Motorsiklêta polîsan li zarokan qelibî: 4 birîndar bûn

Motorsiklêta polîsan a ku pir lez diçû, li zarokên ku derbasî aliyê din ê rê dibûn qelibî. Di bûyerê de 1 jê giran 4 zarok birîndar bûn.

Polîsê Tirk ê bi motorsiklêtê li navçeya Rezan a Amedê li 4 zarokan qelibî. Bûyer saet derdorî 21:00’an li ser rêya Karacadag a Taxa Şeyh Şamîl pêk hat. Li gorî agahiyên hatin girtin, motorsiklêta polîsan pir bi lez bû, li zarokên bi navê B.B., M.B., S.B. ve F.A ku temenê wan di navbera 10-16 salî ku  ji bo derbasî aliyê din ê rê bibe ku nan bigire, qelibî.

Piştî bûyerê zarokên birîndar ji aliyê tîmên tenduristiyê ve ji cihê bûyerê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî. Ji birîndaran M.B ê 16 salî rewşa wî giran e.