MXDŞ: Bêyî tevdîran bicihkirina malbata DAÎŞ'iyan taloke ye

Meclîsa Xweser a Demokartîk a Şengalê diyar kir bêyî tevdîran bicihkirina malbatên DAÎŞ'iyan a li Mûsilê talokeyeke mezin e.

Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) têkilî  li Mûsilê bicihkirina malbatên çeteyên DAÎŞ'ê daxuyaniyeke niviskî da.

Di daxuyaniyê hate bibîrxistin sala 2014’an DAÎŞ’ê ji Mûsilê êrîşî aniye ser herêmê, lê ev rastî li ber çavan nayê girtin û wiha hat domandin: “Mirov dikare Mûsilê wek çavkaniya DAÎŞ’ê binav bike. Îro em dibînin bêyî ku bi awayekî baş meseleyên ewlekariyê li ber çavan bên girtin, malbatên çeteyan vedigerînin Mûsilê.  Ev yek di warê ewlekariyê de metirsiyekê li ser herêmê çêdike.”

Bi berdewamî hate diyarkirin  diviyabû Wezareta Koç û Koçberan, Hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî hîn zêdetir bi baldarî tevbigeriyana û hat gotin: “Pêwîstbû bi hurgulî li ser veguhestina van malbatan bihata sekinandin. Bi taybetî ji bo diyarkirina cihê ku van malbatan diveguhezinê, diviyabû baldar bûna. Ev malbat dibin sedem ku ewlehiya herêmê têk biçe û bibe taloke li ser aramiya herêmê, bi taybet jî ewlekariya civak me ya Êzidî.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin Rêveberiya Xweser a Şengalê li dijî vegera welatiyên Iraqê ji bo ser axa xwe nîn e û wiha hat domandin:  “Em dijî wan kesan in ku destek dane DAIŞ’ê û tiliya wan wan di komkujiya gelê me de heye. Em dijî wê yekê ne ku ev kesên wiha bêyî darizandin vegerin herêmê. Niha 150 malbat vegeriyan e, lê metirsî heye û em bang li raya giştî dikin ku hemberî vê rewşê bêdeng nebin.”

Dawiyê bang li Wezareta Koç û Koçberan û Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku heta di warê ewlekariyê de amadekariyek berfireh were kirin, veguhestina malbatên DAIŞ’ê rawestînin.