Namzetê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Demîr e

HDP’ê namzetê xwe yê nû yê Şaredariya Êlihê Mehmet Demîr diyar kir.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî ku namzeta hevşaredariya ya Êlihê Sabrî Ozdemîr ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bajar ve hate redkirin û şûnde namzetê xwe yê nû Doxtor Hehmet Demîr bi civînekê diyar kir.

Di civînê de namzetên hevşaredariyê yên Êlihê Songul Korkmaz, Mehet Demîr, Parlementerên HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Dr. Necdet Îpekyuz û li gel Mehmet Ruştu Tîryaklî amade bûn.

Namzetê Hevşaredariyê Hemet Demîr di civînê de axivî û bal kişand ser daxwazên Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a di greva bêdawî û bêdorveger de ye û got: “Divê daxwzên Guven bên erêkirin.”

Dîsa namzeta din a hevşaredariyê Songul Korkmaz jî got: “Her cihên Êlihê ku em diçin gel bi coş me pêşwazî dike. Bi teqez em ê ser bikevin.” Korkmaz her kes vexwed vekirina buroya hilbijartinê ku wê 2’yê Adarê saet 13:00’an li Nexweşxaneya Yaşamê bê vekirin, kir.

Parlementerê HDP’ê Necdet Îpekyuz jî rapora qeyûman a Navenda Giştî ya HDP’ê ku amade kirî da xebatkarên çapemeniyê.