Namzetên HDP'ê li Erdîşê ne

HDP'ê namzetên xwe yên parlamenteriyê li Erdîşê da naskirin. Di mîtîngê de ku bi hezaran kes tevlî bûn, hate gotin ku gelê Wanê wê ji 7'ê Hezîranê jî bêhtir xwedî li partiya xwe derkeve û 8 wekîlan derxîne.

Rêxistina HDP'ê ya Wanê, piştî ku dawiya hefteyê namzetên xwe li navenda bajêr da naskirin, li navçeyan jî dest bi nasandina namzetan kir. Di vê çarçoveyê de li ber Febrîqeya Şekir a li Erdîşê mîtîngek hate lidarxistin. Bi hezaran Erdîşî tevlî mîtîngê bûn.

Alîkara Hevserokên Giştî yên DBP'ê Hacer Ozdemîr, Hevserokê HDP'ê yê Wanê Umît Dede, namzetên parlamenteriyê Bedîa Ozgokçe Ertan, Mûrat Sarisaç, Mûazzez Orhan, Tayîp Temel, Mûkaddes Karakoç û Asûman Yelmazer, nûnerên KCD'ê, aktîvîstên KJA'yê û Dayikên Aştiyê tevlî mîtînga danasînê bûn.

Hevserokê HDP'ê yê Wanê Umît Dede li vir axivî û got, çawa ku Kurdan cîhan ji DAÎŞ'ê rizgar kirin, di 24'ê Hezîranê de jî wê Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn ji Tayyîp Erdogan rizgar bikin. Dede spasiya gelê Wanê kir ku destekeke xurt dide wan.

Namzetên HDP'ê yên Wanê wê sibe li navçeyên Çaldiran û Bêgirê bên nasandin.