Namzetên Yenîşehîrê: Em ê birînên gel bi hev re bipêçin

Namzetên HDP'ê yên ji bo Hevserokatiya Şaredariya Yenîşehîrê Belgîn Dîken û Îbrahîm Çîçek diyar kirin ku wê qeyûman bişînin Enqereyê û birînên gel bipêçin.

Partiya Demokratîk a Gelen (HDP) namzetên xwe yên şaredariyan ên gelek bajar û navçeyan diyar kir. Namzetên Şaredariya Navçeya Yenîşehîr a Amedê Belgîn Dîken û Îbrahîm Çîçek e. Yenîşehir Belgîn Dîken û Îbrahîm Çîçek da zanîn ku ew ê birînên gel bi hevre bipêçin û mil bi milê gel di 31’ê Adarê de qeyûman bişînin sergoyên Enqerê.


 
ÎBRAHÎM ÇÎÇEK KÎ YE? 

Îbrahîm Çîçek di sala 1981’an li Amedê hat dine. Dibistan seretayî li navçeya Peyasê, dibistana navîn û amadeyî jî li navenda Amedê xwendiye. Di sala 2004’an de ji beşa Zanyarî ya Mamostetiyê li Zanîngeha Dîcleyê mezûn bû. Çîçek destpêkê pîşeya xwe li Êlih, Çinar û Erxeniyê derbas kiriye. Çîçek di nava Egîtîm-senê de cih girt û aktîf tevlî nava xebatan bûye. Çîçek yek ji damezrênerê Akademiya Kedê ye. Di sala 2016’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji wezîfeya xwe hat îxrackirin. Herî dawî di sala 2017’an de Hevserokê DBP’ê yê Amedê hate hilbijartin. 

‘VÎNA GEL HATE XESPKIRIN’

Çîçek da xuyakirin ku ev hilbijartin ji bo wan pir girîng e û wiha axivî: “Feraseta rêveberiya herêmî xwe dispêre ferseta rêveberiya gel. Di dîrokê heta niha de tu rêxistin û desthilat weke me nêzî rêveberiyên herêmî nebûye. Ji ber ku derdê dewletê cudaye. Ji xwe dema ku mirov li tayînkirina qeyûman dinêre vê yekê bi awayek vekirî dibîne. Sê sale qeyûman hemû hêza xwe daye wêrankirin û talankirina Kurdistanê. Bi xesp û polîtîkayên tunekirinê vîna gel hate xespkirin. Sereke karê qeyûman têkbirina bîra civakê ye. Qeyûman hemû navendên jinan, çandê, perwerdehiyê û navê Kurdî rakirin. Em ê destpêkê vê hişmendiya talankar qeyûman ji xaka Kurdistanê derxin. Em ê birînan bi gelê xwe re bipêçin û bajar û navçeyên xwe ji nûve saz bikin. Qeyûman şaredariyên gel heta binî xistine dibinê deynan de. Çawan ku di sala 1999’an de me şaredarî ji destê dagirkeran girt , em ê bi heman ruhê xizmetê ji gelê xwe re bikin û ji nûve bajarê xwe sazûan bikin.” 

‘BERSIVA TECRÎDÊ DÊ 31’Ê ADARÊ BÊ DAYÎN’ 

Çîçek bal kişand li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt got: “Tecrîda li ser Birêz Ocalan sînorên Îmraliyê derbaz kiriye û li tevahiya Rohilata Navîn belav bûye. Di 31’ê Adarê de dê gelê Kurd bersivek xurt bide tecrîdkaran. Ji bo tecrîd were şikandin em ê jî peywîra xwe bi cih bînin. Li dijî polîtîkaya wêrankirin û talankirinê em ê bi mil bi milê gelê xwe bersivek pir xurt bidin dagirkeran. Her wiha di 31’ê Adarê de em ê bi dengek pir bilind qeyûman ji Kurdistanê derxin û bişînin sergoyên Enqerê.”

BELGÎN DÎKEN KÎ YE?

Belgîn Dîken di sala 1969’an li navçeya Yenîşehîr a Amedê hat dinyayê. Dibistana seretayî, navîn û amadeyi li Yenîşehîrê xwendiye. Dîken zewicî û dayîka du zarokan e. Di Komeleya Ekolojiyê de xebat daye meşandin û di meclîsên gel de cih girtiye. Herî dawî di sala 2015, 2016 û 2017’an Hevserokatiya HDP’ê ya Yenîşehirê kiriye.

‘GEL Ê HESAB BIPIRSE

Dîken anî ziman ku piştî ew bên hilbijartinê wê karê wan ê ewil texrîbata li şaredariyê rû daye ji gel re bibêjin û wiha got: “Hikûmetê bi birçîbûnê xwest gelê me terbiye bike. Mirovên me bi KHK'yan îxrac kirin an jî ji kar avêtin. Tenê ne avêtina ji kar, bi navê xizmetê tu tişt jî nekirine. Agahiya gelê baş ji vê yekê heye. Qeyûman hemû kar û xebatên şaredariyê pêşkêşî alîgirên xwe kirin. Her kes dizane ku qeyûman xizmeta vî gelî nekiriye û civaka me tune hesibandin. Îradeya vî gelî xistin girtîgehan û deriyê mala gel mohr kirin. Gelê me wê hesabê vê yekê di 31’ê Adarê de bipirse û qeyûman bişînin Enqerê.”

‘EM Ê PROJEYÊN XWE BI GEL PÊŞ BIXIN’

Dîken da zanîn ku wê dê projeyên xwe bi gel re pêş bixin û wiha got: “Em ê vîn û biryara gel têxin nava van projeyan û bi hevre van projeyan ava bikin. Ger ku em malek gel an jî pirtûkek taxê ava bikin em dê bi gelê taxê re biryar bistînin bi hevre naveroka wê tije bikin. Hemû biryarên der barê rêveberiya wê û pêşxistina wê de dê vîna gel esas bê girtin. Em ê nûnertiya jinan ya di rêveberiyê de bingeh bigrin. Aliyê civakî, aborî û çandê de em ê mil bi milê gele xwe bin. Em ê rêveberiya hevbeş pêş bixin. Her wiha em ê li hember wêrankirina xweza xwe rabin û her tiştê ji nûve bi hevre sazûman bikin.”