Nasnameya 2 gerîlayên li Zapê şehîd bûn hate eşkerekirin

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Zapê şehîd bûn eşkere kir û got, "Sekn, têkoşîn, şerkerî, wêrekî û fedaîtiya herdu hevrêyên me wê timî rê nîşanî me hevrêyên xwe bide û bibe hinceta me ya ji bo tolhildan û serketinê."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:
 
"Gelê Kurdistanê bi Şerê Gel ê Şoreşgerî gav bi gav ber bi serketinê ve dimeşe. Dewleta Tirk a qirker mêtinger, ku dixwaze pêşî li serketina têkoşîna me bigire, hewl dide Kurdistanê ji nû ve dagir bike, dest bi sefera dagirkeriyê kiriye. Êrişa herî dawî ya dijmin a ji bo dagirkirinê ku 14'ê Nîsanê destpê kir, bersiva herî mezin ji jinên azad û leheng ên Kurdistanê yên bi nasnameya YJA Starê wergirt. Hostatiya li ser taktîkê, wêrekiya mezin, dilsoziya bi nirxên pîroz re û baweriya bi serketinê ya YJA Starê, di şexsê hevrêyên me yên li Zapê de careke din şênber bûn. Fermandar û milîtanên bijarte yên YJA Starê hevrêyên me Viyan û Eylem ku xwedî sekna lehengiyê bûn, pêşengî ji tîmên gerîla yê bi tevger re dikirin, derbên giran li dijmin dixistin û rê nedan dijmin, şehîd ketin. Sekn, têkoşîn, şerkerî, wêrekî û fedaîtiya herdu hevrêyên me wê timî rê nîşanî me hevrêyên xwe bide û bibe hinceta me ya ji bo tolhildan û serketinê.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Viyan Botan
Nav paşnav: Sevîm Dayar
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Kanîa-Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: Nîsana 2022 / Zap

Nasnav: Eylem Ronî
Nav paşnav: Dilvîn Ato
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dayik-Bav: Necla-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: Nîsana 2022 / Zap

VIYAN BOTAN

Hevrêya me Viyan li bajarê serhildan û berxwedanê li Cizîrê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbatê, her wiha ji ber cihê taybet ê Cizîrê li nava tevgera me ya azadiyê, partiya me PKK û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê biçûkanî nas kir. Hevrêya me Viyan bi wê hişmendiyê mezin bû ku partiya me û gerîla li dijî dewleta Tirk a mêtinger ku dixwaze gelê me qir bike şer dike, lewma gelekî hez ji gerîla kir. Lewma timî dixwest rojekê bibe gerîla. Hevrêya me Viyan bi ciwantiyê re hîn bêhtir dilê wê ji bo gerîlabûyînê lê da, bêsebir li benda roja bibe gerîla sekinî. Hevrêya me Viyan ti carî dest ji armanca xwe ya zarokatiyê berneda û sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû, bi vî rengî armanca xwe pêk anî. Tevlîbûna li nava refên greîla ji bo xwe weke jinûve bûyînê nirxand, bi meraq hewl da gerîla û jiyana li çiyê fêhm bike, li ser vê bingehê jî bi rengekî sade û durust tevlî bû. Gerîla, têkoşîna gerîla ku hêviya azadiyê ya gelê me ye, weke nirxekî pîroz dît; tevlîbûna li nava vê pîrozmendiyê jî ji xwe weke şenseke mezin nirxand. Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû li qadên Cûdî, Qendîl û Zapê ma û bi kedeke mezin ji qada Zapê hez kir ku bîranîna gelek hevrêyên şehîd lê hene û ti carî nexwest ji wir biçe. Her kêliya xwe bi bîranîna hevrêyên şehîd jiya, sekna hevrêyên me yên şehîd ji xwe re kir esas ku heta nefesa dawî di xeta PKK'ê de israr kirin. Ji bo xwedî li keda hevrêyên şehîd derkeve, ji bo pêkanîna xeyalên Rêbertiya Azad û Kurdistana azad baweriya xwe bi tevlîbûneke hîn xurt anî. Bi têgihiştina ku tenê bi pêkanîna armancên Rêbertî û şehîdan dikare hêjayî wan bibe, bi feraseta milîtaneke Apoyî tevlî bû. Li ser vê bingehê timî xwe bi rêxistin kir, weke greîlayeke YJA Starê ya pêşeng xwest bersivê bide pêvajoyê. Bi perwerdeya wergirtî di kesayetiya xwe de guhertinên girîng kir, li ser pîvanên jin a azad kûr bû. Her tim xwedî wê îdîayê bû ku bibe jineke azad, ji bo vê jî timî kûr bû. Li gel her cûre êrişên dijmin baweriya xwe bi serketinê anî û bi vî rengî tevlî bû. Li qada Zapê ku piraniya pratîka xwe ya gerîlatiyê lê derbas kir, tevlî gelek çalakiyan bû û bi rêbaza xwe ya çalakiyê ya encamgir û wêrek ji hevrêyên xwe re bû mînak. Bi taybetî sala 2021'ê li dijî êrişên dagirkeriyê yê dewleta Tirk, di asta fermandariyê de tevlî gelek çalakiyan bû. Hevrêya me Viyan ku yek ji fermandarên me yên bi ruhê fedaî bû ku nehiştin dijmin sala 2021'ê li qada Zapê encamê bi dest bixe, li dijî êrişên dagirkeriyê yên 14'ê Nîsana 2022'an jî destpê kir, di kêliya destpêkê de bi ser dijmin ve çû û êrişên dijmin tevizand. Girê Şehîd Şahîn ku dijmin gelek caran hewl da hêzên xwe li qadê deyne, veguherand keleha berxwedanê û nehişt ku dijmin ji hewayê hêzên xwe deyne. Tevî hevrê Eylem ku bi hev re şehîd bû, derbên giran li dijmin xist û kir ku dijmin ji vê qadê vekişe. Hevrêya me Viyan ku bi berxwedana xwe di nava fermandarên leheng ên qada Zapê de cih girt, bi sekna xwe ya li nava jiyanê û şerkeriya xwe bû fermandareke mînak, bi şehadeta xwe jî bû çavkaniya hêz û moralê ji bo me hevrêyên xwe.

EYLEM RONÎ

Hevrêya me Eylem li Kobanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Tevî ku malbata wê welatparêz û dilsozê nasnameya xwe bû jî hevrêya me Eylem sala 2014'an di dema Berxwedana Kobanê ya dîrokî de partiya me nas kir. Têkoşîn û biryardariya Apoyiyên tevlî Berxwedana Kobanê bûn û şerê wan ê fedaî yê li dijî faşîzma DAÎŞ'ê, bandor lê kir. Her wiha şerê hevrêyên me yên jin ên li dijî çeteyên bûne belayê serê mirovahiyê, bandoreke xurt li hevrêya me Eylem kir. Di pêvajoya şer de ya li Kobanê, şahidî ji lehengiyan re kir û gihîşt wê baweriyê ku ji bo gelê me divê têbikoşe. Di serî de hevrêyên me yên şehîd bûn, ji gelek hevrêyên me yên di nava berxwedanê de hêz wergirt û sala 2017'an biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Tevlîbûna li nava refên gerîla jî weke gava destpêkê ya ber bi azadiyê ve nirxand; roj bi roj hînî jiyana li çiyê û gerîla bû, baweriya xwe bi wê anî ku azadiya rasteqîn bi têkoşîna li çiyê dibe. Ji ber ku li çiyayên Kurdistanê li ser bingeha azadiya jinê, tovên jiyaneke nû şîn dibin û hevrêya me Eylem jî bû şaxekî şitla jiyana nû. Dema ku nû tevlî nava gerîla bû gelek jî ji hevrêtiya PKK'ê bi bandor bû, ji bo bibe milîtaneke xurt timî kûr bû û hewl da pîvanên hevrêtiya PKK'ê di kesayetiya xwe de bi cih bike. Hevrêya me Eylem di van hewldanên xwe de bi ser ket û bi kesayetiya xwe ya sade, durust, kedkar û fedakar ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin û bû milîtaneke mînak. Bi sekna xwe ya bi biryar a li Îdeolojiya Azadiyê ya Jinê, bû milîtaneke pêşeng, mîsyona xwe ya pêşengiyê jî ji bo li qada leşkerî bi cih bîne di çarçoveya projeya jinûve avakirinê de girîngiyeke mezin da perwerdeya pisporiya leşkerî. Bi taybetî di meşandina taktîkên şer ên dema nû de bû pispor, bi çalakiyên dijî dijmin ev yek ispat kir. Hevrêya me Eylem ji bo xeta çalakiyê ya YJA Starê ku mohra xwe li sala 2021'ê xist îsal jî dewam bike, bi biryardarî tevgeriya û li gel hevrêya xwe Viyan ku bi hev re şer kir û şehîd bû, 14'ê Nîsanê di kêliyên destpêkê de dest li êrişên dijmin werda û bi vî rengî karakterê şer û berxwedanê diyar kir. Cihê xwe di nava tîmên bi tevger de girt ku bi profesyonelî derbên giran li dijmin dixe û di şikandina dijmin de ya li girê Şehîd Şahîn bû xwedî kedeke mezin. Hevrêya me Eylem ku yek ji xelekên dawî yên milîtaniya jin a azad a li ser xeta Bêrîtan, Zîlan û Sara ye, di demên ku metirsiya qirkirinê li ser gelê me hebû, erk û berpirsyariyên xwe bi rengekî serketî bi cih anî û ala berxwedanê radestî me hevrêyên xwe kir.

Di serî de malbatên hêja yên şehîdên me yên leheng em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."