Namzetiya Serap Dogan Mûtlû hate redkirin

Namzetiya Serap Dogan Mûtlû a ji bo hevşaredariya navçeya Dep a Xarpêt ya HDP’ê bi biryara mîsogerî hate redkirin.

Namzetiya Serap Dogan Mûtlû a ji bo Hevşaredariya Navçeya Dep a Partiya Demokrartîk a Gelan (HDP) ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê ve bi biryara mîsogerî hate redkirin.

Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê hinceta redkiria namzetiya Mûtlû, doza ku beriya niha Mûtlû jê dihate darizandin nîşan da. Mûtlû diyar kir ku saziyên eleqedar ji bo astengiya namzetiyê lêkolîn kirine û ti astengî nine û saziyê eleqedar ji bo namzetiyê ti astengî diyar nekirine.

Serap Dogan Mûtlû têkildarî red kirina namzetiyê axivî û got; “Ev rewş morlê me xira nake. Berevajî wê heta ku hilbijartin bidawî bibe ji bo beşdarbûna hemû xebatan berpisyariyek daniye pêşiya me. Heta ku qeyûm neçe ez li virim. Em ê bihevre kar bin û serbikevin.”

Duh jî namzetiya Ozkan Arslan yê ji Yêkitiya Hêza Şoreşger  a ji bo navçeya Qislê ya Dersimê ji aliyê desteya hilbijartinê ya navçeyê ve bi biryara mîsogerî hatibû red kirin.