Leyla Guven: Em dengê xwe bilind bikin û tecrîdê bişikînin

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven nameyek ji raya giştî re nivîsand û ji bo berxwedana li zindanan banga xwedîderketinê kir. Leyla Guven got, "Em li hundir, hûn li derve dengê xwe bilind bikin, tecrîdê bişikînin, azadiyê pêk bînin."

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku parlamenteriya wê hate desteserkirin û 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn, têkildarî greva birçîbûnê ya ku 204 roj in li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dewam dike, bang li raya giştî kir. Leyla Guven ji Girtîgeha Girtî ya Jİnan a Xarpêrtê ku lê dîlgirtî ye, nameyek weşand.

Leyla Guven destnîşan kir ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê pirsgirêka Kurd girantir dike û got, "Her ku ew di neçareseriyê de israr dikin, em mezintir dibin, êşa xwe dikin hêz û dibin gelê herî rêxistinbûyî, têgihiştî û polîtîk ê Rojhilata Navîn. Em birînên xwe dipêçin û têkoşîna xwe dewam dikin. Ji ber ku em zanin di dawiya vê rêwîtiyê de jiyaneke demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê li hêviya me ye.

BANGA JI BO XWEDÎDERKETINA LI BERXWEDANA LI ZINDANAN

Leyla Guven bi bîr xist ku li her devera Kurd lê ne pêngava 'Dem dema azadiyê ye' bi rê ve diçe û wiha dewam kir, "Gelê Kurd û dostên wan daxwazên me li qadan bilêv dikin. Tînin ziman ku nêzî 50 milyon Kurd bêstatu hatine hiştin û êdî vê rewşê qebûl nakin. Diyar dike ku Birêz Ocalan 22 sal in di nava tecrîdeke giran de ye û tevî vê yekê jî ji bo çareseriya mayinde ya pirsgirêka Kurd li muxatab digere, lê belê cidiyeta dewletê li hemberî xwe nabîne."

Leyla Guven destnîşan kir ku pêngav bi biryardariyeke mezin dewam dike û got, "Di vê çarçoveyê de bi deh hezaran girtiyên siyasî yên li girtîgehan gotin 'Dem dema azadiyê ye' û ji 27'ê Mijdara 2020'î û pê ve ketin greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger. Hûn jî zanin ku zindanan di dîroka me ya têkoşînê de berpirsyariyên xwe yên li pêşberî gelê me yê hêja her tim bi fedakarî bi cih aniye. Ji ber vê yekê gelê Kurd Mazlûm Dogan, rojiya mirinê ya mezin a 14'ê Tîrmehê, Çaran, S. Cansiz, Zulkuf, Ayten û bi sedan leheng ji bîr nekiriye. Îro jî bi hezaran girtî tevlî nava vê çanda zindanê bûne ku bi wêrekî bi ser mirinê ve diçin. Hûn jî zanin ku ji bilî bedena xwe derfeteke girtiyan nîne ku çalakiyan pêk bike. Yê ku li derve dengê me bide bihîstin hûn malbatên me yên hêja û gelê me ne. Bêguman haya we ji vê dorpêçî û faşîzmê heye. Lê em zanin ku we bi salan gelek dorpêçî, astengî û tarîtî ji holê rakirine. Hîn tiştek nehatiye çêkirin ku karibe li ber hêza gel rabe, hêza gel têk bibe. Ji ber ku hêza gelan ji rewatiya daxwazên gelan e. Ji ber vê yekê hûn ê bibin deng, nefesê me li derve. Em di wê baweriyê de ne ku ji bo bicihanîna daxwazên mafên xwe, hûn ê çi ji dest bê bikin. Di vê mijarê de baweriya me bi we bêdawî ye. Eger em li hundir û hûn li derve dengê xwe bilind bikin, wê tecrîd bê şikandin û azadî bê misogerkirin. Ew roj bi rastî jî nêzîk e. Em ê bi moral û biryardariyê vê bi ser bixînin. Em bang li gelê xwe yê hêja dikin ku bi hewldaneke mezin xwedî li berxwedana li zindanan derkeve."