Nasir Yagiz serdana Fedîle Tok kir

Nasir Yagiz ê piştî 187 rojan a çalakiya greva birçîbnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan dawî kir û şûnde, bi boneya cejna Remezanê serdana Wargeha Şehîd Rûsetm Cûdî kir. Yagiz destpêkê çû serdana Fedîle Tok a bi heman armancê ketibû çalakiyê.

Endamê Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêr Nasir Yagiz ê piştî 187 rojan a çalakiya greva birçîbnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan dawî kir û şûnde, bi boneya cejna Remezanê serdana Wargeha Şehîd Rûsetm Cûdî kir. Yagiz destpêkê çû serdana Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar ya Mexmûr Fedîle Tok a ku li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 127 rojan kete di greva birçîbûnê de.

Nasir Yagiz û heyeta li gel li Meclîsa Îştar ji aliyê Fedîle Tok û rêveberên wê ve hatin pêşwazîkirin.

Nasir Yagiz di destpêkê de cejna remezanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî gelê wargehê pîroz kir û wiha got: “ Bi minesebeta cejna Remezanê me xwest ku em serdana wargehê bikin. Daxwaza Rêber Apo ya ku daxwaza azadiyê bû, me bi çalakiyên xwe ev yek bi serxist.”

‘BERXWEDAN JI NÛ VE DESTPÊ KIR’

Yagiz diyar kir ku piştî serxistina berxwedana wan a piştî 187 rojan û şûnde ew û Fedîle li nexweşxaneyê hev dîtine û got: “Bi boneya cejna Remezanê em xwest em serdanek li wargehê bikin û cejna Fedîle jî pîroz bikin. Bi dîtina wargehê û Fedîle kêfxweş bûm. Moralê Fedîle li cihe û bilind e.” Yagiz bal kişand ser tenduristiya xwe û diyar kir ku tenduristiya wî baş e. Yagiz got: “Berxwedan ji nû ve destpê kir”

‘TEKOŞÎN HÊ NE QEDIYAYE’

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî xêrhatina Yagiz û heyeta li gel kir û got: “Di serî de pêşenga berxwedanê Leyla Guven û hemû hevrêyên li zindanan silav dikim û cejna Remezanê li Rêber Apo, tevahî gelê Kurd û şervanên azadiyê yên li çeperan li ber xwe didin pîroz dikim. Bi hatina Yagiz kêfxweş bûm. Berê jî me dixwest em hev bibînin, niha ev hevdîtina bi boneya Cejna Remezanê pêk hat. Tekoşîn hê ne qediya ye. Em ê bi têkoşîna xwe Rêber Apo azad bikin.