Nasnameya şehîdên Mêrdînê hate eşkerekirin

HPG'ê nasnameya gerîlayên li Mêrdînê şehîd bûn eşkere kir û got, "Hevrêyên me yên şehîd bi sekn, pratîk û meşa xwe ya lehengiyê ya ber bi şehadetê ve, ji bo me hevrêyên xwe wê bibin sedema mezinkirna têkoşînê, bicihanîna armancên wan û hilanîna tolê."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"7'ê Gulanê li qada Şehîd Merwan a herêma Bagokê ya eyaleta Mêrdînê, du tîmên hêzên me, dema ku bi erka xwe radibûn ji aliyê yekîneyeke dagirker a veşartî ve hatin dîtin. Piştî ku balafirê keşfê hatin qadsê, operasyonê dest pê kir û 8'ê Gulanê saet di 12:00 de balafirên şer û şeş helîkopterên êrişê bi saetan bombe li du tîmên gerîla barandin. Di vê bombardûmanê de 6 hevrêyên me şehîd bûn.

BAGER SERXWEBÛN

Hevrêyê me Bager Serxwebûn li navçeya Qoserê ya welatparêz a Mêrdinê ji dayik bû, bi hezkirina mezin a welatparêziyê mezin bû. Li herêma Mêrdînê di atmosfera têkoşînê ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de timî dixwest gerîla bibîne, nas bike û rojekê bibe gerîla. Bi hesreta li gerîla û çiyayên Kurdistanê dest ji zanîngehê berda û tevlî nava refên gerîla bû, ku hêza parastinê ya rewa û temînata jiyana azad a li Kurdistanê ye. Piştî ku tevlî bû, gerîlatî ne tenê weke rêbazeke têkoşînê, lê belê bi gotina Rêber Apo weke 'rêbaza xweîfadekirina mirovên azad' nirxand û bi hezkirineke mezin tevlî nava vê jiyanê bû. Bi perwerdeyê, xwe di felsefe û îdeolojiya Apoyî de kûr kir. Hewl da ku pîvanên PKK'ê di her kêliya meşa şoreşê de bixe meriyetê. Bi rêbaza xwe ya tevlîbûnê ya bi kedkarî, sade û cehwerî, li gelek qadan kar kir. Tecrûbeya xw eya gerîla li Akademiyên Apollon bi perwerdeyê bêhtir xurt kir, di xeta gerîla ya sedema nû de bêhtir şareza bû û weke fermandarekî derbasî eyaleta Mêrdînê. Hevrêyê me Bager weke fermandarekî gerîla li xaka ku lê ji dayik bû vegeriya û di pratîka Mêrdînê de bi rola pêşengiyê rabû. Heta şehadetê ji sekn û tevlîbûna xwe ya cewherî tawîz neda.

SILAV RONAHÎ

Hevrêya me Silav Ronahî bi eslê xwe ji malbateke ji eşîra Didêrî ya Hezexê bû û li Edeneyê ji dayik bû. Tevî ku li metropolên Tirkiyeyê mezin bû, asîmîlebûn û bêkokhiştin ti carî qebûl nekir, bi hezkirina welêt mezin bû. Sala 2014'an dema ku DAÎŞ'ê û faşîzma Dewleta Tirk bi hevkarî êriş birin ser Kobanê, biryar da ku tevlî nava têkoşînê bibe. Bi taybetî piştî ku jin, dayik û ciwanên Kurd li Sûr, Silopiya û Cizîrê hatin şehîdxistin, dema ku cenazeyê Dayika Taybet bi rojan li naverastê hate hiştin, hêrsa hevrêya me Silav a li dijî dijmin mezintir bû û biryardariya wê xurt bû. Li ser vê bingehê tevlî nava YPS'ê bû û li bajarên Kurdistanê kete nava hewldana hilanîna tolê ji dijmin. Di şexsê hevrê Zeryan Amed û Rûken Hoserî de YPS nas kir û ala têkoşînê ya lehengên YPS'ê dewr wergirt û dest bi meşa azadiyê kir. Nasnameya jinê, rastiya jiyana azad di nava têkoşîna Apoyî de nas kir, xwe ji nû ve afirand û bi vî rengî li rastiya xwe cegeriya. Bi tevlîbûna xwe ya xurt bû fermandareke şareza ya YJA Starê û bi biryardariya bicihanîna wezîfe û berpirsyariyên demê sala 2017'an derbasî eyaleta Mêrdînê bû. Li bakur hemû zor û zehmetî ji ber xwe rakir û di nava 4 salan de bû jineke Kurd a azad, li her qadê di asta pêşengiyê de têokşiya. Bi taybetmendiyên xwe yên çalakger û wêrekiyê dihate naskirin. Hevrêya me Silav bi van taybetmendiyên xwe xeta fermandariyê ya YJA Starê li eyaleta Mêrdînê di asta mînakdariyê de temsîl kir.

BAGER TOLHILDAN

Hevrêyê me Bager Tolhildan li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji dayik bû ku ev navçe bi serhildan û welatparêziya xwe tê naskirin. Li nava malbateke welatparêz û dilsozê şehîdan mezin bû. Apê wî hevrêyê me Ferhat (Abdullah Aslan) jî sala 1996'an dema ku fermandarê herêma Bagokê bû li Nisêbînê bi lehengî şer kir û şehîd bû. Hevrêyê me Bager hîn zarok bû ku zilm û rastiya dijminê qirker mêtinger nas kir û biryara têkoşînê hîn di wî temenî de da. Sala 2011'an tevlî nava karên ciwanan bû. Sala 2012'an jî ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve di temenê zarokatiyê de hate girtin, du sal û nîvan li zindanê hate hiştin. Li zindanê rastiya dijmin baştir nas kir, biryar da ku têkoşîna bi bandor û encamgir tenê bi têkoşîna gerîla dibe. Li ser vê bingehê piştî ku ji zindanê erket li Bagokê tevlî nava refên gerîla bû. Sala 2015'an li dijî konsepta qirkirinê ya dewleta Tirk a mêtinger ku di çarçoveya 'Plana Têkbirinê' de li dijî gelê Kurd û bajarên Kurdistanê xiste meriyetê, beşdarî nava Berxwedana Xweserêveberiyê ya li Nisêbînê bû. Bi pêşengiya Fermandarê me yê Fedayî yê Nemir hevrê Xebatkar tevlî berxwedana Nisêbînê bû ku mêtinger xiste nava sendromê û dîrok nivîsandin. Hevrêyê me Bager tevlî gelek çalakî û şer bû. Di nava şert û mercên herî giran de bi îradeya Apoyî astengî hemû ji pêşiya xwe rakir û careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi perwerdeyê biryardarî û îradeya xwe ya di xeta gerîlayên nû yên serdemê de gihand asta herî bilind, bû fermandarekî mînak. Li eyaleta Mêrdînê wezîfe û berpirsyariyên xwe bi rengekî serketî bi cih anî. Cihê xwe di dilê gelê Nisêbînê de girt û hîn sax bû weke lehengekî dihate dîtin.

SÎDAR RIZOK

Hevrêyê me Sîdar Rizok li Hezexê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Bi çanda welatparêziyê ya ji derdora malbata xwe wergirtî mezin bû. Dema ku li zanîngeha dewleta Tirk dxwend, siyaseta qirkirinê ya li ser gelê Kurd tê ferzkirin û rêbaza herî bi bandor a têkoşîna li dijî vê yekê fêhm kir û tevlî nava refên gerîla bû. Bi jiyana gerîla re zû bû yek û li qada Heftanînê sê salan karê pratîkî kir. Ji dil bawer kir ku divê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê profesyonel bibe û tevlî perwerdeyên pisporiya leşkerî bû. Bi performansa xwe ya li van perwerdeyan asteke girîng bi des txist û bû fermandarek ku hevrêyên xwe perwerde dikir. Sê salan bi kûrbûneke xurt xwe amade kir û sala 2019'an derbasî eyaleta Mêrdînê bû. Li eyaleta Mêrdînê xeta gerîlatiya modernîteya demokratîk, rêbaz û taktîkên wê bi hewldaneke bilind hewl da bixe meriyetê.

RIZGAR KOÇER

Hevrêyê me Rizgar Koçer li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Li nava malbateke koçer bi hestên herî paqij û welatparêziyê ya civaka Kurd mezin bû. Sala 2015'an li qada Besta ya herêma Botanê tevlî nava refên gerîla bû. Di pratîka gerîla ya Botanê de zû hîn bû, şareza bû û bû şervanekî wêrek û çalakger. Li Botanê tevlî nava tîmên bi tevger ên gerîla bû, beşdarî gelek çalakiyan bû û zû bû fermandarekî mînak ê xwedî tecrûbeyên mezin. Piştre ji Botanê derbasî eyaleta Mêrdînê bû, tecrûbeyên xwe li vê derê xiste meriyetê. Li xaka ku lê ji dayik bû û mezin bû, gerîlatiya Apoyî bi şêweyê herî baş xiste meriyetê û kete nava hewldanê ku ji dijmin tolê hilîne û hesabê dîrokî bipirse. Dema ku li Mêrdînê bû beşdarî gelek çalakiyan bû, pêşengî kir û bû fermandarekî mînak.

AGIR QOSER

Hevrêyê me Agir Qoser li navçeya welatparêz Qoserê ya Mêrdînê ji dayik bû. Di nava atmosfera têkoşîn û berxwedanê de ya li Kurdistanê mezin bû. Weke ciwanekî Kurd ê welatparêz kete bin bandora Şoreşa Rojava û komkujiyên ku li gelê me dihate ferzkirin. Lewma beşdarî serhildanên Kobanê yên li Bakurê Kurdistanê bû û hingî biryar da ku tevlî refên têkoşînê bibe. Hevrêyê me Agir destpêkê li Zapê dest bi pratîka gerîla kir. Xwe li Zagrosan perwerde kir, di nava pratîkê de hîn bû û bû gerîlayekî xwedî tecrûbe. Ev tecrûbeya xwe jî bi îdeolojiya Apoyî xurt kir û ji bo di leşkeriyê de bibe pispor li akademiyê perwerde dît. Weke gerîlayekî ku di taktîka sabotajê de bû pispor, sala 2018'an derbasî Bakurê Kurdistanê bû. Hevrêyê me Agir li vê derê hewl da gerîlatiya modernîteya demokratîk bixe meriyetê û derbên xurt li dijmin bixe. Gelek wezîfeyên xwe bi rengekî serketî bi cih anî. Weke hevalekî ku dihate hezkirin cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt. Heta şehadetê jî ji sekna milîtaniya Apoyî ti carî tawîz neda.

Her şeş hevrêyên me ku ji navçeyên Hezex, Nisêbîn û Qoserê yên herêma Mêrdînê bûn, li vê xakê ji dayik bûn û tevlî nava refên gerîla bûn, li heman xakê hesab ji dijminê qirker mêtinger pirsîn, bi vê armancê îrade, daxwaz û biryardariyeke mezin a têkoşînê nîşan dan, di oxira azadiyê de ketin nava hewldaneke bêhempa, heta dilopa dawî ya xwîna xwe ji biryardariya jiyana azad vengeriyan. Hevrêyên me yên şehîd bi sekn, pratîk û meşa xwe ya lehengiyê ya ber bi şehadetê ve, ji bo me hevrêyên xwe wê bibin sedema mezinkirna têkoşînê, bicihanîna armancên wan û hilanîna tolê.

Em di wê baweriyê de ne ku gel û ciwanên Mêrdînê yên welatparêz wê van şehadetan mîna ku gelek caran di dîroka têkoşîna me de hate dîtin, bi ruhê serhildanê pêşwazî bikin, têkoşînê mezin bikin û li ser bingeha herî rast xwedî li şehîdan derkevin.

Li ser vê bingehê di serî de malbatên welatparêz ên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji gelê Mêrdînê û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."

 

Nasnav: Sîdar Rizok
Nav paşnav: Mûsa Anter Çatak
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Hacîce - Mehmet Saît
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Gulana 2021 / Mêrdîn

Nasnav: Rizgar Koçer
Nav paşnav: Serhat Erîcek
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Selîme-Salih
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Gulana 2021 / Mêrdînê

Nasnav: Agir Qoser
Nav paşnav: Mazlûm Kizil
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Rahîme-Halîl
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Gulana 2021 / Mêrdîn

Nasnav: Bager Tolhildan
Nav paşnav. Ramazan Aslan
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Rûkiye-Osman
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Gulana 2021 / Mêrdînê

Nasnav: Silav Ronahî
Nav paşnav: Hediye Balûr
Cihê jidayikbûnê: Edene
Dayik-Bav: Emîne-Mahmût
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Gulana 2021 / Mêrdîn

Nasnav: Bager Serxwebûn
Nav paşnav: Bayram Kûzû
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Azîze-Yûsûf
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Gulana 2021 / Mêrdîn