Mûradpûr ê HPG'î li Mexmûrê bi merasîmekê hate veşartin

Gerîlayê HPG'ê Ahmed Mûradpûr (Bêkes Ûrmiye) ku di şerê dijî çeteyên DAÎŞ'ê de şehîd bû li Mexmûrê bi merasîmekê hate veşartin.

Li kampa Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di 2'ê Sibatê de di navbera çeteyên DAÎŞ'ê û gerîlayên HPG û YJA Starê de şerekî giran qewimîbû û 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatibûn kuştin. Şerê li herêmê heta êvarê dewam kir. Di şer de gerîlayê HPG'ê Ahmed Mûradpûr (Bêkes Ûrmiye) şehîd bû.

Ji bo gerîlayê HPG'ê yê şehîd bû, Saziya Malbatên Şehîdan a Kampa Rustem Cûdî (Mexmûrê) bi beşdariya bi hezaran kesî merasîmek pêk anî. Darbesta Mûradpûr hildan ser milan û bi qîrîna dirûşman anîn qada merasîmê. Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.

'ŞERVANÊN AZADIYÊ MEXMÛR PARASTIN'

Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Haci Kaçan li merasîmê axivî û got, "Gelê Mexmûrê di meşa azadiyê de berdêlên giran da. Em baş zanin ku ji bilî şervanên azadiyê heta niha kesî em neparastiye. Şehîd Bêkes û hevrêyên wî ne tenê gelê Mexmûrê ji bo parastina gelan hemûyan têkoşiyan. Di sala 2014'an de dema ku çeteyên DAÎŞ'ê êrişî herêmê kirin, ji Şengalê heta Xaneqînê û Rojava li her cihî gerîlayan hem gelê me hem jî gelên herêmê hemû parastin. Ev rastî ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Ev êrişên qirêj ên ku li her deverê li dijî gelê me tên kirin, pêwendiya xwe bi komploya navdewletî heye û ambargoya li ser gelê Mexmûrê jî ji vê yekê ne cuda ye. Ambargo beşek ji vê êrişê ye. Divê gelê me bi vê rastiyê zanibe û li gorî wê tevbigere. Bi navê gelê Mexmûrê em bang li Rêveberiya Kurdistanê dikin: Divê rêveberiya Kurdistanê bi berpirsyariyên xwe rabe, êrişên metirsîdar ên li ser gelê kampê bibîne û li dijî vê têbikoşe. Em heta niha li pêşberî ti êriş û komployên qirêj teslîm nebûn, ji niha û pê ve jî em ê teslîm nebin."

'BI ÊRIŞA ÇETEYAN RE RÛ BI RÛ HIŞTIN'

Nûran Sezgîn bi navê Meclîsa Jinê ya Îştar a Mexmûrê axivî û got, "Lîstikên li ser gelê Mexmûrê tên lîstin û yên li pişt van lîstikan e wê weke rûreşiyê di dîrokê de cih bigirin. Hikumeta herêmî û hikumeta navendî di heman demê de saziyên navneteweyî îdîa dikin ku ew gelê Mexmûrê diparêzin, lê belê her carê gelê kampê bi êrişên çeteyan re rû bi rû dihêlin. Ev helwesta wan jî wê mîna rûreşiyekê di dîrokê de cih bigire. Şehîd Bêkes di temenekî ciwan de di demeke dîrokî de tevlî nava refên şoreşê bû û ji bo parastina gelê xwe bêtirs di roja şehadetê ya Şehîd Viyan Soran de tevlî karwanê şehîdan bû. Bêkes ji Rojhilatê Kurdistanê bû û ji bo parastina gelê xwe hat vê derê, ji bo parastina gelê xwe xwe feda kir. Em careke din şehîdên xwe bi minet bi bîr tînin û soz didin Rêberê xwe û şehîdên xwe ku em ê li ser şopa şehîdên xwe bin."

Piştî axaftinan girseya gel bi qîrîna dirûşman ber bi Şehîdgeha Mexmûrê ve meşiya. Cenazeyê Mûradpûr bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hate veşartin.