Nasnameya şehîdên Avaşînê hate eşkerekirin

HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên ku di navbera 10-12'ê Gulanê de li Avaşînê şehîd bûn eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em soz didin ku li ser şopa xeta şehîdan em ê armanca wan bi ser bixin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser gerîlayên şehîd bûn ev daxuyanî da:

"Li dijî operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger ku ji bo qirkirina Kurdan dimeşîne, li herêma Avaşînê gerîlayên me bi rengê herî bi heybet li ber xwe didin, bersiveke bi vî rengî didin. Di navbera 10 û 12'ê Gulanê de li herêma Avaşînê di encama bombardûmanê de ji pêşengên leheng ên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê hevrêyên me Agir, Canşêr, Sîpan, Agirîn û Viyan şehîd bûn.

AGIR BIZOT

Hevrêyê me Agir li Çelê ku di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de gelek ewladên leheng dane, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û bi têkoşîna azadiyê mezin bû. Di nava vê demê de polîtîkayên qirkirinê û asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a qirker ên li dijî gelê me dît û bawerî pê anî ku tenê bi têkoşînê pêşî li van polîtîkayan dikare bê girtin. Bi vê armancê destpêkê li nava tevgera ciwanan dest bi kar kir. Piştre jî gihîşt wê baweriyê ku dewleta Tirk tenê bi têkoşîna çekdarî dikare bê ser rê û bi vî rengî berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Agir sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû, li çiyayên ku lê mezin bû, vê carê weke gerîlayekî azadiyê ji bo azadiya gelê xwe meşiya. Hevrêyê me Agir bi enerjiyeke bêdawî tevlî karên şoreşê bû, li gelek herêman bi erk û wezîfeya xwe rabû. Her erk û berpirsyarî jî bi cidiyeteke mezin, bi rengekî serketî pêk anî. Hevrêyê me Agir sala 2015'an tevlî pêngavên paqijkirina Şengalê ji DAÎŞ'ê û rizgarkirina Şengalê bû. Li vê derê birîndar bû, lê belê meşa xwe ya azadiyê hîn bi xurtî dewam kir. Piştre li Zagrosan gerîlatî kir û bi dilê xwe yê bi qasî Zagrosan mezin li ber êrişên dewleta Tirk rabû, li dijî êrişên dagirkeriyê timî çalakî kir. Di bin fermandariya hevrêyê me Agir de ku yek ji fermandarên me yên hêja ye, bi çalakiya dijmin gêj bû û bêhn lê çikiya. Hevrêyê me Agir bi coş, moral û biryardariya xwe ya li qada şer, bi sekna xwe ya wêrekî bû çavkaniya wêrekî û baweriyê ji hevrêyên xwe hemûyan re, bû yek ji lehengên Avaşînê yên nayên jibîrkirin.

CANŞÊR AVAŞÎN

Hevrêyê me Canşêr li Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Bi bandora malbat û derdora lê mezin bû, timî li rastiya dewleta Tirk pirsî ku Kurdistan dagir kiriye. Hevrêyê me Canşêr nekarî qebûl bike ku welatê me Kurdistan ji aliyê dewleta Tirk ve dagirkirî be û di heman demê de jiyana ku sîstem ferz dike qebûl nekir. Ji bo vê jî timî kete nava lêgerînan, îdeolojiya Rêbertî nas kir û fêhm kir. Her ku Rêbertî fêhm kir baweriya xwe ya bi jiyana azad xurtir kir. Gihîşt wê baweriyê ku jiyana azad tenê bi dervemayina li sîstemê dibe û tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku beşdarî nava refên gerîla bû, xwe weke jinûve ji dayik bûye hîs kir û di demeke kurt de bi jiyana li çiyê re bû ye, bandora sîstemê ji ser xwe avêt. Bi perwerdeyên leşkerî û îedolojîk ber bi gerîlatiya serdema nû ve gav avêt û her roj di kesayetiya xwe de pêşketinên mezin afirand. Hevrêyê me Canşêr li qada Avaşînê ku li wir dest bi gerîlatiyê kir, li dijî operasyonên dagirkeriyê yên dijmin, heta roja ku pşehîd bibe bi wêrekî û fedakariyeke mezin şer kir. Bi van taybetmendiyên xwe bû mînakek ji kesayetiya milîtan a Apoyî.

SÎPAN XELAT

Hevrêyê me Sîpan li Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Bi taybetî bi bandora taybetmendiyên welatparêzî yên dayika xwe, di demekê de ku dewleta Tirk êrişên gelekî giran dibir ser gelê me û tevgera me, bi îdîayeke mezin tevlî nava refên gerîla bû. Ji roja ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve her roj hewl da îdeolojiya Rêbertî fêhm bike, her ku Rêbertî fêhm kir di kesayeitya xwe de pêşketinên girîng afirand. Bi taybetî ji bo biryardariya Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad pêk bîne, bi qasî qada îdeoojîk li qada leşkerî jî xwe perwerde kir û bi perwerdeya li branşên leşkerî xwe kir gerîlayekî pispor. Ji sala 2018'an û pê ve li herêma Avaşînê ji şervaniyê heta fermandariyê di her astê de wezîfe kir û pêşengî ji gelek çalakiyan re kir ku derbên mezin li mêtingeriya Tirk xist. Hevrêyê me Sîpan ku bi eşqê bi xwezaya bêhempa ya Avaşînê ve hate girêdan, ji roja ku êrişên dagirkeriyê dest pê kir û pê ve bi enerjiyeke bêdawî li nava çeperan şer kir û ji bo karibe li her derê derbê li dijmin bixe kete nava hewldanan. Hevrêyê me Sîpan jiyana şoreşgerî bi şehadeteke bi rûmet tacîdar kir û bi kesayetiya xwe ya sade, xwezayî û dilnizm bû femrandarek ku ji aliyê hevrêyên xwe ve neyê jibîrkirin.

AGIRÎN KARER

Hevêya me Agirîn li Mûşê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, bi çanda kevnar a Serhedê û nirxên şoreşgerî yên PKK'ê mezin bû. Di demekê de ku polîtîkaya asîmîlasyonê ya dijmin a li dijî gelê me bi rengê herî giran û zirav dihate meşandin, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas kir û kete bin bandora Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêber Apo. Hevrêya me Agirîn ku fêhm kir ji bilî koletiyê sîstem jiyaneke din nade jinê, hîn bêhtir hewl da Rêber Apo bixwîne û fêhm bike. Her ku Rêber Apo fêhm kir, baştir analîz kir û bi baweriya ku jiyaneke alternatîfa sîstema kapîtalîst tenê li çiyayên Kurdistanê dibe, tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Agirîn lêgerîna xwe ya li jiyana azad, di nava gerîla de jî dewam kir û gihîşt wê baweriyê ku ev yek bi nasnameya jinê ya azad dibe. Li ser vê bingehê bi perwerdeyên îdeolojîk hem bandora sîstema kapîtalîst, hem jî taybetmendiyên jinê yên kevneşop ji ser xwe avêt û ji bo di kesayetiya xwe de nasnameya jinê ya azad ava bike, gavên şoreşgerî avêt. Hevrêya me Agirîn tespîta Rêbertî ji xwe re kir esas ku digot, 'Jin a şer dike azad dibe, jin a azad dibe bedew dibe, jin a bedew tê hezkirin'. Weke gerîlayeke şareza li gelek eniyên Herêmên Parastinê yên Medyayê ma û pratîkeke fedakarî nîşan da. Di demekê de ku faşîzma DAÎŞ'ê êrişên qirkirinê bir ser gelê me yê Êzidî, bi israr xwest biçe Êzidxanê û li vir tevlî gelek çalakiyan bû, tola jinên Êzidî hilanî. Piştî ku partiya me, faşîzma DAÎŞ'ê têk bir û ji Şengalê vekişiya, hevrêya me Agirîn careke din li qada Avaşînê vegeriya. Di salên 2019 û 2020'î de beşdarî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dijmin hate xistin û hêrsa xwe ya li dijî dijmin bi serketina çalakiyan nîşan da. Hevrêya me Agirîn li dijî mêtingeriya dewleta Tirk a dagirker bi rengekî çalak têkoşiya û tevlî karwanê şehîdan bû.

VIYAN BOTAN

Hevrêya me Viyan li Sêrtê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, bi çanda kevnar a Botanê mezin bû û cewheriya berxwedêriyê ya jinên Botanê di kesayetiya xwe de nîşan da. Hevrêya me Viyan polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li dijî gelê me ji nêz ve dît, ev polîtîka ti carî qebûl nekir. Bi taybetî di dema berxwedana xwerêveberiyê de ji bo hilanîna tola komkujiyên ku dijmin li Cizîrê û Nisêbînê li dijî gelê me kir, tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Viyan di demeke nêz de hînî jiyana gerîla û çiyê bû û bi coşeke mezin beşdarî karên şoreşê bû. Hevrêya me Viyan kelecana xwe di pratîka xwe de jî nîşan da û bi vê taybetmendiya xwe bû çavkaniya moralê ji hevrêyên xwe re. Her tim hewl da bibe gerîlayeke baş û xurt û bi vê armancê bi eleqeyeke mezin tevlî perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk bû. Di heman demê de hewl da Îdeolojiya Azadiya Jinê ya Rêber Apo fêhm bike, li ser vê bingehê hewl da bersivê bide pirsa 'jin a azad çawa dibe?' Hevrêya me Viyan ku yek ji mînakên herî baş ên dilsoziya jina Kurd a bi xak û welatê xwe bû, hem li hemberî faşîzma DAÎŞ'ê hem jî li dijî mêtingeriya Tirk a li dijî welatê me û gelê me bêdeng nema, li qadên herî dijwar ên şer tevlî kar bû. Hevrêya me Viyan li herêma Avaşînê ev sekna xwe li dijî hewldana dagirkeriyê dewam kir û ji bo tola hevrêyên şehîd bûne hilîne, kete nava hewldaneke mezin. Hevrêya me Viyan bi vî rengî dilsoziya xwe ya bi hevrêyên şehîd û Rêber Apo nîşan da û tevlî nava karwanê şehîdan bû. Li Avaşînê tevlî nava lehengên nemir bû.

Hevrêyên me Agir, Canşêr, Sîpan, Agirîn û Viyan li Avaşînê bi şehadeta xwe destana azadiyê afirandin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku li ser şopa xeta şehîdan em ê armancên wan bi ser bixin."

 

Nasnav: Agir Bizot
Nav paşnav: Ramazan Demîr
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Delîla-Şevket
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Gulana 2021 / Avaşîn

Nasnav: Agirîn Karer
Nav paşnav: Amed Arslan
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Harîka-Cevdet
Dem û cihê şehadetê: 12'ê Gulana 2021 / Avaşîn

Nasnav: Canşêr Avaşîn
Nav paşnav: Firat Ozsûcû
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Saadet-Mehmet Tahîr
Dem û cihê şehadetê: 11'ê Gulana 2021 / Avaşîn

Nasnav: Viyan Botan
Nav paşnav: Kubra Kiliç
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Gûrbet-Hakîm
Dem û cihê şehadetê: 12'ê Gulana 2021 / Avaşîn

Nasnav: Sîpan Xelat
Nav paşnav: Nûrûllah Çakir
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Behîce-Ramazan
Dem û cihê şehadetê: 11'ê Gulana 2021 / Avaşîn