MSD’ê nexşerêya xwe eşkere kir

MSD’ê Nexşerêya çareseriyê yên rêxistina xwe eşkere kir.

MSD’ê diyar kir ku eger aloziya Sûriyeyê di vê wextê de derneketiba wê di demeke din de teqiya ba, ji ber ku ev alozî di encama kombûna pirsgirêkên netewdewletiya desththilatdara paşverû ya ku ti çareseriyê bi xwe re nayîne ye, pêk hatiye.

MSD’ê di Nexşerêya Çareseriyê de bal kişand ser van xisûsan:

“6 sal di ser aloziya Sûriyê re derbas bû û kete sala xwe ya 7’an. Her ku diçe alozî kûrtir dibe. Sûriye bûye meydana şerên hêzên herêmî û navdewletî, her wiha desthiladariya heyî jî welat ber bi rijandina xwînê û talankirinê ve birin, her wiha civak parçe kir û kir mîna herêmên bi qirêja tundî û nakokiyên mezhebî tijî bûye.

Aloziya Sûriyê eger di vê wextê de derneketiba wê di demeke din de teqiya ba, ji ber ku ev alozî di encama kombûna pirsgirêkên netewdewletiya desththilatdara paşverû ya ku ti çareseriyê bi xwe re nayîne ye, pêk hatiye.Ti çareserî yan sererastkirinên demî fayîdê li vê sîstemê nakin.

Sûriyeya ku bû qada şerên herêmî û navdewetlî, rêxistinên terorist li beşek mezin ji xaka wê belav bû, yekîtiya wê di bin gefan de ye. Ne tenê wiha, lê belê heta derfeta berdewama wê wekî dewlet.

Ji ber sîstemên desthilatdar û opozisiyona bi nakok, her wiha hêzên terorîst, nakokiyên hêzên navdewletî û herêmî ji bo berjewandiya Sûriyeye bi temamî wêran kir. Lê ev yek nabe cihê rizgarkirina Sûriyeyê yan jî hilweşandina wê. Bi vîna gelên wê û hêza wê ya netewî û demokratîk çareseriya bingehîn û pêvajoya rizgarkirinê ava dibe. Çareseriyên bingehîn wê zihniyeta paşverû, netewî, cinsiyetparêzî ya sîstemên netewdewlet têk dibe û mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê misoger dike.

Hemû kongreyên navdewletî yên girêdayî rewşa Sûriyeyê ku di 7 salên derbasbûyî de hatin lidarxistin, bê encam bûn, sedemên wê jî ew e ku ne rêjîm û mûxalefeta ku projeyên çareserkirinê peyda nekirine. Hêzên demokratîk û mûxalefta rast ji pêvajoya muzakereyan dûr xistin û berjewendiyên hêzên navdewletî û herêmî li ser çareseriya aloziyê giritin, ev hemû bû sedem ku kongre têk biçin.”

‘RÊBAZ Û TEDBÎRÊN PÊWÎST BÊN AMADEKIRIN’

Beriya ku pêvajoya siyasî destpê bike, pêwiste ku tedbîrên destpêkê û rêbazên avakirina baweriya bi çareseriya siyasî werin amadekirin, ev yek bi van xalan pêk tê;

“1-Îlankirina agirbestê, ev yek wê bi çavdêriyeke navdewletî pêk were û tevgera çekdaran were şopandin.

2-Wê danûstandinên berfirhe di navbera hemû aliyan de pêk were, da ku hemû nêrînên di derbarê pêşeroja Sûriyeyê de nêzî hev werin kirin.

3-Kesên girtî û revandî li cem hemû aliyan serbest werin berdan.

4-Divê hemû çekdarên biyanî bi biryareke navnetewî ji Sûriyeyê werin derxistin.

5-Dawîkirina dagirkeriya Tirkiyê ya ji xaka Sûriyeyê, her wiha têkoşîna li dijî hêzên terorîst ên DAIŞ, El-Nûsra û rêxistinên ku bi wan ve girêdayî wer kirin. Piştgiriya berxwedana netewî ya Sûriyeyê ku li dijî dagirkeriya Tirkiyê tê meşandin, were kirin.

6-Rêyên hemû herêmên di dorpêçê de werin vekirin û alîkarî derbasî hemû herêmên Sûriyeyê werin kirin, her wiha cezayên aborî yên li ser Sûriyeyê werin rakirin û tevgera bazirganiya hundirîn were geşkirin.

7-Divê yekser rewşa koçberan ber çavan re were derbaskirin, divê bi hevkariya rêxistinên mirovî yên alîkariyan, derfetên vegera koçberan a ji warên wan re were peydakirin.

8-Gûhertina demografiya her herêmeke Sûriyeyê bi ti awayî neyê qebûlkirin û li ser vê yekê xebat werin kirin.”

'XALÊN ÇARESERIYÊ YÊN AŞTIYANE'

"Meclîsa Sûriye Demokratîk li gorî vê nêrînê û rewşa heyî ya ku Sûiryeyê pê re rû bi rû ye, dibêje ku israr di çareserkirina aloziyê bi rêbazên leşkerî, wê aloziyê kûrtir bike, her wiha wê tiştê di welat de maye jî wêran bike, her wiha sivîlên mane jî wê koçber bibin. Meclîsa Sûriya Demokratîk dikare hemû gelên Sûriyeê di hindirê xwe de kom dike. Ji ber ku projeya demokratîk dikare aloziyê bi awayekî aştiyane çareser bike. Çareseriya siyasî ya aştiyane xwe dispêre van xalan:

1-Divê çareserî di çarçoveya Sûriyeyê de be û bi danûstendinan û diyalogên zindî li gorî biryarên navdewletî pêk werin.

2-Çarseriya leşkerî ne pêkane, divê giranî li ser diyalogên siyasî û demokratîk, wekî çareseriya bingehîn esas were girtin.

3-Meclîseke Giştî ya demazêner ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê bi awayekî wekhev di nav xwe de bigre, di kongreya Niştimanî ya Sûriyeyê de were avakirin, erka wê xebatên zagonî û çavdêriyan pêk bîne.

4-Hikûmeteke demkî ku xwedî biryareke berfireh were avakirin.

5-Armanca pêvajoya siyasî tunekirina desthilatdarî û navendiyê ye. Her wiha nûkirina gûhertina demokratîk a bingehîn û avakirina Sûriyeke demokratîk a federal ya ne navendî ye. Pêvajoya siyasî ji destûreke ku hemû alî li ser li hev bikin û desthilatdariya hikim û mijarên dinavbera navend û aliyan de li gorî berjewendiyên giştî û misogeriya yekîtiya xaka Sûriyeyê were parvekirin.

6-Rawestandina destûra heyî û îlankirina rêbazên destûrê û avakirna reformeke nû ji bo projeya destûra demoratîk ku têde navê dewleta Sûriyeya ya nû, ala, sirûda wê ya netewî û sîstema federal a demokratîk a Sûriyeyê were nîşandan.

7- Demek ji bo veguhestina demorkatîk were destnîşankirin. Di dawiya wê demê de hilbijartinên giştî li ser asta federaliyan û asta netewî li gorî destûra nû werin lidarxistin.

8- Betalkirina hemû zagon û projeyên nîjadperestî û awart e.

9-Avakirina Desteya Dadê. Lihevanîn û pêkanîna veghustinekî adil.

10- Avakirina meclîsekî leşkerî ku bi erka komkirina şervanên ku bi baweriyê çareseriya siyasî bînin û avakirina artêşeke netewî ya nû. Her wiha ji nû ve avakirina hêzên ewlekariyê, ev yek jî piştî lihevkirinek ku li ser rêbaza xweparstinê ya herêmên fedral pêk were.

11- Avakirina meclîsa aborî ku bi erka ji nû ve avakirinê û avakirina aboriya netewî rabe.

12- Beşdarbûna jinê di pêvajoya siyasî de wekî şertekî ji bo serketina pêvajoya nîqaş û guhartinê ye.

13- Bi hemû hêzên netewî yên derve û hundirê welat re karê hevbeş were kirin.