Nasnameya 2 gerîlayên li Wanê şehîd bûne hate eşkerekirin

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Wanê di êrişa hewayî de şehîd bûn eşkere kir û diyar kir, "Em soz didin ku em ê têkoşîna şehîdên xwe yên leheng bi ser bixînin."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di daxuyaniya xwe ya 13'ê Tebaxa 2020'an de me ragihandibûn ku 11'ê Tebaxê saet di 02:00 de artêşa Tirk a dagirker li qada Kato Xelîla ya navçeya Şaxê ya Wanê dest bi operasyonekê kiriye û di encama êrişa hewayî de hevalên me Destan û Rêber şehîd bûne. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

 

Nasnav: Destan Hazo

Nav paşnav: Belyen Bozyîgît

Cihê jidayikbûnê: Êlih

Dayik-Bav: Lutfiye-Mehmet

Dem û cihê şehadetê: 11'ê Tebaxa 2020 / Wan

 

Nasnav: Rêber Mordem

Nav paşnav: Mûrat Şîpal

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Feyrûz-Huseyîn

Dem û cihê şehadetê: 11'ê Tebaxa 2020 / Wan

Hevrêyê me Destan li warê fermandarê me yê mezin Egîd li Êlihê ji dayik bû. Li dijî polîtîkayên bênasnemehiştinê û komkujiya gel a ku dewleta Tirk a faşîst dimeşîne, bi rengekî çalak tevlî karên ciwanên welatparêz ên Apoyî bû. Piştre ev têkoşîna xwe gihand asteke bilindtir û biryar da ku berê xwe bide çiyê. Di sala 2015'an de li qada Gabarê tevlî nava refên me yên gerîla bû.

Hevrêyê me Destan yek ji wan hevrêyên me bû ku kelecan û daxwaza xwe ya ji bo têkoşînê timî xurt dihişt, li dijî karakterê ciwanên bêhiş ê modernîteya kapîtalîst taybetmendiyên Kurdistanî yên serhildêr diparast û yek ji ewladên dilsoz ê Kurdistanê bû ku pak û dilsozê cewhera xwe bû. Li qadên cuda bêteredût wezîfeyên stratejîk hilda ser milê xwe û bi moraleke mezin tevlî van wezîfeyan bû.

Hevrêyê me Rêber li Wanê ji dayik bû û li nava derdoreke welatparêz mezin bû. Di temenekî ciwantî de tevlî kar bû û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê di nava pratîkê de nas kir, ji bo mezinkirina têkoşînê kedeme mezin da. Li dijî êrişên li ser gelê me û Rêber Apo her tim hewl da bersivê bide û bi hêrsa tolhildana ji van êrişan di sala 2014'an de tevlî nava refên gerîla bû. Di demeke kurt de xwe bi pêş xist. Ji bo bibe gerîlayê serketinê yê Modernîteya Demokratîk kedeke mezin da û bi rola pêşengiyê rabû. Hevrêyê me Rêber bi sekna xwe ya milîtanî wezîfe û berpirsyariyên xwe her tim bi rengekî serketî bi cih anî.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Destan û Rêber ên şehîd bû em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna şehîdên xwe yên leheng bi ser bixînin."