpêkê de Tevgera Apoyî nas kiriye. Hevrê Melsa jî hê di temenekî biçûk de sempatiya wê li hemberî gerîlayan çêbûye. Wê tarza jiyanê û fedakariya gerîla ji nêz ve dîtiye û ji bo xwe ji xeynî vê tarza jiyanê jiyaneke din qebûl nekiriye. Hevrê Melsa li Rojava bi xebatên ciwanan tevlî nav xebatên şoreşê bûye û di vê pêvajoyê de fikrên Rêber Apo ji nêz ve nas kiriye. Analîzên Rêber Apo yên li ser jinê bandoreke xurt li wê kiriye û ji bo fêmkirina Îdeolojiya Azadiyê ya Jinan ketiye nav hewldan û lêgerînan. Di encama van lêgerînan de wê berê xwe daye çiyayên Kurdistanê û tevlî nav refên gerîlayan bûye. Hevrê Melsa  di nav refên gerîlayan de jî vê taybetiya xwe ya lêgerîner parastiye, di warê îdeolojîk û leşkerî de gelekî pêş ketiye. Bi saya perwerdehiya ku stendiye  wê fêm kiriye divê li her qadê li hemberî pergalê têkoşîn were kirine. Hevrê Melsa wekî fermandareke YJA Starê ya zîrek û jêhatî, pêşengtî ji berxwedana li hemberî mêtingeriya Tirk kiriye. Ji Cîlo heta Avaşînê û heta Zapê têkoşiyaye û ji bo ku dijmin ji welatê xwe derxîne, çi ji destê wê hatiye teqsîr nekiriye. Herî dawîn jî li qada Cîloya Biçûk a Zapê di nav berxwedanê de cih girtiye û di asta pêşengtiyê de ketiye gelek çalakiyên ku derbên giran li dijmin hatiye xistin. Di şer de bi helwesta xwe ya xurt û sadebûna di rêhevaltiyê de wê di nav fermandarên nayên jibîrkirin ên Destana Zapê de cihê xwe girtiye.

ÇIYAGER AMED

Hevrê Çiyager li Kobanê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye.Ji ber welatparêziya malbatê hevrê Çiyager kesayetiya xwe de xwezayî parastiye û nebûye biyaniyê cewhera xwe. Ev taybetiyên wî bûye sedem ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas bike, Şoreşa Rojava û fikrên Rêber Apo bêtir fam û nas bike. Piştî ku demekê di nav xebatên şoreşê de maye, li hemberî êrîşên tunekirinê yên dewleta Tirk tevlî nav refên gerîlayan bûye. Hevrê Çiyager piştî ku tevlî nav refên gerîlayan bûye, bûye gerîlayekî xurt. 3 salan li qada Zapê di nav pratîkeke dijwar de gerîlatî kiriye. Ew bi awayekî çalak tevlî nav gelek çalakiyên li Zapê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker bûye û bi pratîka xwe tola xwe ji dijin stendiye. Di 31’ê Gulanê de li Cîloya Biçûk di şer de piştî berxwedaneke qehremanî şehîd bûye.

RUSTEM GARZAN

Hevrêyê me Rustem li navçeya Xîzanê ya Bedlîsê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, ku ji vê navçeyê bi sedan keç û xortên leheng tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûne. Sala 2015'an ku têkoşîna me ya azadiyê gihîşt asteke bilind, rûyê rast ê dewleta Tirk ku polîtîkayên înkar û tunekirinê bi rengekî şênber xiste dewrê, ji nêz ve nas kir. Bi taybetî sala 2015'an komkujiyên li dijî Kurdan û dostên Kurdan, bû yek ji sedemên girîng ku bandor li hevrêyê me Rustem kir ku tevlî nava refên gerîla bibe. Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, bi kelecan û coşa xwe ya ciwantiyê zû hînî jiyana li çiyê bû û xwe kir gerîlayekî şareza. Hevrêyê me Rustem bi baweriyeke mezin bi rêbaz û taktîkên serdema nû yên gerîla ve hate girêdan, ev baweriya xwe bi perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk, li ser bingeha baldarî û lêkolîneriya xwe xiste pratîkê. Hevrêyê me Rustem, ku dilsoziya bi hevrêtiyê ji bo wî di ser her tiştî re bû, berdêla xwe jiyana xwe jî be, cihgirtina li gel hevrêyên xwe di demên zor û zehmet de weke pîvana destjênayê berdan a milîtaniya Apoyî nirxand û ev taybetmendiya xwe heta kêliya dawî dewam kir. 31'ê Gulanê di şer de bi giranî birîndar bû û tevî hemû hewldanan jî nekarî bê rizgarkirin, di 1'ê Hezîranê de şehîd bû.

Hevrêyên me Melsa, Çiyager û Rustem li dijî dewleta Tirk a mêtinger û qirker yek ji berxwedanê herî bi heybet ên dîrokê nîşan dan û bi taybetmendiyên xwe yên milîtaniya pêşeng û dilsoziya bi hevrêtiyê re bûn lehengên nayên jibîrkirin ên Destana Zapê. Di serî de malbatên hêja yên van hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku ala şoreşê ya ku hevrêyên me radestî me kirine heta serketinê bi biryardarî hildin."

Nasnav: Çiyager Amed

Nav û paşnav: Muhammed Kadir

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Navê dê û bav: Sîlva – Salih

Dîrok û cihê şehadetê: 31’ê Gulana 2021’an / Zap

 

Nasnav: Rustem Garzan

Nav û paşnav: Îsmaîl Şîmşek

Cihê jidayikbûnê: Bedlîs

Navê dê û bav: Hazîne - Mehmet

Dîrok û cihê şehadetê: 31’ê Gulana 2021’an / Zap

 

Nasnav: Melsa Dêrik

Nav û paşnav: Medya Alî

Cihê jidayikbûnê: Dêrik

Navê dê û bav: Şerîfa Yûsiv

Dîrok û cihê şehadetê: 31’ê Gulana 2021’an / Zap