Nasnameya gerîlayên ku li Dola Balîsanê êrîş li wan hate kirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya wan gerîlayan eşkere kir ku li Dola Balîsanê êrîş li wan hate kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya wan gerîlayan eşkere kir ku li Dola Balîsanê êrîş li wan hate kirin.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:
"Di daxuyaniya xwe ya 7'ê Îlona 2022'an de me ragihandibû ku êvara 5'ê Îlonê tîmek ji gerîlayên me li Dola Balîsanê bûn hedefa êrîşekê, li gorî agahiyên gihîştin me di vê êrîşê de 3 hevrêyên me şehîd bûn, 2 hevrêyên me jî birîndar bûn û ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatin birin ku dest li cihê bûyerê werdan. Di heman daxuyaniyê de me diyar kiribû ku divê bûyer bê lêkolînkirin û zelalkirin, her wiha hevalên me yên ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatine birin, bêne radestkirin.
Fermandarê me yê Biryargeha Navenda Parastina Gel di axaftina xwe ya 22'ê Îlonê de ku li çapemeniyê hate weşandin, diyar kiribû ku têkildarî bûyera li Dola Balîsanê agahiyeke nû nîne, gelê me û raya giştî li bendê ne ku ev bûyer bi encam bibe, her wiha li gel vê bûyerê aqûbeta du komên gerîla yên sala 2021'ê ketin kemînê, nayê zanîn. Fermandarê me di vê axaftinê de bi taybetî destnîşan kir ku ew cara dawî dibêje; em li bendê ne ku PDK cenazeyên hevalên me yên şehîd ên her sê koman, her wiha hevalên me yên birîndar û girtî bi selametî teslîmî me bike, ev yek daxwaza herî maqûl e û divê bi cih bê anîn.
Têkildarî vê bûyerê PDK'ê heta niha ti daxuyanî nedaye û daxwaz jî bi cih neaniye.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên ku li Dola Balîsanê êrîş li wan hate kirin, wiha ne:
Nasnav: Armanc Zîlan |
Nasnav: Aşîkar Colemêrg |
Nasnav: Rêzan Botan |
Nasnav: Karo Kobanê |
Nasnav: Zanyar Pava |