Nasnameya 8 gerîlayên li Çiyareşê bi çekên kîmyawî şehîd bûne hatin eşkerekirin

HPG a nasnameya 8 gerîlayên li Çiyareş a Zapê bi çekên kîmyawî ya dewleta Tirk ve hate bikaranîn şehîd bûn eşkere kir got: “Soz didin ku e em ê axînên hevrêyên xwe yên şehîd ku her yekê sedema tolhildaneke mezin û serîrakirinekê ne, li erdê nahêlin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya gerîlayên bi çekên kîmyawî yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin bikaranîn şehîd bûne eşkere kir:

“Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa TC a dagirker ku ji meha Nîsanê û vir ve daye destpêkirin, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku berxwedaneke herî dîrokî ya bi rûmet bersivê didin, rê nadin dagirkeran.

Dagirkerên ku li ber berxwedana hervêryên me yên têkoşîneke fedayî û lehengî şerê azadî û hebûnê dikin, encam nagirin, bi nemerdî serî li bikaranîna çekên kîmyewî daye, ketin wê xefletê ku wê bi vî rengî vîna pola ya hevrêyên me bişkînin. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku her hûcreya xwe bi zanabûna Apoyî pêçayî, her çi dibe bila bibe di berxwedana xwe de israr kirine. Di êrîşa bi çekên kîmyewî ya li Qada Çiyayê Reşkê ya Zapê de hevrêyên me Rohat, Şevîn, Şerda, Xemgîn, Zîlan, Denîz, Demhat û Sema şehîd bûne. Hevrêyên me yên di bin fermandariya Rohat û Şevîn de şer dikirin, weke milîtanên bûne sembola berxwedana Zapê, wê her demê ji bo têkoşîna me bibin mînak, wê bibin navê Kurdayetiya azad.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Rohat Dengdar
Nav û Paşnav: Faysal Yilmaz
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayikê-Bav: Feyruz – Abdulkadîr
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Zap/ Nîsana 2022’an

 

Nasnav: Şevîn Şemzînan
Nav û Paşnav: Zozan Erenç
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayikê-Bav: Nedîme – Uzeyîr
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Zap/ Nîsana 2022’an

 

Nasnav: Şerda Sosin
Nav û Paşnav: Şeyma Sancar
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayikê-Bav: Nazlı – Halît
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Zap/ Nîsana 2022’an

 

Nasnav: Xemgîn Qelqelî
Nav û Paşnav: Emrah Sezgîn
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayikê-Bav: Şemsî Xanim – Bûrhan
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Zap/ Nîsana 2022’an

 

Nasnav: Zîlan Besê
Nav û Paşnav: Sîmav Hesen
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Navê Dayikê-Bav: Kevser – Mehemed
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Zap/ Nîsana 2022’an

 

Nasnav: Denîz Reş
Nav û Paşnav: Naîla Mezeh
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Navê Dayikê-Bav: Xeznê – Îbrahîm
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Zap/ Nîsana 2022’an

 

Nasnav: Sema Agirîn
Nav û Paşnav: Evîn Şêxo
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Navê Dayikê-Bav: Ehlam – Riyad
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Zap/ Nîsana 2022’an

 

Nasnav: Demhat Derwêş
Nav û Paşnav: Bekrî Derwêş
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Navê Dayikê-Bav: Rah,me – Suheyl
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Zap/ Nîsana 2022’an

 

ROHAT DENGDAR

Hevrêyê me Rohat Dangdar li navçeya Çelê ya Colemêrgê ji nava malbateke welatparêz hatiye dinê. Hevrêyê me Rjhat ê li bin dorpê, zext û zilma dewleta Tirk a li Çelê, hê ji temenê biçûk ve rastiya dijmin nas dike. Hevrê Rohat ê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ji nêzîk ve dinase, heskirineke wî ya mezin ji bo gerîla heye. Biryar dide ku li ser şopa xalê xwe Dengdar ê şehîd bûye bikeve ser rê. Hevrêyê me dibe şahidê wê yekê ku bê ka dewleta Tirk çawa ciwanên Kurd ne tenê bi fîzîkî, hemwext bi çand û madeyên hişbir ji rastiya wan dûr dike. Bi hêrsa li dijî rejîma faşîst a bê exlaq û îdîaya azadiya Rêbertî û Kurdistanê sala 2013’an berê xwe dide nava refên gerîla. Hevrê Rohat ê gavên yekem a gerîlatiya xwe li Avaşîn avêt, bi zû fêrî jiyana gerîla bû, pîvanên esasî yên gerîla fêr dibe. Dema ku sala 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê êrîş dibe ser Şengalê û civaka Êzidî, çeka xwe hildide û ber xwe dide Şengalê. Li Şengalê bi cesereteke mezin li ber çeteyên DAÎŞ’ê têkoşîn dike, di gelek çalakiyan de cih digire, ezmûneke mezin a şer digire. Bûye yek ji milîtanên Apoyî yê DAÎŞ’ê li Şengalê têk bûye ye. Bi serbilindiya ku weke milîtaneke Apoyî ku erk û  berpirsyariyên xwe yên dîrokî, sala 2018’an ala têkoşînê li Şengalê dewrî ewladên leheng ên civaka Êzidî YBŞ’ê dike, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe. Hevrê Rohat ezmûnên xwe yên li geliyê Şengalê ji bo li çiyayên Kurdistanê bixe meryetê, derbasî Zapê dibe ûw eke fermandareke HPG’ê katîf tevlî şer dibe. Li qada Zapê gelek xebatan bi serketî pêk tîne, cih di çalakiyên derbên xurt li dagirkeran dide de cih digire, bi dilnizmiya xwe ji aliyê hevrêyên xwe ve tê heskirin. Li Zapê bi salan ked dide, dibe yek ji fermandarên Zapê herî tê heskirin. Weke Fermandarê Herêmê erkê digire. Hevrê Rohat weke fermandarê Herêmê li Çiyareş li pêşberî Çelê ya warê gel, eşîret û malbata wî ye kar dike. Dewleta Tirk a dagirker bi nemerdane bi çekên kîmyawî êrîşî Çiyareş dike, hevrêyê me Rohat û 7 hevrêyên di bin fermandariya wî de şehîd dibin. Hevrê Rohat bi sekna xwe ya fedayî ya Apoyî weke fermandareke gelê Kurdistanê dikeve dîrokê, bûye yek ji ewladên ku gelê Çelê tim bi wî serbilind bin. Heta hevrêyên mîna Rohat wiha leheng hebin, wê Kurdistan ji bo dagirkeran bibe goristan.

ŞEVÎN ŞEMZÎNAN

Hevrêya me Şevîn li Şemzînanê ku yek ji navendên girîng ên berxwedan û serhildanên Kurdistanê ye, di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Welatparêziya malbata wê û berxwedana dîrokî ya Şemzînan a li hemberî dagirkeran di pêkhatina kesayeta rêhevala me Şevîn de diyarker e. Rêhevala me Şevîn ji zarokatiya xwe ve bi polîtîkayên qirkirinê yên dijmin ên li ser gelê me haydar bû û ev rewş bû sedem ku hêrsa wî li dijmin zêde bibe. Weke her jineke Kurd a bi rûmet, bi ti awayî van polîtîkayên dijmin qebûl nekir û timî di nava lêgerîna têkoşînê de bû. Hevrêya me Şevîn a ku di sala 2012’an de di Pêngava Şoreşgerî ya Şemzînanê de ku di pêşengiya Şehîd Reşît Serdar û Rojîn Gewda de pêk hat de, bi tevlîbûna nava refên gerîla, têkoşîna xwe bi cih anî, ji bo vê têkoşînê bigihîne lûtkeyê di nava hewldanan de ye. Tevlîbûna xwe ya di nava gerîla de weke ji nû ve zayînê nirxand û ji bo di jiyana nû ya ku dest pê kiriye de bibe xwedî meşeke bi hêz, hewl da ku xwe bi her awayî biçek bike. Di vê wateyê de li ser esasê kûrkirina îdeolojiya azadiyê bi taybetî jî îdeolojiya azadiya jinê ya Rêbertî ye. Dizanibû ku tenê bi têkiliyên rêhevaltiyê yên ku esasê PKK'ê pêk tînin, dikare li ser şert û mercên dijwar ên çiya derbas bibe û ji bo vê jî bûye xwediyê tevlîbûneke sade, rast û bê berjewendî. Dema ku PKK’ê baştir naskir, ferq kir ku xwe gihand cewherê xwe û fêhm kir ku divê zêdetir jiyanê hembêz bike û biparêze. Li gel perwerdeya bîrdozî, ji bo bersivê bide êrîşên dijmin ên li dijî gelê me, di aliyê leşkerî de jî xwe pêş xistiye. Perwerdeya leşkerî ya ku dîtî bi serkeftî qedand û di demeke kin de dest bi fermandariyê kir. Rêheval Şevîn ku demeke dirêj li herêma Xakurkê gerîla bû, li dijî dijmin beşdarî gelek çalakiyan bû û van çalakiyan koordîne kir. Rêheval Şevîn bi pratîka xwe ya serkeftî li qada Xakurkê ezmûneke leşkerî ya girîng bi dest xist û bû yek ji fermandarên pêşeng ên YJA- Starê yên serdema nû. Hevrêya me Şevîn ku di sala 2020’an de li Akademiya Mahsûm Korkmaz dest bi wezîfeyê kir, bi helwesta xwe ya leşkerî û bîrdozî bû mîlîtaneke mînak û ji bo pêşxistina rêhevalên xwe yên bi wan re perwerde dîtiye kedeke mezin da. Di pêvajoya perwerdeyê de giraniya xwe ya sereke li ser esasê ku bikaribe ji pêvajoya dîrokî re bibe bersiv ava kir, hewl da ku hêviyên azadiya gelê me bi dest bixe û bibe rêhevalê Rêber Apo yê rast. Rêheval Şevîn ku li herêma Zapê erka fermandariya herêmê girt ser milê xwe, piştî ku perwerdeya xwe bi serkeftî qedand, bi hişmendiya berpirsyariya giran ku girtibû ser milê xwe tevdigeriya. Li hemberî êrîşên dagirkeran bi zanebûna ku tenê bi şerê îradeya Apoyî bersivê bide êrîşên dijmin ên dijwar, wê bi ser bikeve. Û li Çiyareşê di encama bikaranîna çekên kîmyewî de şehîd bû û cihê xwe di nav fermandarên nemir ên Zapê de girt.

ŞERDA SOSIN

Rêhevalê me Şerda li Wanê ku yek ji navendên girîng ên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ye ji dayik bû, bi berxwedan û karaktera serhildêr a civaka ku tê de mezin bû. Jiyana ku hatiye dayîn tu carî weke ku qebûl nekiriye, her tim lêpirsîn kiriye. Rêhevala me Şerda ya ku di lêgerîna watekirina jiyanê de ye, fêm kiriye ku ew nikare di pergala kapîtalîst a heyî û berhema wê ya pergala Tirk de bijî. Weke kesayetek hişmend rewşa koledariya gelê me tehlîl kir û fêm kir ku divê li dijî vê siyasetê têbikoşe. Li ser vê bingehê bi zanebûn hilbijartinek kir û di sala 2012’an de tevlî nava refên gerîla bû. Rêhevala me Şerda ku ji jiyana gerîla û têkiliyên rêhevaltiyê gelekî bi bandor bû, bi hemû samîmî û dilpakiya xwe tevlî jiyana PKK’ê bû. Rêhevala me Şerda ji bo gerîla û PKK’ê ku berê nas nedikir û ku bi rastiya PKK’ê re bibe yek, kedeke mezin daye. Her tim hewl daye îdeolojiya Rêbertî û felsefeya azadiya jinê bi jiyanî bike û tişta ku têdigihîje bê dudilî xistiye pratîkê. Di vê wateyê de rêhevalê me Şerda ku milîtanekî fedayî yê Apoyî ye, bi vê taybetmendiya xwe ji hemû rêhevalên xwe re bûye mînak. Her wiha di warê leşkerî de jî bal kişand ser xweparastinê, weke jin bi pêwîstiya xweparastinê bawer kir û dizanibû ku êrîşên li hemberî gelê me ancax bi têkoşîna li dijî dijmin dikare were bersivandin. Hevrêya me Şerda piştî ku li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê xebatên serketî meşandin, derbasî herêma Şengalê bû. Li herêma Şengalê di gelek pêngavan de cih girt û di rizgarkirina gelê me yê Êzidî ji zilma DAIŞ’ê de cih girt. Di pratîka xwe ya li Şengalê de ezmûneke leşkerî ya mezin bi dest xist, vê ezmûnê bi hakîmiyetek bîrdozî û rêxistinî re li hev kir û bû fermandarek serkeftî ya YJA Starê. Piştî ku Şengal ji çeteyan hat rizgarkirin, erka xwe ya dîrokî radestî jinên ciwan ên Şengalê kir û careke din berê xwe ber bi çiyayên Kurdistanê ve da û coş û şahiya hevdîtina bi çiyayên Kurdistanê yên ku jê re heyran bû, jiyan kir. Weke fermandariya YJA Starê ya li qada Zapê ku ji sala 2019’an û vir ve ye, erka xwe ya pêşengtiyê bi awayekî baş bi cih anî û bi fedekariya xwe hurmeta hemû hevrêyên xwe girt.

Di sala 2021’an de li dijî hemû êrîşan bi taybet êrîşên dijmin berxwedan bi rêxistin kir û bi tevlîbûna gelek çalakiyên ku derbên giran li dijmin hatin xistin bû, bi pratîkê îspat kir ku divê li hemberî êrîşên dijmin helwesteke çawa nîşan bide.

Li hemberî êrîşên dawî yên dijmin bi îradeyeke mezin li ber xwe da û bû yek ji hevrêyên me yên ku destûr neda dagirkeriya dijmin. Rêhevala me Şerda ku di encama bikaranîna hovane çekên kîmyewî ya dijmin de şehîd bû, ew ê her tim yek ji fermandarên me yên pêşeng be.

XEMGÎN QELQELÎ

Rêhevalê me Xemgîn li navçeya Qelqelî ya Wanê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Rêhevalê me Xemgîn bi çanda welatparêziya Qelqelî ya ku bi sedan zarokên leheng di nava refên azadiyê de cih girt, welatparêziyeke mînak nîşan da, mezin bû. Hevrêyê me Xemgîn ku ji bo bersivdayîna hêviyên gelê me yên azadiyê û bi baweriya ku serkeftin bi têkoşîna gerîla pêkan e, yekane çareseriyê tevlîbûna nava refên gerîla dibîne, di sala 2015'an de dema dijmin êrîşeke topyekûn li ser gelê me û tevgera me da destpêkirin tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku di perwerdehiya yekem de fêrî bingehên jiyana gerîla û çiyayî bû, ji bo parastina gelê me yê Başûr li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Başûrê Kurdistanê, derbasî xeta Mexmûr-Kerkûkê bû. Tevî ku gerîlayekî nû bû jî, di şerê li dijî çeteyan de bi cesaret û fedakariya xwe erkên xwe bi cih anî. Li dijî êrîşên çeteyan li gelek eniyan li ber xwe da û di parastina gelê me yê Kerkûk û Mexmûrê de roleke mezin lîst. Bi ezmûna leşkerî ya ku li vir bi dest xist, di sala 2018’an de vegeriya çiyayên Kurdistanê û li herêma Zapê beşdarî çalakiyan bû. Rêhevalê me Xemgîn ku di her kêliya jiyana xwe de xwe perwerde dike, di warê bîrdozî û leşkerî de kûrbûnek girîng daye pêş. Di serîlêdana gerîlatiya serdema nû de pispor bû û bi pratîka xwe ev yek îspat kir. Di gelek xebatên li qada Zapê de cih girtibû û di gelek çalakiyên ku li dijî êrîşên dijmin ên li dijî Zapê hatibûn pêşxistin de cih girtibû. Rêhevalê me Xemgîn ku di êrîşên dawî yên dijmin de bi îradeyeke mezin li ber xwe da, li qada ku lê bû nehişt ku dijmin derbas bibe. Artêşa Tirk a dagirker ku li hemberî berxwedana destanî ya hevalên me ti encam negirt, dîsa serî li rêbazên tinekirinê da û çekên kîmyewî bikar anî û rêhevalê me Xemgîn di êrîşê de şehîd bû.

ZÎLAN BESÊ

Heval Zîlan a ku ji bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ye û li Hesekê ji dayik bûye. Malbata hevala me Zîlan hê ji dema destpêka partiya me di nav xebatan de cih girtine û ji bo geşbûna têkoşîna me, malbatê gelek berdêl daye. Vê malbata me ya hêja gelek şehîdên wan hene, bi destpêkirina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re di nav xebatên şoreşê de cih girtine û hewl dane peywirên xwe yên welatparêziyê bi cih bînin.  Heval Zîlan jî di temenekî ciwan de dest bi şoreşgeriyê kiriye, bi enerjî û coşa xwe derketiye pêş û gelek kes tevlî nav refên şoreşê kiriye. Bi heyecana ku ji îdeolojiya azadiya jinê ya Rêbertiya me wê fêm kiriye ku azadî bêyî têkoşînê nayê bidestxistin.  Li ser vî esasî berê di nav hêzên azadiyê yên Rojava de cih girtiye, ji bo azadî û parastina wê ked daye. Di sala 2016’an de hatiye çiyayên Kurdistanê û tevlî nav refên gerîlayan bûye. Di nav refên gerîlayan de jî dev ji heyecan û lêgerîna azadiyê bernedaye û têkoşiyaye. Bi perwerdehiya leşkerî re bûye gerîlayeke profesyonel a YJA Starê ji bo ku tarza leşkerî ya serdema nû were pêkanîn, wê kedeke fedaî daye. Heval Zîlan gelekî israr kiriye ku li Zapê şer bike û di vê israra xwe de bi ser ketiye. Heval Zîlan bi helwest û têkoşîna xwe ji hemû rêhevalên xwe re bûye mînak. Di berxwedana dîrokî de ew jî wekî rêhevalên xwe yên berê bûye yek ji mînaka bêhempa ya milîtaniya Apoyî û di êrişa çekên kîmyewî ya dijmin de şehîd bûye. Wê bi têkoşîna xwe diyar kiriye ku wê tu hêz nikaribe îradeya gerîlayên azadiyê yên li ser xeta îdeolojiya Apoyî bişkîne.

DENÎZ REŞ

Heval Denîz li gundê Boxaz a Kobanê ji dayik bûye. Malbata wê ya welatparêz ji nêz ve Rêber Apo nas kiriye û li qada Rêbertî maye. Malbata heval Denîz di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de berpirsyariyeke çalak stendiye û xwedî li peywirên xwe derketiye. Malbatê heval Denîz jî bi çanda welatparêziyê mezin kiriye. Heval Deniz jî pîvanên jiyana azad ên PKK’ê û têkoşîna wê ya ji bo Kurdistanê di zaroktî de dîtiye û bi van hestan mezin bûye. Di sala 2014’an de dema ku dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê êrişî Kobanê kirine, wê jî wekî gelek welatparêzên xwedîrûmet ên Kobanê ji bo parastina xwe axa şer kiriye û li ber xwe daye. Yek ji kesê ku ji bo Kobanê şer kiriye û bi qehremanî şehîd bûye Ahmet Reş e yê ku xalê heval Denîz e. Heval Denîz ji şehadeta xalê xwe û têkoşîna Apoyiyan a li Kobanê bandor stendiye û di sala 2017’an de tevlî nav refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bûne. Piştî tevlêbûnê wê PKK ji nêz ve nas kiriye, bi perwerdehiyên ku stendiye wê xwe bi pêş ve biriye. Heval Denîz di heman demê de li akademiya leşkerî de jî perwerd bûye û di taktîka sûîkastê de bûye profesyonel û di sala 2022’an de çûye qada Zapê. Heval Denîz her dem meşa li ser xeta fedaîbûnê ji xwe re kiriye esas. Li ser vî bingehî li Zapê peywirên girîng stendiye û wekî milîtaneke YJA Starê hewl daye taktîka serdema nû têxe meriyetê. Li qada Çiyareş di êrişa nemerdane ya dewleta Tirk de bi çekên kîmyewî tevî 7 rêhevalên xwe şehîd bû. 

DEMHAT DEWRÊŞ

Heval Demhat li Kobanê wekî zarokekî eşîra Kêtikî ya welatparêz ji dayik bûye. Ew di nav şoreşa azadiyê ya Rojava de mezin bûye û nirxên azadker ên şoreşa Apoyî dîtiye. Dotmama wî heval Axîn Ronahî di sala 2017’an de di şerê li dijî DAÎŞ’ê de şehîd bû û vê şehadetê bandoreke mezin li ser heval Demhat çêkir. Heval Demhat di sala 2020’an de biryar daye ku tevlî nav refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bibe. Wî li Garê dest bi gerîlatiyê kiriye û piştre derbasî Zapê bûye. Wî li Zapê tecrubeyên leşkerî stendiye, xwe bi pêş ve biriye û asteke girîng bi dest xistiye. Heval Demhat profesyonelbûna li ser xeta gerîlatiya modernîteya demokratîk ji xwe re kiriye esas û bûye milîtanekî Apoyî yên wêrek. Li Çiyareş bi daxwaz û xwestekeke mezin tevlî xebatan bûye. Di êrişa çekên kîmyewî ya dewleta Tirk de ew jî şehîd bûye.

SEMA AGIRÎN

Heval Sema li gundê Mişefre yê Hesekê ji dayik bûye û di nav malbateke welatparêz û di nav şoreşa azadiyê ya Rojava de mezin bûye. Heval Sema zextên rejîmê, hovîtiya çeteyên DAÎŞ’ê û zilma dewleta Tirk a dagirker dîtiye. Wê fêm kiriye mayîndebûna şoreşa azadiyê ya Rojava bi xweparastinê dikare pêk were. Ji ber ku ji malbata wê şehîd û gerîla hene, ew bi dil û can bi qehremanên wêrek ên gelê Kurdistanê hatiye girêdan û xeyala wê ev bû ku bibe gerîla. Ji bo pêkanîna xeyalên xwe û xurtkirina parastina Kurdistanê di sala 2019’an de tevlî nav refên têkoşînê bûye. Ew bi evîn û heyecaneke mezin hatiye çiyayên Kurdistanê û zû hînî tarza jiyana gerîla bûye. Wê wekî jineke Kurd xwe li ser xeta tevgera jinên Kurd perwerde kiriye û di îdeolojiya Apoyî de kûr bûye. Ji bo ku hêrsa xwe ya li hemberî dewleta Tirk veguherîne tolhildanê ew derbasî qada Zapê bûye. Ji ber helwest, tevlêbûn û hevaltiya rêheval Sema, hemû rêhevalên wê jê hez kirine. Dema ku li Çiyareş li ser peywira xwe bû, di êrişa çekên kîmyewî ya dewleta Tirk de tevî rêhevalên xwe şehîd bûye.

Malbatên hêja yên rêhevalên me Rohat, Şevîn, Şerda, Xemgîn, Zîlan, Denîz, Sema û Demhat di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê tola hevalên xwe yên şehîd li erdê nehêlin.”