Nasnameya 2 gerîlayên li Amedê şehîd bûbûn hate eşkerekirin -NÛ BÛ

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Amedê şehîd bûbûn, eşkere kir. HPG’ê got ku,” Berxwedana hevrêyên me Nûman û Adir wê her dem ji bo têkoşîna azadiyê bibe çavkaniya îlhamê.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye:

“Di 8’ê Hezîranê de li nêzî gundê Hindisê yê Qada Şehîd Kendal a Amedê di dema operasyoneke artêşa Tirk a dagirker de, di navbera hêzên me û dagirkeran de şerek çêbûbû.

Di vî şerî de hevrêyên me Nûman û Adir derbên giran li dijmin xistine, heta fîşeka xwe ya dawîn şer kirine û şehîd bûne. Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

Nasnav: Nûman Birûsk Helhel

Nav û paşnav: Ramazan Ûgûrlûyan

Cihê jidayikbûnê: Amed

Navê dê û bav: Mûhterem – Mehmet Selîm

Dîrok û cihê şehadetê: 8’ê Hezîrana 2020’an - Amed

Nasnav: Adir Xiznigos

Nav û paşnav: Ramazan Gorkan

Cihê jidayikbûnê: Amed

Navê dê û bav: Hatûn - Îbrahîm

Dîrok û cihê şehadetê: 8’ê Hezîrana 2020’an – Amed

Hevrêyên me Nûman û Adir li keleha berxwedanê Amedê ji dayik bûne. Amed yek ji wan cihan e ku tovên pêşîn ên berxwedanê lê hatiye reşandin û li hemberî zilma dewleta Tirk bi berxwedana xwe ruh daye berxwedana azadiyê. Li ser vê axê berxwedan û têkoşîna li dijî zaliman bûye gerdîşek. Hevrêyên me Nûman û Adir ji bo domandina vê gerdîşê û bibin yek ji pêşengê vê têkoşîna rûmetê berê xwe dane çiyayên azad.

Hevrêyên me di gelek qadên berxwedanê de cih girtine. Bi salan di nav refên berxwedanê yên li Amedê cih girtine. Rêhevalên me Nûman û Adir bi îradeya xurt a Apoyîbûnê bi tena serê xwe li dijî artêşa Tirk a dagirker bi saetan şer kirine û derbên giran li dagirkeran xistine. Berxwedana hevrêyên me Nûman û Adir wê her dem ji bo têkoşîna azadiyê bibe çavkaniya îlhamê.

Malbatên hêja yên hevrêyên me Nûman û Adir di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê alaya azadiyê ya şehîdên xwe yên qehreman bigihînin serfiraziyê.”