Mûsa Anter hate bîranîn

Nivîskarê Kurd Mûsa Anter di sala 30'emîn a kuştinê de li cihê lê hate qetilkirin, hate bîranîn.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) ji bo nivîskarê Kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) ku 20'ê Îlona 1992'an li taxa Seyrantepe ya Amedê hate qetilkirin, çalakiyeke bîranînê lidar xist.

Çalakiya bîranînê li kolana 442'an a li taxa Cûmhûriyetê pêk hat û kurê Mûsa Anter Dîcle Anter, endamên DFG, Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), parlamenter Îmam Taşçier û Gulîstan Kiliç Koçyîgît, xizmên girtiyên nexweş, Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER), Hewldana 78'an a Amedê, rojnamevan Huseyîn Akyol û gelek ji şêniyên bajêr tevlî bûn.

Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglû li bîranînê axivî û got, "Zanyarê gelê Kurd, mamosteyê rojnamevanên Kurd Mûsa Anter beriya 30 salan li vê kolanê hate qetilkirin. Fîşeka ku berdan wî, di heman demê de berdan ziman û lêgerîna heqîqetê ya gelekî. Bi qetilkirina Apê Mûsa re xwestin ku vî gelî bêdeng bikin, bêpênûs bihêlin. Ji wan hebû ku eger 'Çinara çapemeniya Kurd qetil bike wê ev gel bêdeng bibe'. Belê mamosteyê me, Apê me Mûsa li vê kolanê hate qetilkirin, pênûsa wî di nava xwînê de ma. Lê belê şopdarên wî rahiştin pênûsa wî û rastî nivîsîn. Cengîz Altûn, Gûrbetellî, Ferhat Tepe, Denîz Firat, Nûjiyan Erhanan rahiştin wê pênûsê û ji me re hiştin."

Muftuoglû diyar kir ku piştî qetilkirina Apê Mûsa avahiyên rojnameyan hatin bombekirin, belavkarên rojnameyan hatin qetilkirin, hatin girtin û got, "Şopdarên Apê Mûsa 16 kedkarên kedkarên çapemeniya azad, ji ber ku rastî gihandin gel, di 8'ê Hezîranê de hatin destgîrkirin û 16'ê Hezîranê hatin girtin. Polîsan delîlek nedîtin ku bixin hundirê dosya hevalên me, lewma rabûn kamerayên me, makîneyên me yên wêneyan û ev wêneyên ku rûmeta me ne weke delîl nîşan dan. Em îro ji vê derê careke din dibêjin; ev kesayetên ku hewl dan rastiyê bigihînin gel û hatin qetilkirin, rûmeta me ne. Ji wan kesên ku dibêjin wê bi oeprasyon, girtinan me ji rêya me vegerînin, em ji cihê ku Apê Mûsa lê hate qetilkirin careke din dibêjin; em pênûsa Apê Mûsa ne, em generalên wî yên biçûk in, em şopdarên wî ne, em ê ti carî dest ji têkoşîna rastiyê bernedin."

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier jî bi bîr xist ku di herikîna dîrokê de gelek caran hewl hate dayin ku Kurd bêne tunekirin û got, "Apê Mûsa got 'em vê yekê qebûl nakin'. Di vê oxirê de ji bo gelê Kurd nivîs nivîsand. Ji ber vê yekê di 70 salî de li vê kolanê hate qetilkirin. Heta ku ev sîstem dewam bike, wê mirovên mîna Apê Mûsa jî hebin. Apê Mûsa wê rojê yek bû, lê niha bi milyonane."

Di dawiya bîranînê de dirûşma "Çapemeniya Azad nikare bê bêdengkirin" hate qîrîn û girseya gel ber bi cihê ku Mûsa Anter lê hate qetilkirin, meşiya. Piştre jî qurnefîl danî cihê ku Mûsa Anter lê hatiye qetilkirin û bîranîn bi dawî bû.